ZANAV
Dîrok: ÇáÃÍÏ 12 ÃßÊæÈÑ 2008
Mijar: Helbest



Dildar Îsmail

Kanî zanav…dixwazim
Kiþandin …mame bê nav
Digerînim name
Li her dever li kû çêdibe
Li kû çêbû …………… ?
Warê min çi war
Warekî bê zanav
Rêjîmek bê fedî


Çil sal belengaz û þepirze
Ne dih û ne bîst mirov
Dused hezar û pêve dikþîne
Zinar û sînor
Rêjîmek diçê û yek tê
Min dihêlin bê nav
Dikim hawar …………………
Digrin ziman û çav
Dikim qêrîn……………………
Çêdikin zindan û dav
Dikim deng…………………… 
Dimînim bê çeng
Qedexeye li min ……………
Xwendin û kar
Dimrim bê dar
Heyî belengaz
Zarokê zarokan çêbûn
Þerme bê nav
Birçî û xwas
Ka dê ka bav
Ji þîrî heya pîrî
Dimînim bê zanav

 05.10.1999 zorava







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1283