Kovara W Hejmara 22 an DERKET!
Dîrok: ÇáÎãíÓ 11 ÓÈÊãÈÑ 2008
Mijar: Nûçe



Xwendevanên hêja û delal,
Di havîna îsal a germ û xelabarî de em bi hejmareke din a Kovara W(e) li pêþberî we ne.
Gelî xwendevanan,
Dîsa jî em bi dosyeyeke xweser û taybet dertên hemberî we. Me di vê hejmarê de mijara dosyeya xwe Bavê Felekê hunermendê me yê nemir Mihemed Þêxo hilbijart.
Gelek alim, hunermend, nivîskarên hêja û delal ji nava kurdan rabûne. Lê kurd li wan kesan xwedî derneketine, heta dema ku jiyana xwe ji dest dane, ji aliyê xelkên din ve hatine payebilindkirin û xwedî li wan hatiye derketin; paþê wekî ku hiþê kurdan hatibe serê wan hêna xwestine li wan xwedî derkevin.


Yek ji wan kesên ku di jiyana xwe de qedr û qîmet nedîtiye  nemir Mihemed Þêxo ye. Mihemed Þêxoyê ku di jiyana xwe de her tim derdê feqîrî û hejariyê kiþandiye; bi halê xwe yê belengaz zor û zextên neyaran li ser xwe dîtiye û her li ber xwe daye. Lê heta ku li ser rûyê dinyayê jiyaye kes lê xwedî derneketiye. Lê piþtî ku li “Nexweþxaneya Dewletê Ya Sûriyeyê” jiyana xwe ji dest daye bi deh-hezaran kes li hev civiyane û darbesta Mihemed Þêxo dane ser milê xwe û ew verê kirine. Nêzî bîst salan e ku wî wefat kiriye. Me jî xwest ku em dîsa wî bi bîr bînin.
Her wiha ji derveyê dosyeyê çîrok, werger, pexþan û helbestên balkêþ di vê hejmarê de cihê xwe girtine.
Xwendevanên hêja,
Divê ku em vê yekê jî bibêjin, gelek nivîs û helbest hatine ber destê me, lê mixabin ji ber ku rûpelên kovarê bi sînor in, me hinek berhemên ku hatine hiþt ji hejmarên paþê  re. Bi vê bal û eleqeya nivîskar û helbestvanên me em gelek kêfxweþ û bextewar in.
Di hejmara beriya niha de ji bo Kovara Wyê Zana Farqînî bi Aramê Dîkran re hevpeyvînek pêk anîbû. Di vê hevpeyvînê de navên gundan çewt hatine nivîsandin. Navê gundê “Bamdê” wek “Bamda” navên gundên Farqînê “Tewerz” û “Zinzin”ê jî bi dorê mîna “Tawernê” û “Zimzimê” hatine nivîsandin. Em van çewtiyan sererast dikin û ji xwendevanan lêborînê dixwazin.
Heta hejmareke din bimînin di xweþiyê de....

N A V E R O K / W-22
Naverok
* Ji Edîtor  2
* Apê Mûsa / Abdurrahman BAKIR   3
* Birîna Reþ / Arjen ARΠ 6
* Êvar / Nesrîn NAVDAR   7
* Ji dîroka Amedê çar rûpelên wendayî / Receb DILDAR  8
* Destpêka felsefeyê û taybetmendiyên erdnîgariya Îyonyayê / Alî GURDILÎ.. 12
* Kengî mirim / Tewfîq YAÞLI  15
* Mizgefta Mishefa Reþ / Bahadîn ROBAR 16
* Deþtenazê xemrevîna dilê azadîxwazan / Mehmûd Badilî   17
* Baþûrê Biçûk / Rizoyê XERZΠ 19
* Standardên jiyanê /  Dorothy Rothschild Parker 20
* Tol zava ye mirin bûk e / Selmet GULER 24
* Rotiþê yewbanî / Mehmûd NÊÞITE 28
* Þorê / Ronî WAR  32
* Tirs / Behlûl ZELAL  33
* Çîroka evînê / Omer Fîdan 35
* Niha di koçberiyê de / Mehmûd Derwêþ 38
*  Ciwan ji muzîka populer hez dikin / Hevpeyvîn: Sedran C NEWADAR  39
* Peþkên þeva bilome / Berken BEREH 42
* Nexþeya min / Îlhamî OZER 43
* Mastê koçeran / Dilkanî 44
* Mirad / Mehmet DEVÎREN  45
* Xatûn / Sîpan XIZAN 46
* Mistefayê Bohtî û strana “Were Dînê” / Hîlmî AKYOL 47
* Pirtûkxane  80



Dosye:
Evîndarê Gulê
MIhemed Þêxo


* Destpêk û  zelalkirina çend xalan / Azad ZAL - Dîlan AYDIN 50
* Jiyana Mihemed Þêxo û hunera wî / Îbrahîm EBDÎ û Miþelê OSMAN 53
* Stran sînoran nas nakin / Qado ÞÊRÎN  57
* Mamosteyê ola Îslamê û hunermendê gelê xwe; Mihemed Þêxo / Îkram Balekanî  61
* Kurtejiyana Mihemed Þêxo / Sedran C. NEWADAR  63
* Mihemed Þêxo û hilbijartina gotinan / Konê Reþ  66
* Dema bilbil bo gulê dixwîne Bavê Felek tê bîra mirov / Tayîp TEMEL  67
* Nefela çarpel / Rêwar Evîndar   68
* Hevpeyvîn bi kurê Mihemed Þêxo Birûsk re / Hevpeyvîn: Mustafa Gazî  69
* Nameya Mihemed Þêxo ya destnivîskî / M. Xelef - S. F. Moctevî  71
* Nalîna axa bi þewat; Mihemed Þêxo / Mehdî Mutlu  72
* Awaza evîndarî û dengê yekîtiyê Mihemed Þêxo / Mizgîn DÎLAN 73
* Xwedîderketina li miriyan / Rizoyê Xerzî  75
* Çend stranên Mihemed Þêxo digel notayan / Amadekar: Sedran C. NEWADAR  76

Zarathustra News- zarathustra_news@comhem.se


 

 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1243