Tenê bêbextî behra Kurda ye!
Dîrok: ÇáÃËäíä 29 ÓÈÊãÈÑ 2008
Mijar: gotar



Ezîz Xemcivîn
xemcivin@hotmail.com

Belê xwediyên bêbextiyê bavên te yên Kurd in!(Ela-ine ehele elxedrî abaike Elkurdû)
Bi vê hevokê, li dîwana xelîfê Abasî pesindariya miletê Kurd di zincîrfilmê (Abû Cafer Almansûr) de hate dan.  Abû Cafer Almansûr xelîfê dewaleta Abasî bû, dema Abû Muslim Elxuresanî yê Kurd kujtin, bi vexwarina meyê re di civata xelîfe de wisan û bi awayekî kirêt nivîskarê zincîrfilm û derhênerê þofînî, kîna xwe li ser kurdan anîne ziman!
"Abû Cafer Elmansûr"
zincîrfilmekî sûrî ye, li kenala Qeterî û mbc1 û hin kenalên erebî ên din di meha (remezana pîroz) de weþiya, lê ne bi pîroziya kiryarên hindek ji Ereban ko bi þofîniyeke bêhempa li Kurdan dinerin, mixabin ko leçbûn, xwarî û tarîkirina dîrokê jî dikin.


Eger Abû Muslimê Xuresanî û Selahedînê Eyûbî xiniz (xayin) bana, nuha welatekî Kurdan serbixwe di rojhilatê de heba, lê mixabin ko miletê kurd herdem ji xelkê re kiriye û daye ser riya misilmantiya rast û durist, ji lew ra xayinên ko bi olê re xayin bûn, ew bûn xwedî welat û heta nuha miletê kurd, yê ko dilêrê ola xwe bû, bindestê wana maye.
Serok, partî, rêber û ragihandina kurdî, gelo çi rola we ye, ez bi xwe nema dizanim?
Destpêka meha rojiyê, zincîrfilmekî sûrî li kenala erebî (Abudhabi tv) derket. Gengeþeyek di nav êlên ereb de çêkir. Hindekan ji rêberên wan êlan daxuyaniyek ji Þêx Xelîfa Bin Zayid re þandin, tê de gotin, ko ev zincîrfilm wê êlan li hev rake!
Li ser daxwaz û banga wan, Þêx Xelîfa Bin Zayid serokê Mîrgehên Erebî ên Yekgirtî pereyên lêçûna zincîrfilm da ser xwe û ferman bi rawestandina weþana zincîrfilmê sûrî (Sadûn Alawacî) da.
Nûçeya Avestakurd: Þêx Xelîfa weþana zincîrfilmekî rawestand!
Gelo serok, tevger û partiyên Kurdistanê mîna van êlên erebî, ko tu rêkxistin jî di navbera wan de tune ye, nikarî bûn helwestekê wisan bigirin?
Ev kîn û dijayetiya miletê kurd û leçkirina dîrok û rastiyê bi destê çend kesên þofînî (derhêner, sînarist û lîstikvanê sext) hate ziman, mixabin ko em bêdeng li hember wan man!
Abas Alnûrî! Lîstikvanê leheng di zincîrfilm de ko berî vê helwestê, Kurdên ko bi zimanê erebî dizanin û li karên wî yên lîstikfilman temaþe kirine, çiqas rêz ji wî re digirtin. Lê belê bi vê kirayarê, tev ko gotin ne ji devê wî bi xwe derketiye, lê zincîrfilm bi tevayî berevajî rastiya bûyerên dîrokê ye, ji lew ra helwesteke nebaþ li ser hate girtin û rêza wî li nav miletê kurd têkçû.
Ji bo zanînê, min navê hindek lîstikvanên sûrî ên Kurd danîne, ko drama sûrî bi xêra wan bi pêþ ve çûye:

Abdulrehman Alereþê, Talhet Hemdî Eleyûbî, Edîb Qedûra, Edhem û Besam û Mamûn Almele, Luqman Dêrikî, Karês Beþar, Muna û Xada Elwasif, stranbêj û lîstikvan Rêber Wehîd û Xalid Taca… h. d      
Du gotar li ser vê babetê bi erebî di malpera (Welatê me) de hatine belavkirin:

الى متى سيستمر حقد بعض العرب على الكرد

إنما الخيانة في آبائك الكرد

Têbînî: Zincîrfilm berhema tilivizyona Qeter e, derhêner Þewqî Almacirî û sînarist jî her du ji Urdin in, lîstikvan Sûrî û Urdinî ne.
Abû Cafer Almansûr- xeleka 22an

avestakurd







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1275