Emê çawa li hember siyaseta zordestiyê bi sekinin?
Dîrok: ÇáÓÈÊ 25 ÃßÊæÈÑ 2008
Mijar: Nûçe



Rojnameya dimuqrati *

Di van çend salên dawiyê de, weke tê xuyan ew siaysetên þovînî di derheqa miletê kurd de ber bi zêde bûnê de diçin, û ev siyaset bêtir têne xuyan bi dû rûdawên 12 avdara 2004, ew rûdawên ku mebest jê ew bû ku bibe dergehek ji bona siyasetên sext li ser miletê me xurt bibe, û berê miletê me ber bi perîþaniyê û koçkirin û wî dûrî rewþa tevahî li sûryê bixe, tevî ku hinekî di dema berê de ew siyaset kêm bûn.


Lê cihê mixabiniyê ye ku bête gotin ku ew rûdaw hinek bizavên þaþ û bê rê di nava xwe de hilgirtibû, mîna bangkirinê bi siloganên bê rê, ku bûne bidestxistinek ji kesên þovînî re ku pê þerê tevgera kurd bikin di nava çarçewa netewa sûryê de ,  û pê re jî bêtir ew tawanên nejadperest li dijî miletê me bi kar bînin, ew tawanên ku bi dehê salan bi dû tevgera kurd de vedike.
Û aniha, riya baþtirîn çiye ku em li hember van siyasetên þovînî bi sekinin?
Hêjayî gotinê ye ku tevgera kurd ji demeke dirêj de baweriya xwe bi xebata siyasî a aþtiyane aniye, ku ew þêwe baþtirîn rê ye jibo xebatê li sûrya, û bi hevgirtina hemû hêzên tevgerê bi hev re.
ya dîtir bi hêzên netewperwer re di nava sûryê de, ew kesên ku îro ro gihiþtinê wê yekê, ku divê bi êþa miletê kurd re bi sekinin  û daxwazê dikin ji bona bidestxistina mafê kurd û çareserkinek dîmoqrat jêre bê dîtin, û ev hevgirtin gavin baþ di vî warî de hatine avêtin
Eve baþtirîn þêwa xebatê ji bona tevgera kurd, a ku berî çend salan ber bi pêþ de çûye di vî warî de, dema ku gihiþtin nerîneke hevbeþ ya ( Hevbendî- Enî), û çêbûna (ragihandina dîmeþq), û kêmbûna nakokiyê di nava aliyên tevgera kurd de.îro jî aliyên sereke di nava tevgera kurd de,ku biryarê bistînin,û li gorî wan pêþveçûnan kar bikin bi hêzên netewî û dîmoqrat re, wê karibin roleke xurt li hemberî van siyasetên þovînî bi lîzin ,  û wiha kar bikin ji bo guhertineke dîmoqratî û aþtiyane ji gelek astengiyan re bibînin, da karibin xizmetê ji welatê xwe re bikin, û zulm û zordariyê ji ser millet rakin . 
----- 
 * Rojnameke mehaneye Partiya Dîmoqratî Pêþverû Kurd li Sûriya belavdike






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1306