Ževbūhźrkek li ser Zar ū Zimanź Kurdī li Girkź Legź
Dīrok: ĒįĆĶĻ 10 ĆŪÓŲÓ 2008
Mijar: Nūēe



Di 7ê vê Tebaxê de, Nivîskar û Zimanzaê Kurd Aržek Baravî bû mêvanê bajarê Girkê Legê. Di destpêka ževbûhêrkê de, yek ji rêveberiya Girûpê bi xêrhatina Baravî kir, û hemi beždaran, û ji beždaran xwest ku bêhnek bê dengî li ser canê žehîdên Kurdistanê rawestin.
Pažê gotina Girûpa Gulana çandî – û Girûpa Girkê Legê hat xwendin, û di gotinê de diyarkirina ku her dû Girûpa mizgîniya yekîtiyê didin beždaran. Di pey re, kurte jiyan  û berhemê Nivîskar Aržek Baravî hatin diyarkirin, êdî delîve dan Baravî ku mijara xwe ji beždaran re bixwêne.


Baravî, berî ku mijara xwe bixwêne, žahî û kêfxwežiya xwe diyarkir ku îro mêvanê Bajarê Girkê Legê ye, pêre jî bi xêr hatina hemi beždaran kir, û pîroziya yekîtiya her dû giropan jî kir, û hêviya sûdegirtinê ji vê ževbûhêrkê kir, ku wek beždar û wek wî jî sûdayekê ji guftûgoyê û nerînên beždaran wergire.

Êdî Baravî mijara xwe xwend, bi zimanekî xurû Kurdî, ku bû wek piroblemkê ji têgihêžtinê re, ji aliyê beždaran ve, ev problem diyar bû, di dema ku gelek pirs ji beždaran hatin, ku ji Baravî xwestin, wateya çend peyvên kurdî ku biyanbûn li ser guhê beždaran, êdî Baravî neçar bû ku bi zimanekî herêmî ji wan re wateya gelek peyv û hevokan ji beždaran re žirove bike.

Di aliyê rêzmanî de jî Baravî bi awakî akadimî, li ser zimanê kurdî rawestiya, hin nêrîn bûn cihê dan û standinê, lewra carcaran, Baravî bi hers û dengbilindî bersiva hin beždaran dida.

Di dawiya ževbhêrkê de, hemi beždaran û rêveberiya Girûpê spasiya xwe ji Beravî re pêžkêžkirin, û hêviya serkeftinê jêre kirin di kar û xebata wî yî pîroz de.







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1199