Jiyan û helbestên Payîzeke þîn
Dîrok: ÇáÃÍÏ 03 ÃÛÓØÓ 2008 Mijar: Nûçe
Payîzeke þîn, pirtûka siyem ya helbestvana hest nazik Tirîfa Doskî ye. Ev dîwan ji aliyê (Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Duhok) hatiye çapkirin. Hêjayî gotinê ye, Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Duhok heta nuha 135 pirtûk çapkirine. Payîzeke þîn, 31 helbestan dinimîne, li bin van navûnîþanan:
Heyran, Namek, Gaveke bê wext, Hewar, Tu û þev, Peywendiyên min, Pirsiyar, Werzekî tijî, Duhok, Xewneke baranî, Welatê bêwejinekê, Jinek, Dalehî, Payîz, Þeveke hiþk, Rehend, Hergîz, Du`a, Bê min, Þerek spî, Simfonî, Jimare, Awazek þaî`ran e, Mêyek û jimare, Çend henasek, Me wekû piyawekanî þarekem mebe, Hêvînê þevan, Valantayin, Çend awazek, Deh xewn, Salek ji avê.
Xerîbî:
Þev dibûrît piþtî te û her gavek çerxek e. Tenahiya xwe hemêz dikim, her þev hizra dilê xwe dikim. Min tu bi destêd xwe mezin kirî,
gorî te bim, tu ji mijûlankêd min nêzîktir î Were di nava wan de
xem û xerîbiya xwe bîne û têr binive di çavê min de. Gorî te bim, bê sermedî jiyan biyabaneke tijî strî û dirî ye. Gulêd min bi derzîkêd wan birîndar dibin. Cihê te vala ye, dilê min disojît. 3/8/2008 Avestakurd
E.X
|
|