Grûpên rewþenbîrî û çanda jibîrkirî
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 10 ÓÈÊãÈÑ 2008
Mijar: gotar



  Melevan Resûl

Þaristaniya miletan bi metodên renga reng têne avakirin , helbete ew þaristanî bi serê xwe nikare xwe ji pêmaya mirovanî bibire , gerdûn weha hemî bi beþdarbûn û çavkaniyên cor becor tê xemilandin , di qûnaxên kevn û serborî de çavkanî hemî diherikin ser hev û her miletek li gor hoyên xwe yên siruþtî û vehûnandina navbera mirov û jiyanê de her yekî li gor pîvanên xwe þaristanîk avakiriye bi werkirina tam û çêja xwe pijandiye û li ser qoçkan kelandiye , di encamê de þaristanîk bi nav û nîþankirî ji pêmaya wî miletî derdikeve .


Mebesta min ji tam û çêja borî ewe ku bêjim : þaristanî bi çend hokarên bingihîn têne avakirin her ku alavên pêkahatîn wekî hev di destê hemû miletan de ew bi xwe bin jî , mîna ku çawa mozîkjenên amîreke mozîkê mîna hev li ser estromentan dixebitin , lê her yek ji estromentan li gor pisporiya xwe dibe afrêner di hunera mozîkê de ,  her weha di wênesaziyê de û di gelek radeyên hevbeþ de , lê mirov di dawî de li ber afrênerek bi nirx rûbirû dibe û ew berhem dibe dewlemendiya çanda gerdûnî .
Vêca ka em vegerin li çanda netewan temaþakin ka çandên xwerû û xweser girêdayî taybetmendiya miletan heye yan jê na ?
Bê guman diyare ku þaristanî grêdayî çandên rengîne , heger çandên netewî peyde nebin , ew þaristanî tu carî nikare berhemdar be û bi pêþ nakeve yan wê qels û lewaz bimîne , ji vê jî dozê miletan rewa ne dema doza mafên çandî dikin ji ber du sedeman , yek jê xweparastina xwezayetiya mirovan e , û ya din jî tam û çêjkirina berhema þaristaniyê ye .
Helbete ramanê çandî bi pêdawistiya xwendin û fêrbûneke têgihiþtî heye , ji ber ku piraniya berheman bi alava raxistina raman , da wergere peyv û gotinê heye , ji lew tevgera kurdî heger ji mafê çarenûsê were xwar , lê ew tu caran ji mafê nasnama çandî nikare bikeve , di dirêjahiya xebata tevgera siyasî ya miletê kurd li rojavayê kurdistanê sûre da mafê çandî bi dest xwe ve bîne û xebatek kiriye her çendî ne li gor daxwazan be , ji encama qelsbûna xebata ji bonî pêþvebirina çanda kurdî , di demên dawî de gelek kom û grûpên rewþenbîrî xwe bi navkirin û navê çanda kurdî ji xwe re kirin sembol û paþnav , bi rastî jî ew hewldan tenê dibe cihê rêzê , her wekî xebata vekolîn û pêþvebirinê di ber de bi qasî tê xwestin nehatiye dîtin , lê bi qasî tê dîtin ku ew grûp hîn nekarîne xwe ji bin bandora serdestan azad bikin û nasnama xebatê di bin siha wê de eþkera bikin , valahiya rola rewþenbîran bi awakî neynî dagirtine , em naxwazin ku ew di xemsariya tevgera siyasî re bibûrin , û doza avakirina dîwaran di navbera xwe  û nijadên din hildin , lê ji mafê meye em kesayeta çanda kurdî bi parêzin û xebatê di ber pêþvebirina wê de bikin , ji berya em ji erkên xwe yê netewî bibînin , ew erkek sincî ye , pêdivî bi hestên baweriyê heye , ji encama talankirina li ber çavê hemû kesî ji çanda kurdî re tê xuyanîkirin .

Di baweriya min de heger milet û welat bi tevahî were talankirin lê tenê ziman , kevnetor , wêje û çanda kurdî bimîne parastî ? netewa kurd bi giþtî wê ne xûme ser çokan û ji bejn û bala xwe nekeve . 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1242