Kemal Heraqî: Xewna min e ku tabloyeke min derbasî Lover ya Parîsê bibe.
Dîrok: ÇáÎãíÓ 06 äæÝãÈÑ 2008
Mijar: Hevpeyvîn



Hevpeyvîn: Xebat Þakir

Kemal Heraqî li Baþûrê Kurdistanê li gundê  MilaÇepera  hatiye dinê
Ji zarokatiya xwe de ji þêwekariyê hizdikir û her hêviya wî ew bû ku rojekê ew bibe þêwekar û êþ û azarên gelê xwe bi perîka xwe li ber çavên cîhanê rayêxine.
Kemal Heraqî di sala 2002an de ji welatê xwe koçdike û berê xwe dide koçberiyê hêdî ew perîka afrêner dibe penaber li kolanên Europa û di nava tenatiyê de dijî bi hesreta welatê rojê û þahî û govendê þêxanê tabloyên pir hêja diafirîne.


Kemal Heraqî yê ku ji kaniya kurdewariyê dinoþe û dil bi evîna welatê rojê û Laliþa nûranî dirêse û dinava agirê bêrîkirina MilaÇepera de dimîne, tabloyên giranbuha bi perîka wî dixemilin.

Hêja Kemal Heraqî, gelo destpêka þêwekariyê li ba te çawa û kengî destpêkir?
Di salên heþtêyan de çi tiþtên ku min didît û di xeyala minre derbas dibû min bi pênûsa xwe li ser kaxezê radixist, wan salên zarokatiyê bingeha þêwekariyê li ba min afirand û hiþ û ramanên min di bin bandora þêwekariyê de hiþtin.

Gelo di destpêkê de te çi astengî û pirsgirêk dîtin?
Weke ku tê bîra min wê çaxê þer di navbera Îraq û îranê de hebû  bavê min nedixwest ku ez bibim þêwekar û gava wî ew tabloyên min yên ku min li ser kaxezê çêdikirin di dîtin ew hêrs dibû û ji minre digot dev ji vî karî berde û guh bide xwendina xwe, wekî din jî di wan rojên þer de xizanî jî zor bû, yanî ji hêlekê ve zor û cefayên ku ji ber xizaniyê û ji hêla din ve malbata ku di xwest ku berê min ji þêwekariyê bughere û bide xwendineke din ku ew jî pê serê xwe bilind bikin.

Lê ev hêdî dereng bû ji bo min, ji ber ku evîna þêwekariyê biminre afirîbû û roj li pey yadin ez  bêhtir dibûm evîndarê þêwekariyê û min paþeroja xwe di hundirê afrandinên tabiloyan de didît.



Kak Kemal te kengî yekemîn tabloya xwe afirand?
min yekemîn tabloya xwe li ser dîwar afirand, di Sala 1988 an de, piþtî wê hêdî hêdî xelkê jî bi germî li tabloyên min dinerîn, kesên ku ew tablo dîtin matmayî mabûn ji hêza perîka min û dil xweþiya xwe anîn ziman, min ew axaftinên wan heya niha di mejiyê xwe de parstin û ji min re bû destpêkeka zêrîn.

Bi vî þêweyî min berdwam kir heya sala notî wê çaxê min di sala didoyê navîn de dixwend û pêre jî min amedekariyê pêþengehekê dikir, lê hinek ramanên dijber bûn asteng li hemberî min ku ez vê hêviya xwe pêkbînim, min bi vî halî heya sala  1993 ê dewamkir, wê demê min tabloyek çêkir lê hinek li dij min derketin û þerê min kirin ji bo vê tabloyê.



Ew çi tablo bû ku þerê te ji bo wê hat kirin?
Laliþ bû û roj û tîrêjên rojê bûn, yanî li ser rewþa êzîdiyan bû. Piþtî vê dijberiyê min di sala 1993 yan de berê xwe da Kurdistana azad ji ber þêxan wê demê ne di nav sînorên Kurdistana azad de bû. Ez hatim Kurdistanê bihêviya azadiyê, bi hêviya ku ez karibim xeyalên xwe bi azadî li ser tabloyan rayêxim, bi arîkariya Bingeha Laliþ ya Dehokê  min di sala 1998 an de pêþengehek li bexçeyê bingeha Laliþ vekir, bê goman berî hingî jî min gelek tablo ji bo Bingeha Laliþ çêkirin, ez spasiya wan dikim ji bo wê arîkariya giran buha, bi rastî wan hêz da min ji bo berdewamkirina þêwekariyê. hêjayî gotinêye ku ez bêjim wê demê gelek kesayetên Kurd yên herema Dehokê jî bi minre bûn arîkar ji bo vekirina yekemîn pêþengeha min.

Weke ku tê bîra min, min di wan salan de hinek tabloyên rexneger li ser rewþa êzîdiyan afrandin, mîr Tehsîm beg jî (mîrê Ola Êzîdiyan) gelekî ji min hêrs bû.

 

Kak Kemal gelo li gora te rewþa þêwekariya Kurdî di çi astê de ye,  û berê wê li kure?
Neghaye wê asta  ku ez hêvî dikim, ji ber ne gihaye wê asta ku karibe bibe melhemên birînên gel, þêwekariyeke lewaze ji ber ku nighaye wê asta ku karibe bibe xwediyê rexnegeriyek xurt li ser civakê û ramyariya kurdî, ew þêwekariya ku nikaribe rastiya pirsgirêkên gel di tabloyan de rayêxe ber çavan, û þaþiyên rêveberên Kurd nede ber devên perîkên xwe, ne þêwekariyeke avekara, mirov dikare bêje þêwekariyeke pasîve, tirsoneke, ji ber vê ez dikarim bêjim ku þêwekariya Kurdî ne di asta hêviya min deye, lê ev nayê wê wateya tunebûna þêwekariya Kurdî, þêwekariya Kurdî heye lê hîn bi çarpêka diçe.


Kak kemal tu çi cudahiyê di nabera þêwekarê Akademîk û yê ne Akademîk de dibînê ji hêla afrêneriyê de?
Xwendina akademîk nikare tu bandorê li ser hêza afrêneriyê li ba þêwekar bike, yanî kesê ku ne afrênerbe xwendina wî nikare wî dinava refên afrêneran de bifrîne, ji ber Afrênerî(ibdah) li ba herkesî peyda nabe lê xwendina akademîk herkes dikare xwe bighîniyê. Xwendin di warê naskirina rengan û felsefeya þêwekariyê de dikare arîkarbe.

 

Kak Kemal tu ji kîjan dibistana hunera þêwekariyê dinoþe?
Dibistana Siyrelî, lê min li ser hemî dibistanên þêwekariyê xwendiye, ya herî nêzîkî rih û hestên mirovan dibistana siyrelyî ye, tabloyên vê dibistanê bê destûr li têlên dilê merov dixin û dibin mêvanê hestên mirov, ev dibstan dibistaneke kevne lê ew ya herî þêrîn dimîne li ba dilê merov.

Gelek mamostreyên vê dibistanê hene weke silvador dalî ku yek ji gewretirîn mamosteyê vê dibistanê ye. (þêwekarekî îspanî ye)

Çima te bi teybetî ev dibistan hilbijart û ne yeke din?
Ev dibistan nêzîkî hestên civaka Kurde, herkesê ku lê binere dikare bi hêsanî têbighêje pêwist nake ku zêde xwe pêre bêþîne ji bo xwe bighîne wateya tabloyê. Weke mînak ya tecrîdî ez dibêjim hîn zuye ku civaka me têbighe û karibe ji nerîna van tabloyan zewqê bigre, gelo çend prosent ji gelê me wê karibe bighêje wateya tabloyeke tecrîdî, ez bigomanim ku ev hijmar pirbe.

Ez ne li dijî dibistanên dinim û ez rêzê ji dibistanên din jî re digrim, lê ya nêzîkî hestên min ya Siyreliye, pêwiste þêwekar rastiya hestên xwe li ber çavan rayêxe.

tu çawa paþeroja þêwekariya Kurdî dibînî?
Wê hinekî din jî bi çarpêka here û nîv nivistî bimîne, pêwistiya me bi rexnegiriyê heye ji bo þêwekariya Kurdî karibe li ser lingan bimeþe, pêwiste þêwekarên Kurd wêrek bin di karê xwe de, û azad bin di ramanên xwe de, bi vî þêweyî emê karibin þêwekariya Kurdî bihêz bikin.

Tu qala rexnegeriyê dikê gelo rexnegerî dinav kurdan de peydebuye?
Bi yek gotinê na.

Kak Kemal sazîbûn ji bo þêwekarên Kurd tê çi wateyê? Pêwistî bi sazîbûnê heye?
Erê pêwistiya me bi sazîbûnê heye, lê emê çawa destpêbikin? Ev zore, ji ber ez li Eurupa gelek sazî û komeleyan dibînim mixabin bi erkên xwe ranabin, min di tabloyeke xwe de ew komele û sazî rexnekirine, ji ber weke ez wan dibînim nekirkêrin, zêde serê xwe bi pirsgirêkên gelre naêþînin, ji ber vê her roja ku diçe navbera wan û gel ferhtir dibe. Li van welatên azad du komeleyên ku karibin bihevre karbikin tunene(Komeleyên Êzîdiyan) gelo em þêwekar emê çawa karibin saziyekê damezrînin û herkesî aþt bikin?. Gava ku þêwekarên Kurd karibin Komeleyekê ji bo xwe damezrînin berî hertiþtî pêwiste li ser armanc û þêweyê rêvebiriyê biaxifin, û mînakan ji sazî û komeleyên heyî bigrin destên xwe, ji bo karibin saziyeke birêk û pêk damezrînin.



Kak Kemal li gora te mercên pêþxistina þêwekariya Kurdî çine?
1.Berî hertiþtî pêwiste þêwekarê Kurd bi xwere û bi armanca xwere rastbe.

2.Xwedî hêz û vîneke bilndbe ji bo ku karibe tabloyên wêrek biafrîne.

3.Perîka di destê þêwekar de pêwiste di gera xwe de azad be û ji filan û bêvanan netirse.

4-gava þêwekar tabloyekê biafrîne pêwiste civaka xwe li ber çavan bigre û ji birînên wanre bibe melhem.

Gelo þêwekar Kemal Heraqî kîjan þêwekarî ji xwere dike mînak?
Þêwekarê Îspanî Silvador Dalî, pêþengek ji pêþengên dibistana Siyreyeli ye.

Weke kurd?
Mixabin Min ew þêwekarê ku mirov karibe ji xwere bike mînak hîn nedîtiye, dibe ku hebin lê min nedîtine.

Kîjan Sêwekare yê ku Kemal herqî ji Tabloyên wî raziye?   
Gelek hene lê yê ku dilê min hênik dike þêwekarê Kurd Dilþad Naif e û ez dibînim ku paþerojeke bironî li benda wî ye, ew ji xelkê Dehokeye.
Mixabin ev çend salin ku min û kak Dilþad hev nedîtiye.

Gelo Kemal Heraqî wê kengî vegerê Welatê bav û kalan? Yan jî penaberî qedera wî ye?
Bawerke laþê min li vire û rihê min li Laliþê ye, lê ez dibînim ku ew roja ku em bê tirs vegrin welatê xwe hîn nehatiye, hîn jî metirsî li ser civaka êzîdî heye û weke ku hûn jî dibînin roj bi roj cîwarên êzîdiyan li Kurdistanê vala dibin, ne tenê li Baþûr li perçeyên din jî, ev jî mixabin û hezar car mixabin hebûna vê Ola kevnar dike nav metirsiyê.

Kak Kemal çi pirojeyên te ji bo paþerojê hene?
1.xewna mine ku tabloyeka min bighe Lover parîs, ew mezintirî mozyome û tabloyên gelek hunermendên navdar li wir hene.
2.xewna duwemîn ewe ku ez panoramekê çêkim û nave wê jî bikim panorama Êzîdiyan.

Kak Kemal di dawiya vê hevpeyvînê de tu dixwazî çi ji xwendevanên mere bêjî?
Ez spasiya we dikim ku we ev derfet da min ku ez dîtinên xwe bighînim xwendevanên we, û bi taybetî jî hatina te ji bo pêþengeha min, moralekî mezin daye min, wekî din ez bihêvîme ku li her devera ku Kurd lê hebin ez pêþengehên xwe li wir vekim,
Ger xwestek hebin ez her dem amedeme ji bo gelê xwe.
Dubara ez spasiya te dikim bo vê hevpeyvînê.

Kak Kemal ez jî spasiya te dikim ku te ev wextê xwe yê giran buha bi mere parvekir û hêvîdarim ku ew perîka te ji gera li ser tabloyê neweste û nêzîktrîn dem xewin û xeyalên te pêk werin.

Xebat Þakir
09.10.2008 Celle/ Elmanya
xebatchaker@hotmail.com






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1330