Agirê saru vemirî çav melê ye geþ bibit
Ew buhara têhinê kuþtî hîvîdarim xoþ bibit
Kurdîno rabin bibînin berxekê jar û zeyif
Dane ber pal û kêþana xencerek dijwar li dwîf
Ew werîsê tê alandî her ji hirîya berxî ye
Pê dikêþin serbirînê bwî werîsî nuxî ye
Mezina ji mêje gutîne dujmnê serê xo kew
Dar bidarî têt birînê destkê bivirî dar e lew
Nê me Nalîne ji bivirî sed hizar cara hewar
Em bi wî bivirî ketîne hind nesax û birîndar
Nê me Nalîne ji mêje bu hetavek ruhin û geþ
Dawetî rabin semayê pwîç bikin berperên reþ
Evro kanî li min wê rujê pir ji xoþî û renge reng
Vebiguhêzin bwîka kurdan ew turîna þox û þeng
Kanê kew boçî naxwînin kanê warê gul gulî
Lê di çerînin gurik û rwîvî boþe lê mar û kulî
Kanê mizgefta me têda sed nivêj rojê kirîn
Kanê darigwîza têda þîn gwîze terr me jê kirîn
Kanê rwîbarê pir bizav kanê pêlên hîvî yê
Kanê bêrî ka þivan geþ bikin kurdînî yê
Ka gilavêja me dîtî wextekê zêrîn bijar
Lew me gutê hinde êdî her dê mînit ew bihar
Baxçeyê vîna nemayî kê wekir kavil bibit
Turîna bextê me evro kê wekir zîz û sil bibit
Evro kanê li min wê rojê pir ji xoþî û renge reng
Vebiguhêzin bwîka kurdan ew Torîna þox û þeng
Da bibînim kiç û lawan mil bi mil bêne þahî yê
Bijikînim kul û êþan ber hetava sahî yê
Da bihelînim ji kurda ala ser çîyayên pir ji xwîn
Da hawarikim ji dilê sutî her bijît serbest û jîn
Ne gunneh û ne þerme jî ger mejî ala hebit
Ne umêdek kwîr û dwîre bawerî bi sala hebit
Dê ji kiluxên wan þehîdan sitînekê bilind vedim
Pê vekim alayê kurdan da bigehit tava germ
Bêjime xelkê vê cîhanê navê kurda jî heye
Kî dê þêt navê me têk dit hindî ku rêber heye
Evro kanê li min wê rujê pir ji xuþî û renge ren
Vebiguhêzin bwîka kurdan ew turîna þox û þeng
Bigirinjînim beçke þêran ew helal û ew rihan
Pizu zarukên þehîdan ew kulîlkên çi nezan
Bêne hêzkê li nav çinaran xefk widavên xo vedin
Kêl wivêlan biçiklînin bêjin êk du xu vedin
Bêjine þalîl û tivîrikan werine hêlînên berê
Werine ser gulb û çeqên xo bixwînin vê berperê
Berpera jîname ya nwî ew jîyana dwîr ji jan
Dwîr ji salskî û rîmetî serferazî bu þîyan
Kutirînu dadin ji dadê bu xudê dadê nekin
Ehiremen evroke pwîç bî sed tilîlî bu vedin
badirkhansindi@yahoo.com
(*) hinde stiran bêjan ev huzane stirandî ne wek tehsîn taha û Mihemed Þêxu û þivan.