PIRS Û GELÞÊN ZIMAN PIRSEKE REWÞENBÎRÎ YE -1-
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 01 ÃÛÓØÓ 2008
Mijar: Ziman



  Goran Candan 

Li ser Gelþên Zimanê Kurdî û Guftûgoyên Heman Mijarî

Kurd ku ji van doman û qonaxên serûbinbûnî ya civakî derbas bûne, dîsan zimanê xwe winda ne kirine. Her çend ku li warê serbestiya bi karhanîna zimên, em kurd ji tevaya gel û milletên dinê, bi çendî çar-pênc nifþ jî li pey mane, dîsan zimanê me, zimanê kurdî jiyaye. Em dikarin her wisan bibêjin, ku ta zimanê kurdî ber bi pêþ ve jî çûye. Zimanê Înternet''''ê ya kurdî ji bo vê nimûneyek balkêþ û berçavî ye.


Ango heger em bi kurtî bihênin ser zimên; di warê zimanî de, em kurd, me tiþtek winda ne kiriye. Tiþtê ku me winda kiriye, çend qonax û derfetên bi karhanîna zimanî ya çend deh salan bûne û hew. Ev jî, bi tundî li bakurê welêt, li vî perçeyê ku tirk li ser desthilatdar bûne, rû daye.
Her kes dizane ku heger kêm û bi sînor be jî, hem li rohilata Kurdistanê (Îran) û hem jî li baþûrê Kurdistanê (Iraq) serbestiya zimanê zikmakî ya perwerdeyî, her û her hebûye. Her çend li perçeyê roavayê Kurdistanê (Sûrî) wek li bakurê Kurdistanê ev maf tune bû jî, dîsan zext û zora dewleta Beesî ya li ser kurdên roavê, ne wek zext û zora tund û bi sîstematîkî ya wek li ser kurdên bakurê welêt gran bû.
Encama van gotinan ev e, ku ji bilî bakurê Kurdistanê, li deverên mayî yên Kurdistanê, kurd ji binî mafê bi karhanîna zimanê xwe ji dest ne dane. Sivikkirina tawanên dagîrkerên Kurdistanê ne mebesta me ye, lê heger kesek ji me heye, ku li hevberî van gotinan derdikeve, bila biferme were ber bi pêþ ve. Ma ne welê bû ku Seddamê dîktator jî, rê dida derxistina govar, rojname û weþandina radyoya kurdî? Ma ne welê bû ku wan melleyên orangûtan ên ku Îranê bi rê ve dibirin, rê didan heman serbestiyê û li roavayê Kurdistanê jî serbestiyek bi karhanîna zimanê rojane ya kurdî li wir hebû?
Vêca me naskirina serencama vê biwarê gerek e. Ev jî bi kurtî ew e ku bizava rewþenbîriya kurdî rola xwe tam cî bi cî ne kiriye. Bêguman sedemên vê jî astengên ramyarî bûn. Mirov dikare rûber û muqayesekirinek welê bike. Heger lokomotîf ne be, vagonên trênê bi rê na kevin ji xwe ber. Derfet ji serkêþî û birêvebirinek bi zanetî re çi car ne hatiye dayin. Ji lew re ev gelþ û pirsên ku em tê de ne pirr suruþtî û normal in.
Ji ber ku van sih (30) salên dawî, bizava rewþenbîriya kurdî, bi tundî li nav liv û tevgerê ye, loma î roj em li ser pirsên zimanê kurdî hûr bûne û em li ser mijarê guftûgoyên tund dikin.
Pêþemîn gelþ û pirsên zimanê kurdî, ku î roj ji hêla ronakbîriya kurdî ve dihêne destnîþankirinê ev in:
A - Pirsa bi Karhanîna alfabeyekê
B - Pirsa Zaravayên kurdî
C - Pirsa Yekkirina zimanê kurdî

Bi ya me ev her sê xal jî tek û yek xal e: ango pirsa Pêþveçûna Zimanê Kurdî ye.
Her bi çi awayî dibe bila bibe, gava ku li ser van xalên A,B,C pêþketin hat dîtin, hingê zimanê kurdî jî bi þêweyek ji xwe ber (otomatîkî) hildipiþke ber bi pêþ ve.
Pêþketina zimanê kurdî jî bi þêweyek suruþtî çareserkirina pirsgirêkên li pêþ pêþketina zimanê kurdî yên wek li jêr (A,B,C) nimandî ye. Loma ev çareserî bi riya xebatên rewþenbîrî dibin.
Loma ji ber vê yekê pirsa zimanê kurdî pirsek rewþenbîrî ye. Çi hêz ni kare rê li ber zimanê kurdî bigire, heger em bi xwe riya pêþveçûna zimanê xwe dûr û dirêj û bi asteng ne kin!
Heger em bi þêweyek aþkere û vekirî bibêjin, rastî ev e, ku çi pirsên dinê li pêþ zimanê kurdî nîn in, ji bilî vê pirsa rewþenbîriyê.
Gava bizava reþenbîriya kurdî rê û azîneyek (metod) ji bo çareserkirina gelþên pêþketina zimanê kurdî peyda kir, ew roj bizava rewþenbîriya kurdî rola xwe leyistiye.
Encam
A - Pirsa bi karhanîna alfabeyekê :
Ev pirs jî pirsek rewþenbîrî ye bêguman. Li nav rojekê çareser na be. Jê re dem divêt. Me welê bawerî heye, ku bi karhanîna alfabeyekê ne gerek e jî. Rewþenbîr ji xwe her du alfebayan (erebî, latînî) dizanin. Rewþenbîrê ni zane, ev li gor bîr û baweriya me kêmasiyek kesane ye. Divêt ew kes (rewþenbîr) xwe fêrî alfabeya erebî/latînî bike. Heger ew rewþenbîrên bi pirs û gelþên zimanê xwe mijûl dibin, bi her du alfabeyan ni zanibin, ev çawa pîsporî ye, em tê na gehên. Rewþenbîrên her du aliyan jî gerek e kupirs û gelþên zimanî baþ binasin. Du caran dudo dike çar - bê lam û cîm.

Lê heger xebatek zanistî ya ji bo yekkirinekê ya li pêþerojê dest pê bike, ev bêguman baþ e.

Li vir me pirsek grîng heye, gelo alfabeyek kurdî ya li rojgariya mêjûyî kurd bi kar dihanîn tune bû? Hin lêkolînên nuh ên zimanî li ser zimanên gel û milletên kevin ên li Kurdistana mêjûyî jiyane dihêne kirinê û encamên van lêkolînan hêdî û hêdî dihêne ber destê me. Yek ji van lêkolînan dibêje, ku ''''ji nivîsên li ser niviþtên bizmarî em tê digehin ku li Asya Biçûk li bakurê Mezopotamyayê miþe zimanên kevin hebûne ku xwedî alfabeyên taybet bûne!'''' (Freidrich 1933, Benedict 1963, Diakonoff 1971).

Em dîsan vegerin roja îroyîn: Me bawerî heye, ku çi car alfabe na be sedem ku du ziman derkeve holê. Ev kêmasiya kesane ye. Ev biwêj û vegotinek pirr bêwate ye. Zimanê kurdî çawa dibe du ziman? Lê gava kes (rewþenbîr) xwe baþ fêrî zaravayê xwe û her du alfabeyan bike, wê gavê ew kes dibîne ku cewhera hemû zaravayan ji kok û binyad ve yek e. Ango bila devê xwe bigehînin sêva ser darê, bila ne bêjin ku sêv tahl e.
 
B - Pirsên Zaravayî:
Ev jî dihêt vê wateyê ku, ew kesên (rewþenbîr), ku bi gelþên zimanî ve mijûl dibin, gerek e devoka (zimanê) xwe bi firehî û kûrahî baþ nas bikin. Ji bo nimûne, ez vê encamê ji pêzanîn û tecrubeyên xwe yên kesane jî dinasim. Gava ku kurdek (rewþenbîrek) baþ bi devoka (zimanê) xwe bizanibe, hingê (ev garantî ye ku) ew kes (rewþenbîr) ji têgehîþtin û ta jî ku ji axiftina zaravayên dinê jî baþ serwext dibe. Gava ez Goran Candan,kurdê Amedê bi soranî dixwînim û bi soranî bi alfabeya erebî dinivisînim, piraniya kurdên baþûr dibêjin qey Goran kurdê Hewlêrê ye û ne ji Amedê ye! Carinan pêwîstî dibe, ku ez bi tirkî bipeyivim ta ku kurdên baþûr hîna bawerî bi min dihênin ku ez kurdê bakur im. Ji ber vê destkeftinê ez ji zaravayê dimilkî (zaza) jî serwext im.

B - Pirsa Yekkirina zimanê kurdî:

Em ji binî vê pirsê pirr bêwate dibînin ji lewre zimanê kurdî ji xwe yek e. Pirsek yekkirinê nîn e. Kî bixwaze jî ni kare zimanê kurdî parçe bike. Her ziman jîndar e û xwedî giyanekê (dînamîk) ye. Loma ziman her dem xwe diguherîne û xwe li gor demê dinexþîne, xwe adapte dike. Zimanê kurdî zimanê kurdan e û zimanê kurdî pirr û pirr dewlemend e. Dewlemendiya zimanê kurdî ya bê ser û ber: ji ber pirrbûna zarava û devokên herêmî ve baþ dixuye.

Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1185