Remezan Hat
Dîrok: ÇáÃËäíä 01 ÓÈÊãÈÑ 2008
Mijar: Helbest



Seyid Feysel Muctevî
Barê gunehan bêxe ser avê remezan hat
Bê bari,sivik ver tu bi ravê remezan hat

Pêvîste nemînit ji dil elvahi kudûret
Lev baþe biþo keibê gulavê remezan hat

Ka surme bikêþî bi du çavan ku bibînî
Mêvanê dilovane sefer tê remezan hat

Nûsaye[1]gelo bo te xudê mehke sîyamê[2]
Da can û cesed bête selamê remezan hat


Nahêle bi zehmet bikevin ev xwe rehîme
Go yê ku diþê bigre sîyamê remezan hat

Dev bigri ji xarin û vexarin û nexweþ bî
Ev cirm û gunahe bi kelamê remezan hat

Birsî dikî zik qedri feqîran tu bizanî
Nankê bide des jar û xizankê remezan hat

Bo sote dilan melhemekê bigre birînê
Paþa vere der bêje mi meh dî remezan hat

Iþkandi eger destê eqil darê hevesran
Cebbar bike destê þika vê remezan hat

Seyyid nebe meh bê û xeva þev te giran be
Bê qedri bimînî ji xevê hê remezan hat

Seyid Feysel Muctevî
Sayedfaysal@yahoo.com
Sine 2008-08-31
Helbest : Xezel
Vezn : Mefoûlo Mefailo Mefailo Feoûlun
Behr : Hezec,Musemen,Exreb,Mekfûf,Mehzûf

-----------------

[1] Nivîsîye bi zarava kelhur
[2]  rojîyê








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1229