Barana payîzê, þûþtim
Bi germa xem û xweþiyan...
gehiþtînêk ji bo jêk dûrkevîn
çi bibe, bila bibe!
noke min bibe def xwe
dizanim kuçkirna min çarenûs e,
her wekî viyana min
dizanim ku þevên min dirêj in.
Girî dê davên xwe rêsît
xweþiya evro, xema sube ye
xema evro, kenyada sube ye.
Di dozexa xwe ya þox û þeng
min hembêz bike.
Dilê xwe dê bo te hêlim,
barkem dûr,
dûr zeman
dûr zemîn.
Fêrî derbederiyê û koçkirinê bûm,
fêrî elfebêtkên Teniyayê û xemokiyê bûm,
fêrî nalîna þevên bêdar bûm.
Di bajarên pêþesazî de
beringarî þevên xwînmêj bim
bi dilê trumpa xewa bê êþ.
piþta xwe bidim paþe rojê
bila çavên min ser rojên reviyayî
helawîstî bimînin.
Gulnar Elî
23-6-06
Duhok
Nikirin 16-8-08