Kurdyar Dirêî
Amûdê
Dîsa tenha
Di tenahiya Þevê deye
Li ber wî qehweyek tal
taltir ji talbûna demê
di nav pêçiyên lerizîde
çêxareyek bîn çikyayî
dû ji dikiÞe
valahiya ezman
bi Þîniyêd dilekî westyayî
dor peçdike
li jor …
sincrîna sitêran
mij û dûmana di çavande
vediçirand
bîr anînên dûr
ji ewan deÞtên
rewa û xunav girtî
bi Þerm bi ser dêmande
ber bi lêvên ziwabûyîde
dikiÞiyan
Þorbûna têkçûnan
Da diqurtand
Zîz di bûn lêvên westyayî
Giran giran
Tiliya xwe li nav sitêran
Di bir û di anî
Di valahiya ezmande
Wêneyê zeriyekê di kêÞa
Wêneyê zarokekî
Mezinbûyê
Çolan …û kolanên ji bîr boyî
Belavbûyê navbera sînoran
Di kêÞa … !
Di hinavan de arek
Hezar hezar omîdên weÞyayî
Bi giryane dil …
Giryana dil
Li çi rojan… çi bîranînan
Xwînê di barîne …?
Li asoyî dûr
Di ber rûyê heyvêre
Sitêrek hate xwar
Ji nava pêçiyan
Çixara ji bîr bûyî
Xwelî weÞiya
Ji wê Þevê de
Þevê hogirêxwe nedît
Li dema xilmaÞ di bû
Li ber tîna havînan
Ahîna dilekî
Û xum xuma deriya
Ji ber guhê wî ne di çû … !