Teriya Ker
Dīrok: ĒįĆŃČŚĒĮ 13 ĆŪÓŲÓ 2008
Mijar: gotar



  Abbas-Abbas

Ji wan gundên ku Mamosta Cegerxwîn î nemir, xebata xwe ya netewpwrestî bi helbestên xwe yên xwež û žêrîn, li rojavayê kurdistanê derbasdikir, gundê Nisran jî yek ji wan bû!…..
Li oda Mehemmedê Abês, Axayê rewženperest, her tim Mamosta Cegerxwîn lê dibû mihvan û çalekiya xwe ya žorežgerî, bi ramanên pêžvero ku dij kedxwar û necadperestan bû, di nav helbestan de dida diyarkirin!….


Tora wî  ya herî taybet, ku gelê kurd Mamosta pê dinasîn, ew bû ku her tim ji dîroka kurdên qeherman, mînak di her babetî de ditanîn ser ziman, wilo jî Mamosta wek rexnegeriyekî hižik, dij olperestî û necadperstiya bê semyan dida nasîn!…. Ev jî dikir ku her kes di her kêliyê de, ji gotinên rexnegeriya wî re amadebin û bi dilžadî lê bibin guhdar!…..
Wê rojê, di oda gundê Nisran de, Nemir bê deng bibû, û ne wek tora xwe di axifî!….Lê wilo jî, li tisbiya sed û yek lib, ya di nav tiliyên Sofî Xelefê Hexî de di zîvirî, mabû xar û çavnehêr, çerq çerqa wan bû, libe lib bi lêvên ku bê deng tižtek di gotin, dihatin  berdan .
Hižê Mamosta di vî karê ku baž bi watiya wê de digihižt, mijûl bibû!….Hingî ku bêhneke baž çavên wî bi vî karî ve me nêhêr, bi dengekî bang li Sofî Xelf kir û bêhnekî car dî bê deng bû û ponijî .
Sofî Xelef, mirovekî birûmet û aqilmend, di nav gelê Nisran û li gundên der û dora hatiye nasîn, lê mixabin ku wilo jî perîžan û dirûma wî pir tengezar bû!….. Mamosta Cegerxwîn jî, bi vî tižtî dizanê!…
Sofî Xelef, Li Cegerxwîn nêhêrt û bi dilžadî got:
-Belê… Mele Žêxmûsê delal!….
Sofî Xelef, mirovekî olperest bû, loma jî bi navê Mamosta yên rastî bang lê dikir!….
Mamosta bi kenekî sar re axeftina xwe berdewamkir û got:
-Sofî Xelef, perîžanî ne gunihe û ne žerme…..Ne wilo?…..
Sofî Xelef, serê xwe bi watiya erê hejand û bêdeng û bi madekî tirž serê xwe tewand!…
-Êêêê……Baže….Ji rojhilat ve, ez li tizbiya te temaže dikim, ti ne westiyayê û ji wan jî heya aniha bê encamî!…
Bi kenekî sivik re, bersiva wî da û got:
-Êêê.....Zikrê navê Xwedê xweže ....Mela Žêxmûs!....

-Belê Sofiyê delal.....Ez zanim ku xweže, lê tu nanê bi te û zarokên te nadê!....Ev karekî bêxelate!....

Sofî bi madekî tirž, bersiva vê gotinê da û got:

-Nanê zarokên min, ji tu kesî nehatiyê xwestin!....

Mamosta têgihižt ku pir dûr çû!....Lê wilo jî, ji ya xwe nehat xwar û jibo ramana di serê xwe de pê bidê diyarkirin, gotina xwe berdwamkir û got:

-Belê Sofî Xelef, lê daxwaza min ewe, da ku ti karekî bi semiyan bikê û di bere jî Xwedayê xwe bidê razîkirin!.....

Sofî Xelef, wek hemî peyayên di odê de, lê man çavnêhêr û gudar.

-Pir hesaniyê, ku ji dêlvan tisbiyan ve, gulok rîs û du darkan jibo rîs, bi destê xwe bigirê û tevna çot gorên gerim di vê zivistanê de bidê rîskirin!.....Di bere û li her qilpokekê, car dî navê Xwdayê xwe bibêj!....Hingî, te Xwedayê xwe razî kir û wilo jî te du çot goreyên hêja, jibo zivisatanî dan hûnandin!......Heger tu wan bibê bazara bajarê Tirbespyê, ez di wê baweriyê de ku di bêhnekê de wê bên firotin!....Êdî wilo, pismamê delal, te du çûk bi kevirekî dan kužtin!.....Xwedayê xwe razîkir û zarokên xwe jî bi xelata vê keda han, ji perîžaniyê parastin!.....

Sofî Xelef, bi kenê sivik re, ku li ser lêvan diyar bû, li mirovê di kêleka xwe de zîvirî û bi quretî û bi dengekî bilind, got:

-Hûn dibêjin, ku Mamosta Cegerxwîn dîne!.....

Ji wê rojê û virde, Mamostayê ku dîn bû, navê tisbiyên sed û yeklib,  kir....Dûvên Keran!....


10/02/1996-Aachen







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1202