Dîtina polîtîkarê navdar Rebwar Hassan li ser Mafê Mirovan û Pirsa Kurdan û Terora Dewletî
Dîrok: ÇáÓÈÊ 19 íæáíæ 2008
Mijar: Hevpeyvîn



- Îro di rojeva cîhanê de du pirsên giring têne niqaşkirin: Terorîzm û Xweza.
Mirov gelek caran li ser çalakiyên ekstrêm qise û niqaşê dikin. Lê zêde nêzî pirsa terora dewletî nabin. Çi ma?

R. Hassan: Bê guman e ku, hêz û bandora medîayê li ser van pirsan piralî ye. Xwedî û rêvebirê her organekî, ji bo diyarkirina rojevê, rola xwe diyar e. Giraniya xwediyê organên medîayê bandora xwe li ser medîayê û xebatên wan hene.


Di hilbijartina mijarê de, nêzîkbûna xwendevanan, çanda miletan, balkêşiya wê ji bo elîta desthilatdar, cewaziya wê ji mijarên din, rolê dilîzin.
Di hilbijartina nuçeyan de faktorên din jî hene: Sîstema civakî, mijarên rojevê û jêdera navenda nûçeyan, bidestxistina zaniyariyê, normên ku medîa raçav dike û dişopîne...
Rojnamevan rola xwe mezin in. Nêzîkbûna wan li desthilatdariyê dikare pirsên biçûk pir mezin bikin û bi wê bandorê li rojevê bikin.
Pirsa kurdan, ji ber pirsa zilm û hovîtiya li ser wan, nebûna dewleta wan û bêhêzbûn / kêmbûna lobiyên wan, gelek caran bi qelsî dihate rojevê. Welatê kurdan di nav çar welatan de hatiye dabeşkirin. Lewma Sadam Hisêyn salên 88 an de bûbû delalê ber dilê welatên rojava û bi çekên kîmyewî êrîş ber ser kurdan û bajarê Helebceyê, bêyî ku ji demokrasiya rojava dijberiyekî bibîne, û deng bilind bibin, bi erdê re kiribû yek.
Dema em li ser herdu pirsên bingehîn rawestin, her yek bi serê giring e, divê bên niqaşkirin. Lê pirsa xwezayê pir giring e û girêdana xwe bi gelek pirsgirêkên din, mîna penaberî, hejartî û hwd. li cîhanê heye.
Pirsa xwezayê têra xwe kevnare ye. Xeterên qirêjkirina xwezayê di destpêkê de lokal bûn. Paşê bûne herêmî û niha bandora qirêjiyê weke germa giloverî cîhanê bi tevayî tehdît dike.
Li ser pirsa terorîzmê gelek tişt tên gotin û nivîsîn. Gelek nakokiyên hene pişta xwe didin têkiliyên qels yên navbêra USA û cîhanê. Mixabine ku îro jî ewlekariya cîhanê pişta xwe dide hêzên çekdarî û çekên giran.
Nakokî li ser kontrolkirina kaniyên enerjiyê derdikevin holê. Piştî krîza neftê ya 73-74 an, pêwîsitiya welatên rojava bo enerjiyê, bû mijara herî giring û vê yekê bala medîayê kişand ser pirsê.
Bi baweriya min, êşên ku mirovahiyê û raya giştî ya cîhanê dihêşinin bêhtir pişta xwe didin çalakiyên dewletan, anjî encama şerê navxweyî. Weke mîsal, 70 salan li Rojhilatanavîn, di nava 4 dewletan de şer li dijî kurdan hate kirin. Ew şer îro jî didome û gelek mirov bi hovîtî têne kûştin. Hovîtiyek wisa ji çalakiyên terorî pir hişktir in.
Binavkirina kesekî bi ”terorîst”î ne hêsan e. Ji awira hinek kesan ve, ew kes dikare terorîst û li cem kesên din jî ew, leheng bê dîtin. Teror, karanîna hişkiyek hovane ye ku tirsê peyde dike. Ew li ser daxwaziyên polîtîk ji aliyê dezgehên fermî, dewlet û hêzan ve tê bikaranîn. Ji bo têkbirina muxalefetê çalakiyên ekstrêm bi şêweyekî plankirî tên kirin. Gelek dewlet ji bo tunekirina muxalefetê terorê bikar dihênin.
Dewletên mîna Tirkiyê, Sûriyê û Îranê li dijî berxwedana kurdan tevkujiyê bikar dihênin.
Tirkiye weke dewletek klasîk, di qanûna xwe ya bingehîn û bikaranîna wê de qala yek netewê û yek zimanî dike. Qala bilindbûna tirkan dike, gel û kêmnetewên din biçûk dibîne, hebûna wan inkar dike, weke mîsal hebûna kurdan ya ermeniyan û hwd.
Dema dewletên nû ava bûn, pênûs di destê dewletên bihêz de bû, wan sînorên nû kişandin. Pêwîst e netewîbûn ji nû ve were şirovekirin, binavkirin. Divê mecala Yekîtiya Miletan-UN ê û parastina mafê neteweyên bindest û kêmnetewan hebe.
Dîrokê nîşan daye ku, dema mirov mafê netewên bindest biparêze, pê re, di civatê de aşitî, azadî, ewlekarî û demokrasî jî tê parastin. Parastinek wisa dikare bibe hêzek erênî ku civatê berepêş bibe.
Di hinek welatan de, bi taybetî welatên mîna Tirkiyê ku xwe beşek ji Ewropayê dibîne, divê sîstemek raçavkirinê li wir hebe ku, dezgehên dewletê ji awira bikaranîna qanûnên navnetewî kontrol bike.

- Di dema Sadam Hisêyn de, wî terora dewletê li welêt û li derveyî welêt li dijî kurdan bikar anî. Tirkiyê, Sûriyê û Îran jî vê yekê dikin. Lê qala vê nayê kirin. Pirs nabe cihê niqaşê. Ji kerema xwe re, rewşa kurdan ku di bin tehdîta terorê de ne, ji awira mafê mirovan ve binirxîne…

R. Hassan: Li hemberî terora dewletî ku ji aliyê Tirkiyê, Îran û Sûriyê li dijî kurdan tê bikaranîn û tiştê ecêp ew e ku qala vê terorê nayê kirin jî, baweriya min ew e ku, ev yek dê nikarîbe weke berê bidome. Rewş wê bê guhertin.
Pirsa Kurdan bi qedera pêşeroja Rojhilatanavîn ve girêdayî ye. Heta pirs bi şêweyekî aşitî û rêya demokrasiyê neyê çareserkirin dê tirs û neheqî li herêmê berdewam bike.
Tirs û aloziya ku ji Pirsa Kurd têne holê, mirov mecbûrî hizirkirinê dike. Pirs nîşan dide ku, li Rojhilatanavîn ji ber zilma li ser kurdan rewş çiqasî bi xeter e. Hebûna vê ji xelkên li herêmê re û cîhanê re têra xwe bi xeter e.
Pirsa mafê kurdan têra xwe hesas û giring e. Baweriya min bi giringiya giraniya mafê mirovan, demokrasî û aşitiyê heye. Niha hejmarek bilind ji medîa cîhanê bêhtir bala xwe didin Îranê: Pirsa pêlkirina mafê mirovan, piştgiriya Îranê ji bo Hizbullah a li Lubnanê û hêzên terorî li herêmê. Hewildanên Îranê ji bo pêşxistina çekên nukleerî li herêmê dibe sedema nakokiyên nû û nearamiyê di nav dewletên ereban de pêk dihêne.
Li Îran, Sûriyê û Tirkiyê, hebûna kurdan gelek caran bi şêweyek fermî hate înkarkirin. Herdem rejîmên desthilatdar mafê kurdan înkar kir û zilm, tadê bersiva wan da. Bersivan wan gelek caran hovane bû. Ne tenê Kurd, kêmasiyên din weke asurî, suryanî, kildanî ûhwd jî ketin ber pêla zilmê û neheqiyê.
Kurd, li Tirkiyê û Sûriyê ji bo mafê xwe yê netewî û çandî berxwe didin. Kurd, ji bo destxistina mafê hizirkirin û çapemeniya azad, mafê perwerdeya bi zimanê xwe, weke hemwelatiyên din, mafên derxistina rojname, weşanên radyo û tv yî tekoşînê didin. Ji bo mafê xweorganîzekirinê daxwaziyên xwe dihênin zimên.
Tirkiyê û Sûriyê bi gelek peymanên navnetewî garantî dane ku hurmetê ji mafên wisa re bigirin. Lê ew, soza xwe bi cî nahênin û bendên peymanê di pratîkê de bi cî nahênin.
Ji bilî dezgeh û kesên mafên mirovan diparêzin, USA zane ku Tirkiyê mafê mirovan binpê dike, lê dîsa jî alîkariya aboriyê dide Tirkiyê û Tirkiyê bi Nato re ye.
Li Rojhilatê Kurdistanê rejîma Tahranê zilmek dijwar bikar dihêne. Li dijî vê zilmê di rêberiya PDKÎ û Komala û hêzên din yên kurdan gav hatin avêtin. Rejîmê gelek kes ji rêvebirî û endamên hêzên kurdan îdam kir. Revebirên wan li derveyî welêt qetil kir.
Pêlkirin û nenaskirina mafê jinan li Îranê didome. Pêkanînên derveyî mirovahiyê sînorên hene derbas kiriye. Rejîma îranê li dijî mafê mirovan gavên herî hovane avêtiye.
Li Sûriyê jî rewş nehatiye guhartin û li wir jî mefê mirovan tê pêlkirin. Tiştên ku li wan welatan li dijî mafê mirovan pêk tên, li ser navê mafê mirovahiyê kêmasiyek mezin e.

- Weke ku tu jî zanê, di 1989 an de, ji bo hevdudîtin û çareseriya pirsa Kurdî Dr. Qasimlo bi dîplomatên Îranê re rûnişt û li ser masê ji aliyê wan ve li Wiyanayê hate kûştin. Terora dewletî berdewam dike. Lê ev nayê dîtin.
Dîtina te li ser pirsê çi ye?

R. Hassan: Polîtîka asîmiliya kurdan ji aliyê rejîma Îranê ve têra xwe kevnare ye. Di dema serîhildana Simko de, ew ji aliyê rêvebiriya Îranê ve di bin navê guftogoyên çareseriyê de hate xapandin û qetilkirin. Paşê Serokê Komara Mehabadê Qadê Mihemed û hevalên xwe hatin darvekirin. Di sala 1979 an de kurdan ji bo pêşerojek ronîtir xwe amade dikir. Wan xwestina xwe bi rêvebiriya herêmî sînor kiribû. Lê di meha adarê de, rejîma nû rêvebiriya Ayetullah Humeynî pejirand û li dijî Kurdan dest bi operasyonek mezin kir, û êrîşek mezin bir ser kurdan…
Di sala 1989 an de rejîma Îranê da nîşandan ku ew dixwazin bi kurdan re di çarçoveya îdarekirina herêmî rûnin û pirsê çareser bikin. Lê derket holê ku, plana wan ji bo qetilkirina Sekreterê Giştî yê PDKÎ Dr. Evdirehman Qasimlo bû. Qetilkirina wî di dema hevdîtinan de di sala 1989 an de li Wiyanayê pêk hat. Paşê di sala 92 an de cîgirê wî li Berlînê hate qetilkirin.
Baweriya min ev e:
- Divê rêvebirên kurdan ji dîroka xwe ya lihevrûniştinên ji bo pirsa çareseriya netewî, dersan derxînin.
- Pêwîst e têkilî eşkere bibin, endamên navendî hayê xwe jê hebin, cihê hevdîtinê eşkere be û cihê dizî neyên hilbijartin.
- Ji rêvebirên kurdên perçeyên din bêhtir, polîtîkêrên nasdar ji welatên din ku pirsa kurd nas dikin, di dema pêwendî û hevdîtinan de amade bibin.
- Divê rêvebirên kurdan, berî hevdîtinê bi aqilmendên partiyê û endaman re rûnin û li dîtina wan guhdarî bikin, li ser bingeha dîtina wan plana rojeva xwe nû bikin.

- Salvegera şehadeta Dr. Qasimlo ye. Em dixwazin hûn dîtinên xwe bînine zimên…

R. Hassan: Her sal di meha 7 an de, roja 13 ê wê bîranîna Dr. Qasimlo ye. Divê em bê westan rejîma îslamî protesto bikin û piştgiriya çalakiyên protestoyî li bajarên Mehabad û Saqiz û bajarên din yên Kurdistanê û cîhanê bikin.
Ji bo ku Pirsa Kurd bibe pirsek navnetewî xebata xwe bê rawestan bikin, bidomînin.
Pirs tenê bi rêyên ekstrêm nikarin bê çareserkirin. Bandora faktorên li derve jî hene. Lê faktora bingehîn kurd bi xwe ne. Hêzên dîmanîk yên kurdan in.
Divê dîroka me bibe rêberê me. Em li ser bingeha înformekirina welatên din, li ser hovîtiya Îran, Tirkiyê û Sûriyê, xebata xwe bilind bikin, li ser pirsa pêlkirina mafê mirovan û hişkiya li dijî kurdan cîhanê ronî bikin. Li ser hovîtiya rejîma Îran, Sûriyê û Tirkiyê xelkê piralî agehdar bikin. Bala wan bikşînin ser pirsê. Perwerdekirin, semînerdayîn, pêşandan û bi rêya pêşangahan li tevayê cîhanê bala xelkê bikşînin ser pêlkirina mafê kurdan.
Bi vî awayî dikare hovîtî û terora wan yan li dijî bi milyonan kurdan eşkere bibe û neheqiyên 70 -80 salin hatiye kirin derkeve hole.

- Kurd ji aliyê dezgehên însanî û hwd ve weke kêmnetewe tê hejmartin. Dîtina te li ser binavkirina “kêmnetewebûnê” çi ye?

R. Hassan: Piştî şerê cîhanê yê 1.em sînor ji aliyê welatên bihêz hatin diyarkirin. Bi kişandina sînorên nû, kêmnetewe peyde bûn. Neteweyên xwedî cî û esîl, li welatê xwe bûn kêm netewe. Ev nakokî bû sedem ku, mirov ji nû ve li ser binavkirina “kêmnetewê” raweste.
Pirsa kêmnetewan pirsek navnetewî û navdewletî ye. Yekîtiya Miletan-UN, dezgeha parastin û hevkariyê li Ewropayê-OCSE û Unesco li ser pirsê kur dibin. Lê li wir tenê niwênerên dewletan hene, niwênerên kêmnetewan tune ne. Tê wê wateyê ku ew bêhtir berjewendiyên dewletan diparêzin.
Pêwîst e UN li tevayê dewletan jibo parastina mafê kêmnetewan çalaktir bibe. Ji ber ku pirsa kêmnetewan ne mina ku hinek hêz û cî qaldikin, pirsek navxweyî ye. Pêwîst e niwênerên kêmnetewan jî cihên xwe di dezgehên UN, OCSE û Unesco yê de bigirin.
Rewşa Kurdan li Îranê, Tirkiyê û Sûriyê herku diçe xiraptir dibe. Her sê dewlet bi şêweyekî fermî hebûna Kurdan weke komek etnîkî napejirînin.
Kurd nikarin cejna xwe ya Newrozê bi azadî pîroz bikin. Her sal Newroza wan bi hişkî tê rawestandin. Newroza 2008 an nîşanek eşkere ji bo helwesta Sûriyê li dijî kurdan e. Her sal hejmarek Kurd bi destê rejîmê tên kûştin. Di Newroza îsal de, li bajarê Qamişlo dîsa Kurd bi destê rejîmê hatin qetilkirin. Arteş û hêza ewlekariya Sûriyê li xebata xwe ya girtin û zîndanîkirina Kurdan berdewam e.
Pêwîstiya Kurdan bi giştî, li dijî êrîşa Îran, Sûriyê û Tirkiyê bi parastina hêza navnetewî heye. Pêwîstiya wan bi alîkariya însanî heye. Rewşa Kurdan pêwîstiya xwe bi lêkolîn û raçavkirinek navnetewî ku bêalî be, heye. Îro jî hejmarek bilind ji Kurdan li Îran, Sûriyê û Tirkiyê di zindanê de ne, nehatine dadgehkirin. Pêwîst e em ji Ewropayê jibo berdana kesên girtî bê rawestan xebatê bikin.
- Ji 3 milyon Kurdên li Sûriyê, bi kêmasî 1 milyon kes ji mafê fermî mehrum e, hemwelatiya xwe tune ye, bê nasname ye, nikare derkeve derveyî welêt, perwerdeya zarokên wan red dibe, nexweşên wan tedawî nabe. Ew ji tevayê mafê mirovan mehrum in.
- Li bakurê Kurdistanê helwesta Tirkiyê ya neînsanî ku li dijî Kurdan pêk tê, ji yên li Tîbetê girantir û mezintir e. Lê deng hikumeta Swêdê dernakeve, naxwazin rastiyê bibînin.
- Ji bedêla diyalogê û çareseriya Pirsa Kurdan bi şêweyekî aşitî, îro jî Tirkiyê re rêya hêsan dikare ketina başurê Kurdistanê û wir dagirkirin be.
- Îro jî li pêşiya pîrozkirina Newrozê kelem tên derxistin, xelk tên girtin û li wan îşkence tê kirin.
- Weke ku di media de jî xuyanî kir, polîsên tirkan eşkere destê Cuneyt ê 15 salî li ber kamerayên Tv yê şikand. Li dijî çi kesan lêpirsînek qanûnî nehat destpêkirin. Hişkiya li dijî jinan hate veşartin.
- Qanûna 301 ê îro jî derbas dibe û kesên cewaz hizir dikin ji ber wê mehkum dibin.
- Hejmarek bilind ji polîtîkar û şaredarên Kurdan ji ber nêzîkbûna xwe li Pirsa Kurdî li Tirkiyê hatin girtin û cezekirin. Ev yek eşkere dike ku li Tirkiyê azadiya hizirkrinê îro jî tune ye.
- Li dijî gelek şaredar û polîtakaran ji ber pîrozkirina Newrozê lêpirsîn hate destpêkirin…

Rebwar Hassan
Li Başûrê Kurdistanê, bajarê Silêmaniyê hatiye dinyê. 1981 li Zanîngeha Salahadînê beşê Jeolojî xwend. 90 de li Moskowayê beşê Neft û Gaza Xwezayî doktora xwe bi dawî anî. Li Swêdê bi cî bû. Di Partiya Keskan de çalak e. Endamê şaredariya Stockholmê ye. Serokê Komeleya Dostên Xwezaya Kurdistanê ye. Serokê duwê yê Komeleya Akademisyenên beyanî li Swêdê dike. Li Zanîngeha Stockholmê li ser pirsa Sihet û Xweza derûdorê master kir. Erebî, rûsî, ingilîzî û swêdî zane.

eurokurd.net








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1172