Hevpeyvîn û bêhnvedanek hunerî bi hunermend Luqman Ehmed re û xwendina hunera kurdî!!!
Dîrok: ÇáÃËäíä 01 ÓÈÊãÈÑ 2008
Mijar: Hevpeyvîn



  1- Kurte jiyana hunermend Luqman Ehmed?
Li bajarê Dirbêsiyê hatime dunya yê, xwendina seratayî li wir kir, paþê em hatine bi malbatî bajarê Hisiça, û xwendina xwe lê tewakir û min dest bi hunera þêwekarî kir.

2-Huner tê girêdan bi talantê ve, lê ji bilî wê çi jî heye? Win çi dibêjin di vê buwarê de?
Huner kare di dawiyê de, divê yê hunermend baþ metryalê xwe binase û têkeve piratîka rojana wî bi xwendina bilind di derheqa mijar ên hunerî de, û bi hobûna dest û çavê xwe di aliyê tekenîkî de… xwe ji kar dûr nexwe.


3-Guhestina jiyan û dastanên kurdî li ser tabloyên hunerî, çi wateya wê heye?
Ev diyaloga di navbera musîk û rengan de ye, çawa em dengê kurdî bi hemû tonên wî þiroveyî reng û xêzan bikin, di mebesta xwe de du tiþt hene yek jê hunerîye bi asoyên aferandinê ve girêdaye û ya din bi nivîsandina dîroka mêrantî û dilsoziya gelê kurd ve  girêdaye, bi rengekî ciwan û modêrn.

4- her tabloyek û wêneyên wê dîrokek wî heye, li cem luqman gelekî reng têne xuyanêkirin û ji bilî hesp, erbane û jina kurdî, ev çawa tê þîrovekirin?
Ev dîroka mine (xezeba mirina siwaraye, bi evîn, qehremanî, naz û kêfxweþiya jiyana wane) evana rastiya baweriya mine di buxçika kurdî de.

5- ji dervî hunerê, luqman û nerîna wî li ser pîrekê?
Paþeroja zilam e weke Luîs Argon dibêje. Buhara jiyanê ye.

6- guhdana hunermed luqman bi zarokan, vedgere çi?
Vedgere zarokê di nava min de, û hîna xwe nedaye nasîn wek hezarên zarokê kurdan, bê guhdan û bê hezkirin mezindibin……dibin nîþana hesan ji nîçîra deshilatan re, dive em wan kedî bikin bi zanên û hezkiin.ji bo bibin xwediyê roja xwe.

7- karê hunerî yê kurdî di çi astî de ye?
Hîna li xwe digere, weke her tiþtê kurdiye, lê dîsanê gavên pak radide bi keda serborên taybet ji aliyê hindek hunermendan ve.

8- di kultura gelêrî de, hinek cudabûn di nav bera hunermend û civakê de heye, çima? Û wê çawa ev nerîn bê guhertin?
Ev kultura civata meye, tenê ya gotinêye, gelek sedem ji wê re hene, kultura bînerî( hunerî) ne ket nav piratîka rojan ji civakê re, ev pirobleme di stûna avakirina civakê de ye û di roja îro de pir zehemet buye.

9- ziman û karê hunerî û rewþenbîrî, û pirsgirêka kurdî, wê hunermend luqman ji mere bi hevre girê bide?
Tevde cokin , divê em wan bi ser hev vekin ji pêla avayê bilind û bi hêz be, tevde hev temam dikin.

Luqman Ehmed:
- di sala 1972 li bajarê Dirbêsiyê hate dunyayê.
- Çalakî û pêþangehên têde beþdar buye:
- Pêþangeha (hunera kurdî) 1998.
- Pêþangeha tevayî li Hessekê 1999.
- Pêþangehên tevayî li galîriya Êbla li Helebê di salên: 2001, 2002, 2003, 2006.
- Pêþangeha tevayî li galîriya Al-xancî 2002.
- Pêþangeha tevayî li bajarê Misyaf 2003.
- Pêþangeha tevayî li Siwêsra 2004.
- Pêþangeha tevayî li festîvala Batman 2007.
- Pêþangeha tevayî li navenda çandî li Hessekê 2004.
- Pêþangeha tevayî li navenda çandî li Serêkaniyê 2005.
- Pêþangeha tevayî li navenda çandî li Qamiþlo 2006.
- Pêþangeha tevayî li galîriya Êbla li Helebê 2006.
- Pêþangeha tevayî li D.S.M li bajarê Diyarbekr 2007.
- Pêþangeha tevayî li navenda çandî li (sînema yelmaz gunay) li Batman 2008.
- Berhemên hunerî ji gelek pirtûk û berhemên (kurdî, erebî)

------

Jêder: Govara HELEZ hejmar (3-4)








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1228