Dîmoqratî ,bi zimanê kurdî
Dîrok: ÇáÓÈÊ 27 ÓÈÊãÈÑ 2008
Mijar: gotar



  Ji xwendevanên hêja re em diyariyekê dikin ku ji vê hejmarê û pêve emê bi rojnama xwe re Dîmoqratî beþekî bi zimanê kurdî belav bikin......Lê jibo çi me ev biryar sitend .?
Weke tê zanîn ku ji nava weþanên partiya me kovara Gulistan bi zimanê kurdî heye, lê weke dîtina me û ji demeke dûr de me dixwest em di nava rûpelên rojnama xwe a dîmoqratî de beþekî bi zimanê dayikê belav bikin, , û me dît ku derfet li pêþiya me heye ku em vî beþî ji xwendevanên xwe yên hêja re derxînin.Lê bersiva pirsa me ewe, ku di dema aniha xwendevanên ku bi kurdî dixwînin hejmareke pir mezin di nav miletê me de çêbûne.


 ji hêleke din ve em di bînin ku weþanê ku bi kurdî derdikevin kêmin, ji lewra em dixwazin guhdanekê mezin bi zimanê xwe bikin, û bi alîkariya xwendevanên xwe ên hêja jî em dixwazin vî beþî fireh bikin, ji ber wê weke gaveke pêþî emê bi du rûpelan dest pê bikin, û heta ji me bê û bi alîkariya we emê vî beþî bi pêþ xînin û firehtir bikin. Ji hêleke din ve me didît ku giringiyeke mezine û pêdiviyeke ji me tê xwestin ku em vî karî bikin, ta em zimanê xwe bi miletê xwe bidin xwendin û xwendevanên xwe bêtir bi zimanê dayikê ve bidin bi xwendin.Ji ber wê yekê em dixwazin rûpelên rojnama xwe a Dîmoqratî bi beþekê kurdî jî bi xemilînin. û diyarî xwendevanên xwe bikin.

 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1272