û çi piştî vekirina jêkcudahiyê
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 05 ÃÛÓØÓ 2008
Mijar:



  Sernivîsa rojnameya DENG *

    Her dûvçûyê pêvajoya rûdanan dibîne ku pêşiyên livne ramyarî yên din xuyadibin di asoyan de, an jî ew wan bûyerên di van rojên hindik ên dawîn de temam dikin, nemaze êvara lihevkirina Dewhayê û pêrabûnên meydanî li dûv wê wek bicihînanek praktîk ji tiştê ku li ser rêkkeftin pêkhat di navbêna rexên xemxur û xwedî têkelî de.


Rijêma sûrî jî bi hemî hêzên xwe yên diplomasî û agahdarî hewldide ji bo ku wan rêkxistin û pêrabûnan bikarbihîne di xizmeta armanca xwe de ji bo jêkcudahiya navdewletî û herêmî û erebî ji dor xwe veke, û her carekê berê xwe bide fêlbaziyê ji bo ku xwe bide alî ji pêdiviyên pêwîst an xwe bi dûr bixe ji pêgîriya bi wan bi rengê rastexwe û aşkere..
    Ji layê navdewletî de, û piştî çalakiya xwe ya six di qada ewropî de (û bi taybetî ya Frensa) dixwaze temam bike bi Welatên Yekgirtî yên Amerîkî re, û destpêkir bi serdana amerîkayê bi şandeyek nemîrî ya pêkhatî ji sê kesatiyên akademî , bi daxwaz û rêkxistina melbenda «vekolan bo bingehek hevpişk» û grûpa karî ya amerîkî – sûrî ku wê melbendê ew sazkiriye, û pêktê ji 16 endaman (8 amerîkî ne û 8 jî sûrî ne) bi rengekî gêreyî li hev dicivin ji bo lêkolîna di şêweyên çakkirina têkeliyan di navbêna herdu rexan de, bi armanca  hevpeyvînê û karê ji bo hilandina sedemên tengijînê di navbêna Dîmeşqê û Waşingtunê de. Şandeyê daxwazek fermî kiribû ji lijneya têkeliyên amerîkî – îsrayîlî ji bo ku civîneke taybet bi berpirsên wê re li dar bixe, nemaze – li gorî goteka şandeyê – qonexek nû he ye ji bo devera rojhilata navîn, û Yekîtiya Welatên Amerîkî berê xwe daye veguheztinê di kargêriya xwe de..   
    Di qada herêmî de jî, rijêmê berê xwe daye avakirina têkelîne normal bi dewleta Îsrayîl re di heman dema temamkirina kiryara aştiyê de li deverê yek bi yek. ji layekî din de jî, û tevî nakokiyên dîrokî yên kûr – ji sedemên cugrafî û xakên binzeftkirî – di navbêna ereban û gelek dewletên deverê de, yên bê çare mayî, nemaze Îran û Turkiyê, hîn rijêm dev bernade ji hevbendiya xwe ya stiratîjî bi ya yekemîn re (Îran) tevî geflêxwarinên navdewletî jê re yên huşdariyê dikin bi vêketina metirsiyên ku dibe dawî nebaş bin, û di heman demê de jî rijêm kardike ji bo avakirina hevbendiyek xurt bi ya duyemîn re (Turkiyê) tevî helûmercên wê yên ne li ser hev û zêdegaviyên wê yên berdewam ji mafên meriv û gelên pêkve dijîn re û qelsbûna têkeliyên wê bi layê navdewletî re, tiştê ku nîgeraniyê peydadike li cem layê ereb û hêzên wî yên ramyarî û yên sivîl ji ber zanîna wî ya dîrokî ji xuristiya herdu hevbendan re û rola wan di maytêkirina di îşên cîranan de û dîroka wan herduyan ya imperatorî û temmahiyên wan ên diyar û xewna wan a vegerandina navdariyên berê di jêrdestkirina deverê de tevî ku bi reng û şêwene ne wek berê..     
    Di layê erebî de jî, rijêm xwedî têkelîne baş e bi çend dewletên ereb re, û ew hewldide ji bo nûjenkirina têkeliyan di gel çendên din..  rêkkeftina Dewhayê û bidestxistina seroketiya kumta erebî jî alîkariya rijêmê kir di vî biwarî de, çimkî ew rêxweşdike ji aştbûnek felestînî – îsrayîlî re di rêya hewildana ji bo nûjenkirina layê felestînî, û kardike ji bo avakirina têkelîne diplomasî di gel Libnanê, û hewildide ji bo rêkxistina serdanekê ji Seûdiyê re dibe ku pêşekî be an rêxweşkirin be ji yên din re wek Misirê û hindek dewletên ereb ên din.         
    Xwendineke yekemîn ji vê dîmena polîtîkî re dihîne ber çavan hevdijiya gellekan ji rûyên têkeliyên polîtîkî, nemaze ku em di bala xwe kin nelihevhatina rewşa navxweyî bi pêdiviyên wan têkeliyan re, nemaze yên navdewletî, ango guhertin nîn e di layê niştimanî de ji bilî berve xerabiyê de, çi ji layê siyaseta stemê û serkutkirinê û tolvekirinê û girtina devan û qedexekirina azadiyên giştî û berdewamiya fermandanên irfî û dadgeh û yasayên awarte de, û çi ji layê rewşa milletê kurd de yê hîn dijî di bin siha stemê û bêparkirina ji sadetirîn mafên neteweyî ji ber siyaseta şovenîst a bikartê û yasayên regezperest ên stemkar ku mila wî giran dikine ji dehan sal de, û çi jî ji layê barê gennîbûnê de ya belavbûyî di hemî navberên dewletê û civakê de û nizimbûna radeya jiyana civakî û aborî, di gel bedhaliya jiyarî çi bi ziyadbûna nirxan an bi nizimbûna hêza kirrînê li ba hevwelatiyî ji ber bêkariyê û barê hişkatiyê ku werzên çandinî û samana canewerî da ber xwe, nemaze li deverên Cizîrê û parêzgehên çandinî bi gelemperî..        
    Ji vir de, ew rêkxistinên dawîn û têkeliyên nûbûyî bi hemî têkhilkêşan û tevderbasînên xwe yên navdewletî û herêmî û erebî re, û encamên wan ji giranî û berpirsiyên bingeh danîne ji bo çarene an pişkdarî kirine bi vî rengî an bi yê din di jihevxistina guşguşiyan ..h.d, ev hemî nabe bi karê diplomasiyekê be ku dixwaze jêkjudahiyê ji ser Sûriyê veke bêyî ku ti encam an pêgîrî çebine ser rijêmê li Sûriyê û siyaset û xuristiya wê weku digelçûna kiryara guhertinê ya di cîhanê de li dar pêktîne ji layên navxweyî û derveyî de tevî ku qonaxqonaxî be..  
    Û wilo, ji rewşa ramyarî ya li dar di rêya têkeliyên navdewletî û bûyerên kiryara guhertin û veguheztina demoqrat re, û ji vegera li nîrên berî rêkxistinên dawîn, û pestanên navdewletî li ser deverê û dirjangên wan nemaze li ser rijêma di welatê me de, û metirsiyên ku hîn li dora wî ne, nemaze bi nêzîkbûna karê dadgeha navdewletî ya taybet bi reşkujiya serokwezîrê Libnanê yê berêtir Refîq Elherîrî û reşkujî û gunehbariyên din, em dikarin bibêjin ku hemî gav pevgirêdayî ne û di zincîreyek tevgihêjtî de ne destpêdike ji yê girîng de berve yê girîngtir de, û hemî di gel hev bê guman hevûdu temam dikin berve guhertinê û veguheztina demoqrat de, nêzîk be an dûr be..  
    Lê, dimîne em bisekinin li cem rewşa navxweyî û pêwîstiya çendcarkirina liva ramyarî ya niştimanî ya ku bê guman alîkariya temamkirina fakterên lezandinê dike di kiryarên guhertinê de, yên du tiştên bingehîn divên: yekem ew e hevpeyvîna rijd di navbêna hemî pêkhateyên civaka sûrî yên neteweyî û ayînî û ramyarî û bi taybetî ew ên bi şiyan û bawer bi guhertinê ji bo gihêjtina darêjtinne nû yên rêkeftî di bernameyên  hevpişk û belgename û yasayan de û heya destûrekî hevçerxî nû. Tiştê diwem jî ew e rijdiya kar û çalakiya kiryarî berve şikandina dîwarê tirsê de û bilindkirina dengê maf û azadiyê di şeqama ramyarî û cemawerî de berve bicihînana xewna civakê de bi avakirina dewleta maf û yasayê, di jiyaneke ramyarî nû de li gorî bingehne demoqrat ku mafan misogerdikin û erkan jî disepînin bêyî cudakarî bi sedema hatnepala ramyarî an neteweyî an olî, û wek ku dad û wekheviyê pêktîne di neqeba hemiyan de, di jiyaneke tijî ji birayetiyê û pêkxweşiyê, û wek ku xizmeta yekbûna welatî û pêşveçûna wî dibîne.. 
DENG

Ferhengoka sernivîsê:
Awarte - استثنائي
Aso - أفق
Bar - حال
Belgename - وثيقة
Bi şiyan - مؤهل
Bedhalî – سوء الحال
Bingeh - أساس
Bûyer - حدث
Pêvajo - سياق
Canewer - حيوان
Cudakarî - تمييز
Çendcarkirin - مضاعفة
Çakkirin - تحسين
Çalakî - نشاط
Dîmen - مشهد
Digelçûn - مواكبة
Darêjtin - صياغة Nemaze - خاصةً
Endam - عضو
Erk - واجب
Fermî - رسمي
Fakter – سبب، عامل
Fermandan - حكم
Fêlbazî - مراوغة
Gotek - زعم
Gêreyî - دوري
Gunehbarî - جريمة
Girîng - مهم
Hevpişk - مشترك
Hilandin - إزالة
Huşdarî - إنذار
Hevdijî - تناقض
Hatnepal - انتماء
Hişkatî – جفاف
hevçerx - عصري
Helûmerc – ظرف، وضع
Jêkcudahî - عزلة
Jiyar - معيشة
Jêrdestkirin – هيمنة، سيطرة
Kesatî - شخصية
Kargêrî - إدارة
Kumt - قمة
Lezandin - إسراع
Maytêkirin - تدخل
Melbenda - مركز
Metirsî - خطر
Nemîrî – غير حكومي
Navber - مفصل
Navdarî – مجد، شهرة
Normal – طبيعي، عادي
Nîgeranî - قلق
Nakokî - خلاف
Nûjenkirin – ترميم، تحديث
Pêkxweşî - وئام
Pevgirêdayî - مترابط
Pêşekî - مقدمة
Pêkve dijîn - متعايشة
Pêwîstî - ضرورة
Pêgîrî - التزام
Praktîk - عملي
Rêkkeftin – اتفاق، توافق
Rûdan - حدث
Rêkxistin – ترتيب، تنظيم
Rol - دور
Reşkujî - اغتيال
Rijd - جاد
Regezperest - عنصري
Rade - مستوى
Rêxweşkirin - تمهيد    
Rex - جانب
Qad – ساحة، ميدان
Sivîl - مدني
Six – مكثف، كثيف
Stem – استبداد، اضطهاد
Serkutkirin - قمع
Saman - ثروة
Sadetirîn - أبسط
Sazkirin - إنشاء
Şande - وفد
Şeqam - شارع
Têkhilkêşan - تشابك
Tengijîn - توتر
Temmahî – طمع
Tolvekirin - تنكيل
Tevderbasîn - تداخل
Têkelî - قرار
Vekolan - بحث
Veguheztin - تحول
Werz - موسم
Xemxur - معني
Xuristî - طبيعي
Zêdegavî – انتهاك

---------

* Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya parta Azadî ya Kurd li Sûriyê - Hijmar 96 – Tebaxa 2008 ê

Jibo daxistina vê jimarê, li vir bi tikîne







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1189