Helbestvanê Kurd Qedrî Can, çep û welatparêz, xwedyê helbesteke rewan û vekirî: Nerînek rexneyî (9)
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 26 ÓÈÊãÈÑ 2008
Mijar: gotar



  Xalis Msewer

Kurte jiyana wî: Qedrî Can di sala 1911 yê zayînê de, li bajarê Dêrka Çayê Mazî li Kurdistana bakur ji dayik bûye, piştî dibistanên li bajarê xwe qedandine çûye Qunyayê û li wir tevlî hevalê xwe Reşîdê Kurd, dibistana mamosteyê xilaskiriye, lê ji ber zora Turkan daketiye binxetê li bajarê Amûdê rûniştiye, piştre ji bo razîkirina Turkan hukûmeta Ferensawî ku destlatdar bû li Sûryê, ew sergonî Şamê kiriye, li wir fêrî zimanê Erebî bûye, û bûye mamosteyê dibistanê, pişt re bûye endamê komela xweybûn, û li konfiransa wê ya dawî amade bûye, û tasêra Cegerxwîn û Osman Sebrî pir lê hebû, lê bi tasîra Xalid Begdaş bibû endamê partiya sosyalîsta Sûryê, ji ber wilo ramanên netewîyeke çep di serê wî de hatibû meyandin, û bi vê partiya sosyalîst hati bû tewanbar kirin û ketibû zindana mezê de.


Pişt re di salên 1941- 1942 an de, li bajarê Amûdê bûye serkêşê dibistana xezalê, û di nehê meha heyştan sala 1972 wan de serê xwe danî û çû ser dilovanya xwe.
Piştî vê kurte jiyana wî, emê niha werin li ser helbesta wî bi nerîneke rexneyî rawestin û bêjin: Qedrî Can di helbesta xwey nûjen de, gelekî bi ronî û eşkereye, ango bêyî şewaza nependiyê sirûdên organîze dike, çimkî helbesta wî herdem alîgirê netewî û kesên xizane, ji ber wilo divabe xwênerê wî jê fambike û zanibe ku çi dibêje, ta helbestvan jî karibe raman û fikra ku ew dixwaze belav bike û xweênerê xwe pê mijûlbike, ango mîna wî mîna helbestvanên Ereb, Mehmûd derwîş û Semîh El qasim û Tewfîq Ziyad de, û ji bilî yên Ereb jî mîna Bablo Nîroda û Lorkaye…hwd. Helbestên Qesrî Can ji hinav û dilê wî yê bi şewat tîne der, ku dijmina bizor ew ji cihê bav û kalên wî koçber kiriye, ji ber wilo herdem xweîna dilê Qedrî bi êş û kul û derdan diherike, û tucaran bajarê xwe Dîrka Çakê Mazî jibîrnake, û neçare wê rojekê kurdiatan azad bibe, û wê li cihê û warê xwe vegere, û bîrhatinên xwey piçûkaniyê li ber pesara çiyê, di bîra xwede bîne.
Di sirûda xwe ya bi nav nîşana(Dêrika Çayê Mazî) de dibêje:
Dêrika Çayê Mazî
Welatê bav û kal e
Lê sed hawar û gazî
Jê dûr ketim çend sal e
Ez li wê hatim dinê
Wê dergûshê, hejandim
Heywax hey mala minê
Dijminan, jê revandim
Qedrî bi navê bajarê xwe Dêrika Çayê Mazî, dest bi sirûda xwey netewperest û romans dike, û pê kul û derdê xwe tevradike, bi qêrîn û hewar kula dûrbûna ji bajarê bav û kalan dide xuyakirin, û tucar hedan û tebata wî li dinê bêyî bajrê wî nayê. Û bi keser û hesret dibêje: Ez li wê hatime dinê lê çibikim dijminan ez jê revandim!. Lê ta niha rêzên wî dû tişt di nav de têne xuyakirin. Yek jê rengê wêneyên naverokeke kilasîk û kelepûrîye, ku kelek caran di wêjeya kurdî de dûbare bûye  mîna-  welatê bav û kalan – jê dûrketim- ez li wê hatim dinê- hey wax hey mala minê - Û ya din. Hest û ihsaseke bilind lê ne ristesazî(ليست بشاعرية) di sirûdê de hatiye eşkerekirin.
Di sirûda (Şêrê Welat) de, bi gelek dildarî û bi germbûn mizgîniyê, bi hatina Berzanî ji sergoniya xwe dide miletê Kurd, û Barzanî mîna şêrê huste bizincîr dipesinîne û dibêje:
Mizgîn .. mizgîn.. gelî Kurdan
Roja Kurdistanî helat..
Berzanî hate niştiman,
Şêr hat.. şêr hat welat..
Mizgîn li we, Barzanî hat..
Çayê Zagros bê deng mabû,
Baxçe û bax bê reng mabû,
Ew meydana bê ceng mabû,
Roja Kurdistanê helat..
Şêr hat welat.. şêr hat welat..
Mizgîn li we Barzanî hat..
Navnîşana/Şêrê welat/ gelekî bi hêrz û lerze, û ev rêzên helbestî bi awakî dîscurs (خطابي) û mizgînî û qêrîn û navtîdan li darketine, lê bi peyvên pir hesan û bi wêneyên foliklorî û mozîkeke kilasîk û wêneyên bihîztok(الصورالسمعية) hatine rêzkirin, ku gelekî mirov li ber bayê mozîka wan nayê hejandin. Lê bêgûman mina Markis jî gotiye: Divabe em her tiştî di dema wî de lêbinêrin, ku ev wêneyên ha di wê demê de nûjen bûn û pir bi şewq û şemalbûn. Çimkî ev helbesteke serwext(مناسباتية) û netewîye, ji ber wilo bi pir germayî û şewat ji hinava helbestvanê hêja Qedrî Can der dikeve, û bi hêrz û bezm û rezm hatina barzanî ji welatê sorgûniyê ji miletê Kurd re dike mizgînî.   
Dîsanê hatina barzanî li welêt, mîna rojhilata Kurdistanê dibîne, ango helbestvan di ware azad bûna Kurdistanê de pir bi heyecan û bi hêvî û omîd dibe, û bi coşeke mezin hastên xwe û yên netewî tevlihev dike, û bi herdû rêzên ha - Çayê Zagros bê deng mabû- baxçe û bax bê reng mabû- Wêneyên jiyan kurda ya şikestî û welatê wan bêyî Barzanî dide nasîn, bê çiqasî Kurd û welat bêyî vî şêrê hust bizincîr di rewşeke xirab de derbas dibe. Bi van wêneyan helbestvan  çê li dengê şoreşa Barzanî dike ,ku vê şoreşê çiyayê Zagrosê bi tiving û topan dikire pêt û agir, û çiya û deşt û newalên Kurdistanê bi gul û kulîlkan dihate xemilandin. Bi firêza – Şêr hat welat- hatina Barzanî li welêt mîna hatin û vegera şêr dipesinîne, ev jî tê wê manê ku hatina şêr li cih û warê xwe ji çêlyê wî re eman û bê tirsîye.  
Aza bûye silêmanî
Sibe dora Mûş û Wanî
Mehabad, Sine, Banê!
Roja Kurdistnê helat..
…………
Ey biraderê Ecem!
Ixwan: Ereb el- eşem!
Ey… Demoqrat Turk qardaş!
Birader! Ixwan! Yoldaş!
Em heval û cîran in.
Dijminê Amerîkan in..
Ingilîzin.. Ingilîz..
Zînhar jêre ne bin lîz.
Serdarê me Berzanî
Tê xuyakirin ku helbesrvanê me ji rizgarkirina Kurdistanê, pir bi omîd û hêviye, û bi germayî dibîne ku bajarên Kurda yek li dûv yekî wê azad û rizgar bibin, îro Silêmanî rizgare sibe dora Mûşê û wanê û Mihabadêye, ew jî tê wê manê ku helbestvan kûr û fereh di warê yekbûna Kurdistanê de dirame û difikire, û ew di kurdistana mizin de difikire û mijûl dibe, Kuerdistanê jî bi giştî yek perçe dibîne. Û bi awakî rewan û bi peyvên xweş bang li miletên Ereb, Turk, Ecem, dike, ku me Kurda ji xwe re cîran û bira bibînin, û her yekî ji van miletan bi zimanê wan bang li wan dike, ango ji wan re dibêje: Vaye em pir bi we kêfxweşin û mafên nas dikin, deka hûn jî itirafê bi hebûna van cîranên xwey dîrokî li ser xaka wan bikin, û êdî bese mafê vî miletî bin pê bikin. Dîsanê ji van miletan re dibêje: Em Kurd birayên wene û dijminê Emerîka û Inkilîzin ku dijminê we û miletên bindestin. Evnajî ramaneke çep di mejyê helbestvan de tîne wê holê, û li vir xweş tê zanîn ku Qedrî Can netwe perêstekî çepe.
Rabin hûn jî bilivin,
Li doza wî bicivin…
Bêjin bijî Berzanî…
Xelaskarê insanî!
Qedrî bang li hemû mirovên dinê dike, ku ew jî bi Kuda re rabin li dor şoreşa Barzanî kom bibin, û vêre vê roja kurda ya tarî ronî bikin û doza mafê wan li mafxwara bikin, çimkî Kurd mileteke bindest û mafdare, û ji çi kesên xêrxwaz, nemaze gereke birayên wî yên Ereb û Turrk û Firs, li vê dozê xwedî derkevin. Weha tê xuyakirin insaniyet û mirovantya Qedrî Can ji me ve tê xuyakirin, ku xwe mirovekî kosmopolît di warê mirovantiyê de dide nasîn, û hemû gelan ji hev re bira dibîne. Lê ew di vir de tiştekî girng dide xuyakirin, ew jî çaxa dibîne ku bi serkrftina şoreşa Barzanî re, ne Kurd bitenê, lê insaniyet hemû bi ser keve, û Barzanî xelaskerê mirovantiyê dibîne çaxa jê re dibêje - Xelaskirê insaniyê -.
Di sirpda bi navê (Begê axir – zeman) de bi awakî tund dibêje:
Dostê min:
Dijminê postê min..
Begê axir zeman…
Ew zenbîla tu pê hat,
Nema datê ji ezman.
Benê wê riziya
Li nava rê qetiya,
Ew ket..
Ket nava derya sor,
Derya sor jê ra bû gor,
Derya sor
Di vê sirûdê de bêhna bayê sosyalîstê xweş tê, û êrîşeke dijwar bera begên axir zeman dide, ku ev dem ne dema waye, û van Begên berê ku xwe didîtin bi zenbîlan ji ezmana daketine, divê îro zanibin ku ew zenbîl li nava rê qetiyane, û di nav derya sor de hatine bin gorkirin. Bi peyva derya sor li vir çê li sosyalista sor dike. Weha bi vê sirûdê tabloyeke spehî û wêneyên herî xweş tîne ber çavê mirov, û di nav va wêneyan de derya sor ji zenbîla Began ya ezmanî re bûye tirb û gor.
Lê Qedrî tucaran ji dijmin natirse, sînga xwe dixe sînga wî û çavê xwe jê naqurmiçîne, û serok û deslatdarên  Iraqê mîna Nemrûdê piçûk bi nav dike û dibêje:
Nemrûdê piçûk
Me bi agir ditirsînin
Pif meşka vala  
Ey kevnarê sala…
Bawerya dilê me,
Taqeta milê me,  
Ji îmana Ibrahîm pirtire,
Ne kêmtire… 
Ango ev Nemrûdê piçûk dixwaze me kurdan bi agir bitirsîne, lê ew pifdike meşka vala û Kurd tucar ji piçûkên weke wî natirsin. Bêgûman bi tambloyeke helbestî vê sirûda xwe dixemilîne, û jevgirtinên tikistî(التعالقات النصية) di helbesta wî de têne xuyakirin, ku bi şêwaza filaşbakê(الخطف خلفاً) û bi awakî dahênan bikartîne mîna - Nemrûd û agir- ji îmana ibrehîm mestire – û vê vegera kevnar dîsanê bi kelepûra Kurdî ve dirêse, û dîrok û kelepûreke resen tîne berçavên xweênerê Kurd, û bi vî hawî karîbû germayeke netewî bixe nava xwênerên Kurd de, û wî bi egîtî û qehremanya bav û kalan ve agahdar û  hişyarbike. Go dîsanê em I rêzan vegerin wê li vir bê xuyakirin, ku Qedrî helbestvanekî rewşenbîr û hişyare, di alyê pirsgirêkên olî de xwe dyendar dernaxe, û bi zanebûn ola islamê di sirûda xwe de wezîfedar dike û dibêje: Îmana me ji ya Ibrehîm pêxembeî ne kêmtire. Ango nabêje zêdetire, çimkî Ibrehîm pêxembere û çênabe îmana kesin normal jê bêhtir be.
Lê divê sirûda li jêrîn de, Qedrî Can mîna Ejdeharekî Çînêye, agir ji devê w dire, û bi xurtayî doza raperînê li Kurda dike, û dibêje: Rabe zincîran bişkîne û zarokên xwey bêguneh ji bin zulim û zora xelkê derîne, derxistin û azadiya wan jî di riya rast riya Brzanî re dibîne ku dibêje:
Zaroyê te ê bê guneh
Ku bi hejmar hene neh, deh
Ji wê talûkê xilasbokin,
Di rêya rast re derbas bikin.
Weha me Qedrî Can dît, helbestvanekî Kurd, çep û netewperest bi hev re, mirovekî hişyar û zana û rewşenbîr, û xwdî helbesteke rewan û hesan bêyî nependî(الغموض), û bi rêzkirin û şêwazeke nûjen, lê bi naverokeke kilasîk, ku bêhna lewento ya kurdanî kevn û xweş jê difûre. Û dikare xwênerê xwe bixe nav hêrz û heyecan û coşeke mezin û bêhemta de.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1266