hevpeyvîn bi siyastmedar û nivîskarê kurd Ebdulrehman Alucî re
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 18 íæáíæ 2006
Mijar: Hevpeyvîn


Koçka rojavayî Kurdistan

( têkiliya di navbera rewþenbîr û tevgera kurdî de ) mijara danûstandinê bû di koçka Rojavayî Kurdistan de roja 16/7/2006 bi siyastmedar û nivîskarê kurd Ebulrehman Alucî re.
Danûstandin bi vî hawî biberve çû :    
                                                        

piþtî Silavin gerim ji rêveber û mêvanên koçka rojavayê kurdistanê, berêz Alûcî weha axifî: Ez bihêvî me ko em demeke xweþ bi hev re bibhurînin , Berî Þeþ heft mehan em ketine vê mijarê de , nemaze sistbûna têkiliyê di navbera tevgerê û rewþenbîran de û ji milê din ve gelek caran gilî û gazinên di nav herdiwan de dighêje pileya êrîþ û êþandinê û ji warê rexnê durist û avadaniyê derdikeve eger em kêmasiyên  tevgerê bijmêrin dê gelek bin , lê kêmasiyên rewþenbîran jî hene û ew jî gelekin , ev kêmasî fireh dibin û nayên çareserkirin , ji ber her alîk ji wan dixwaze sedemên kêmanî û paþveçûnê bavêje ser ê din û gunehê wî giran bike , lê mafên tevgerê li rewþenbîran hene û ji wan tête xwestin ko tevgerê bi pêþxînin û geþ û dewlemend bikin û raman û behweriyên xwe bi awakî zanistî pêþkêþ bikin ko bibe gavek hêja di warê pêþketinê de , her wiha mafê rewþenbîran jî li tevgerê hene ko cihê wan bête xuyakirin bi rêz û hurmet ko xwe nebînin di bin êrîþ û astengiyên ko tevger li wan girêdide  . Ew cudabûn û gilî û gazin tevde bê sûde , û kelem û kortalan bêtir dike , ji ber ko roj bi roj dûrketin peyda dibe û rexin dikeve warê þer û rûxandinê…  Raste kêmaniyên tevgerê hene û di warê parçebûnê û jihevketina partiyan , û herifandina navxweyî gelek endam û mejiyên hêja têne  sutandin bi ezîtiyê û malbatiyê û êlperestiyê , herwkî hinin gellkî paþmayî û kor û kevinperest rengê nûjeniyê li xwe dikin û bavê xerabiyê ne , ev xerabî peyda dibe di komîteyên navîn û komên serekî yî konevanî cihên biryar û nerînên ewan hêzên kurdî li rojavayê kurdistanê , ev karê kêm û xerab destin gemar bi dû wan de hene , çi  perçebûna partiyan be , yan jî dûrxistina rewþenbîran ji xebat û têkoþînên  tevgerê .
Pirsa ko tê kirin û em Karin li ber rawestin eve : ta kengî dê tevger ji van kesên xêrnexwaz û qirêj xelasbibe û kesên dilsoz û paqij ê dûrî tevgerê bimînin , û bisedan ji wan endadmên delal û heja vegerin ware kar û xebatê di tevgera xwe de ê ko li malên xwe mane , û ji ber karê evan kesên qirêj xwe dane alî  ?   
Ev pirs xurtir dibe dema ko rewþenbîrên kurd dûrketinê ji xwe re bikin kar û rê vekin ji van kêmasiyên tevgerê ko bibin girêk û kwînêr û laþ biaxive roj bi roj da ko nema çareserî bimîne , lê têkiliya dinavbera rewþenbîran û tevgerê de dê çêtir bibe çaxa em sedemên cudabûnê çareser bikin û tevger xwe bêtir nêzî kesên paqij û hêja û zane bike - ji rêziman zana  , nojdaran , konevanan , dîroknasan ….td - da ko ew bi alîkariya evan mejiyên hêja xwe rake û dengê xwe bêtir bighîne cîhanê û kêþeya kurdî bighîne qonaxeke pêþveçûyî , û gerek têkilî li ser bingehin xurt rabe û encama evê têkiliyê serkeftina kêþeyê be berî her tiþtî .
di evê dîdarê de gelek kesan beþdarî kirin , ji rewþenbîran û endamên tevgerê , û didanû standin geþ dibû bi sênga fireh ji rexna re , di encam de hate xuya kirin ko tevger û rewþenbîrên kurd dikarin li hev guhdar bikin bi rengekî nûjen û þaristanî ,tev ko carna rexin ji ware xwe derdiket û diket warê kîn û êrîþê de ew jî kêm bûn beranberî rexnên zelalî bi sûde , ên ko mirov karibe sedemên dûrketinê tê de nas bikin û diyar bikin.
 Ev dan û standin û ronî kirin demeke baþ stand û daweriyin xweþ ava kirin di warê yekitiya tevgerê , û tiþtên erênî têde , û bi taybetî yekitiya partiyên nêzî hev di warê raman û baweriyan de ,  ev partiyên rabûrî yên ko bûne sedemeke serekî ji dûrketina zane û rewþenbîran û dilsazan û endamên hêja , û valayî û kêmayî di tevgerê de li dû xwe hiþtin , û derfet dan gelek kesên nehêja û keysperest û revoke û tirsonek , ew kes ji rewþenbîrên ko karê wan rexne ji bo rexnê ne jibo ava kirinê , û êrîþan dikin ta ko kêmasiyên xwe veþêrin û tevgerê bi êþînin û alîkar bin bi dijmin re û çav reþîkê têxin nav millet û tevgera wî de .
 Di dumahiyê de bi dilsozî û kêf xweþî ev mijar hate qedandin û bû bingeheke ji mijarin dîtir re , ko têkeve warê avahiya tevgerê û nêzîkayiya di navbera wê û rewþenbîr û hunermend û zanayên li rojavayên kurdistanê û hersî parçeyên dîtir de  jî .
Hêjayî gotinê ye kû Koçka Rojavayî Kurdistan ji layê hunermend Þevger û bi alîkariya gelek xortên hêja wek (admîn), tê birêvebirin.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=128