SOBAR ARÎ Doza mine ger yare li dorê di himêzim
Þaha li kelatê dile xanê were meyzim
Lêva bide lêvê me bi germî bi pelînim
Wer bîne çiqas dilberekî pak û berêzim
Doza mine ger are li dorê tifikim ez
Da geþ bibe îro eve dorpêç û çixêzim
Rista mine çend sale bi xwîna xwe dirêsim
Tevnê dibu tînim di gerîn xemle û xêzim
Meþka mereqa tim bi benê dar di keyînim
Nîviþ sere dijmin bi lepa xwar ,zike nêzim
Mastî di meyînim sibe birçî bike taþtê
Hova bire toka me ji lewra eve bêzim
Doza me kevoka ne cih û ware ku danê
Hêlîne lepê min ne li dûrim eve nêzim
Baskê qerimî jêre ji þûnê tilehê req
Danim weke polane nejî cam û qizêzim
Qada mine çend sale di hilkim û dirakim
Þînbûme li ser rû ji binî rame xirêzim
Baran ku nehat maye li benda reþe ewra
Xwînê di xuþînim genimê sor û revêzim
Doz þoreþe sersote bi gorî dibe agir
Þêrim li serî pence tepê sîng wehe têzim
Roja reþe agir xweþe tîroj geþe dem tê
Barîn gule bend û lele himber þere fêzim
Rext û çeke ser mil xweke kengî bibe þervan
Piþta teme îro here pêþ fîþek û hêzim
Jîna sitemî ser nizimî navime qet jîm
SOBARE didê soz bibe pêþrew ne guhêzim