Rexne Navbera Žažkirina Rastīyan ū Rastkirina Žažīyan
Dīrok: ĒįÓČŹ 24 ķęäķę 2006
Mijar: gotar


Xeleka yekê

Berzo Mehmûd

Li roja 17ê Hizêranê, sala 2006an, di malpera Rojava de Dr Memo Ebdî gotarek rexneyî bi navê ((Rastiya "rênivîsa peyva kurdî", nirxên wê û rexnên lê)) derbarî pertûka minî bi navê (Rênivîsa Peyva Kurdî) belav kir, û hin nerîn û bîr û bawerîyên xwe ji me re gotin. Berî her tižtî û berî ku ez gotara wî bixwênim jî ez bihêvî bûm ku her kesê rexne yan têbînîyên xwe derheqa berhemekî zimanvanî binivîsê, pêwîste nivîser bi kêmanî žapezabûneke wî di mijara zimanvanî de hebê, neku ew jî bi awayê melakî li babet binerê û wilo xwendina xwe têde bidawî bênê.


Ez baž dizanim Kak Memo wek xwendevan û nivîser wextekî xweyî baž di xwendina vê pertûkê de bûrandîye, di demeke ku gelek kêmin ew kesên bi kurdî dixwênin, nemaze berhrmên rêziman û zimanvanî yên ku hem hižkin û hem jî hin berhemên wek lêkolîna ziman ku pisporî û žarezabûn di xwendina wan de divê. Lê gelo Kak Memo di têbînîyên xwe de derbarî rexne û nerxandina vê pertûkê rast çûye yan žaž çûye?  Bersiva vî pirsê peregrafên vê gotarê didin.

Hin kes û hin xwêner û nivîser wa tê dighin û wa dibînin ku erkên rexne hew tenê xuyakirina kêmasîyane. Li gor derbirrîna Kak Memo (ya rast ez žûrê xwe ji ber xwe bikžînim) rexnegir xwe (žûrkêž) dibînê, lê ne (žabažbêj). Helbet ev rastgoyî ji alîyê rexnegir ve xweže bi mercê ku žûrkêž ji mercên lîstikê dernekevê, û žûrê xwe rast bavêjê. Ya dîtir weha ji min ve dixuyê ku nivîser carna di hin cihan de ji pêwendîyên hevaltîyê ditirsê ku pê werê tometkirin, lewre xwestîye xwe hinekî tûj bikê, heçku rexne ewe rexnegir kêmasîyan bibînê, eger nedît jî dikarê lê suwar bikê. Di bawerîya min de mirovê nivîskar nabê di helwêsta xwe de û di gotina bîr û bawerîyên xwe de bitirsê, yan ji pêwendîyên hevaltîyê bipelikê. Li ba min wa diyar dibê ku nivîserê kurd ta niha ji bîr û hizrên malbatî û ežîrtî rizgar nebûye. Dîsa nivîser nav di xwe didê ku rexne bi wataya belûkirina kêmasîyan, lewre di despêkê de dibêjê: ((… lê bi gumana min aliyên nerênî û qels di vê pirtûkê de naçar in bibin naveroka tekožîna me û destelata xwe bigire ser hizir û ramanên me.)) lê dîsa dadgayîkirin hatîye bîra rexnegir, lewre bi dû de dibêjê ezê xwe bavêjim nav vê pertûkê ((mîna xwendevanekî ne zimannasekî)). Rexnegir bi vê xalê dixwazê rêya çûk ji xwe re çê bikê, û xwe rizgar bikê eger lê giran bû.  Lê pirsa ku xwe tavêjê ser masê eger em wa bibêjin, yan jî pirsa tê bîra me her ewe ka rexnegir ew alîyê nerênî û kêmasîyan û qelsîyê destnîžan kiriye? Yan di warê têbînîyên kesane de diçê û tê? Mebesta min ji têgeya (kesane) ango ew nerîna teng ya bi vî kesî ve bende, ku têkista rexnegirtî nabê cihê belge û nimûneyan bo isbatkirina bîrûraya rexnegir. Ev têbînî heye drust bin, û heye ne drust bin.    
Kêmasî bi xwe rûweke, lê rûwekî dîtir jî heye û bi giringîya yê pêžîye, ew jî ronîkirina alîyê bažîyêye di berhem de, ji ber ku berhem eger kete ber rexne de merc nîne herdû alî bêne ronîkirin, heye em giringîyekê bidin ser alîkî, û alîyê dîtir bi kurtî bêne ziman. Çi destnîžankirina bažîyan bê, û çi jî ya kêmasîyan bê, her divê rexnesaz, nemaze di babetên zanistî de, dûrî pîvanên kesayetî û yeklayî bê da ku bikarê birryareke rast û drust bidê jibo bikevê xizmeta zanyarîya kurdî de, ji ber ku rêbaza zanistî bi rastî û drustî her ewe ya ku berhem bilind dikê, inca bažîyên berhem bi xwêner bidê naskirin, yan žažî û xirabîyên wê/wî. Vênca berhem bi herdû alîyên xwe ve bi žêwazekî pisporî werê nerxandin encameke baž didê û pileya lêkolînê di ziman û wêje û rewženbîrîya kurdî de berz dikê. Gava em dibêjin rêbaza rexnesazî mebest jê ewe em çilo dergehê axaftina zanyarî di babetên ziman de vekin? Çilo em rexne li hev bigirin? Her ev jî bi danîn û hilanîna zimanvanî tê, bi giftûgoya birayane bi giyanê hezkirinê, dûr ji nîq û xwebînînê, dûr ji hestê dubendîyê, ne bi serhižkî û bi (êzingê min)î mijar çareser bibê. Bere bawerî ew ya zal bê, bere zanîn û hižmendî birryarder bê, bere zimanê aqil serdestî hemî beždaran bê.
Herwekî em di warê ronîkirina asteng û kospên ziman de ne, helbet wê têgeyên neyeksan navbera xwêneran de navbera rewženbîran de, navbera zimanvanan de belû bibin, ev neyeksanî encama ew zanyarî û rewženbîrî û žarezabûna ku her yek ji van mirovan, ji van rewženbîran, ji van zimanvanan xwe pê girtîye, yan li ser mezin bûye. Ya dîtir jî hêz û xurtîya dahênanê û zimanvanîyê ji mirovekî ta mirovekî dîtir ne wek hevin. Ev bi xwe tižtekî sružtîye. Ya giring di vê giftûgoyê de ku herdû tîm (team) bi ser neyeksanîya xwe ve bigihin wan hokar û encamên ku ber bi kêmkirina wan kosp tegeran de diçin, û em hemî kar bikin jibo pêžvebirina alîyên xurt di zimanê me de, ne ku li encama nexwežîyên kesane, em rexnê bikin wek rêçeke rewa (مشروع )  pê nivîserekî yan dahênerekî ji behayê wî yê rastî kêm bikim. Ev reng rexne, mebesta min rexna kêmkirinê, yan jî ev wutara xirabî ticarî nakevê ber coreyên rexnesazî de, wek vî karî žer û dev-avêtine. Ez vê yekê di warê gižtî de dibêjim, û neyê famkirin ku ez çêl nivîsara kak Memo dikim.
Di alîkî dî de rexnegirtin yan (žûrkêžan) bi wataya nivîser di warê zimanekî wek zimanê Kurdî de ku ta niha cêgîr nebûye, û žêweya standard jêre nîne, her kes li gor kêfa xwe dinivîsê yan (dinûsê) wek (derbareyî, nîgar bikim). Eger kak Memo mafdare ku (dinûsê) binivîsê, ez bi xwe ne dijim, lê ya pêwîst ewe peyv bi kîjan žêwezarî hat, gerek rast werê û ligor yasayên zimanê Kurdî bê, ango nabê em van gotinan yan van peyvan bi žažî bikar bênin, wekçawe karê lêkdayî (nîgar bikim) li nik nivîser hatiye ku karê (kirin) nabê ligel peyva (nîgar) werê, ya rast ewe karê (kêžan) bi peyva (nîgar) re bê, ne (kirin). Lewre kurd dibêjin: (Ez nîgar dikêžim), ne (nîgar bikim). Ev žažîya han peyvê ji wata dixê. Baže, ma ev žažomažobûn di stûyê kê deye?? Di vir de em dikarin wek awayên rexnegirtinê bêjin: nivîser ketiye žažîyeke zimanî de, û serrastkirina wê pêwîste. Cihê amaje pêkirinêye ku gelek nivîseran žažîyeke zimanî ji vî nifžî, ango nifžê frazyolojîya zimanê Kurdî wek (nîgar bikim), dibêjin: (rexne bikim) ya (rexne dikim)? Ev bi xwe žaže û kurda ji kevin de wilo negotine, lê ev žažî li encama bikaranîna çavlêkirineke žaž ku wilo ser zimanê nivîserine žažomažo têne nivîsînê,   nemaze nivîserên Kurdên Sûrî û yên Tirkî. Ya rast ewe ku em bêjin (rexnegirtin) yan (min rexne li te girt ), ji ber ku peyva (rexne) bi xwe kêmasîye, û Kurd dibêjin (li min negire) ango (vê kêmasîyê li min negire), lewre (rexne) jî wek (kêmasî) tê gotin û dibêjin: ( min rexne lê girt ).  Nebê em bêjin (min rexne li te kir). Nabê ez bêjim raya min wiloye, û raya te ne wiloye, ev ne warê bîrû bawerîyaye ku di têgehên nerînan de tê gotin. 
Lê žêweya peyva (derbareyî) ya ku li nik kak Memo hatîye ne žaže lê wek dengsazî ser ziman hinekî girane, û li nik me (derbarî) ya (derbara)/(derbarê) tê gotin, û bi Soranî (derbarey) tê gotin. Ez vê yekê dibêjim bi mebesta ku bala me û hižê me li zimanê me bê, nemaze kesên ku xwe di vî warî de berpirs dibînin. Žažîyên ziman bi me hemîyan re derbas dibin, ji ber ku zimanê me ew guhdan ji alîyê partî û dezgehên Kurdî pê nebûye û ne dibê, ji ber ku ev partîyên me xema we tenê kursî saxlem bimênin, wekî dîtir çi bi serê zimanê Kurdî tê, ne giringe.              

Hin car nivîserê rexne, herçende ew bi xwe mirovekî dilpake û pakniyaze, lê ji ber ku di žêweya nivîsînê de bi taybetî di warê rexne de ne pispore, lewre hin žažîyên wî di hilbijartina hin peyvên nelibar de derdikevin, û ev bi xwe li žûna mifayê bidê berhem, ziyanê digihênê, wek: (žažomažo, gelemže, qurrekirin, ramanên çewt …. ) ji ber ku nivîser di yek xalê de jî nedaye xuyakirin ka di kîjan cihî ji berhem mirov žažomažo dikê yan ramanek çewt di kîjan mijarê deye, yan di kîjan bežî deye. Helbet ez ticarî qebûl nakim nivîser wilo bê belge birryarekê bidê. Kengî rexnegir raya xwe yan dîtina xwe bi belge isbat kir, hingî emê jêre patê lêxin. Jibilî wilo pêve, peyvên rexnegir di warê tewžomewžo de diçin û tên. Ji ber vê yekê ya baž ewe ku nivîser peyvên xwe bi hûrbînî hilbijêrê, yan jî rexne ti wata û  bihamendî jêre namênê, û li žûna rastkirinê žažkirin tê, ku ev jî ji nirxê rexna me kêm dikê.

Dr. Memo rêya pêžketina zimanê Kurdî di piroseya perwerdekirinê de dibînê dema ku dibêjê: ((… zimanek ne di riya perwerdeyê de be ne mimkine ku tu pê xwe qure bikî yan ji heqê wî derbikevî, ji ber vî tižtî ez ê hewlbidim bi žêweyekî objectîv bê dexsîn xalên lawaz ežkerebikim bi armanca serrastkirina ramanên çewt û zelalkirina helwestên nediyar, tevî ku daner bi xwe jî di vî warî de kêmkasî žopandine û hin diyarde belûkirine.)) Çend têbînîyên min derheqa gotina nivîserê rexnegir hene, ew jî evin:
1. Peyva ((pê xwe qure bikî)) ji alîyê wata ve, ne di cihê xwe de hatiye, ango ew mebesta ku nivîser dixwazê derbibirrê nadê. Ya baž ew bû ku bêjê (ne mimkine ev ziman bikarê di astê zanyarî de bi hesanî rola xwe bibînê, eger perwerdekirin li dûv nebê … ). Mebesta nivîser kîjan ji wan bê, bere ew bê, lê ev ne bîrûraya mine, ev ne bawerîya mine, neku ez ya dilê xwe dibêjim, belê ez ya hižê xwe dibêjim. Zimanê Kurdî ew pêçêbûn heye ku wek her zimanekî zindî rola xwe di danîn û nivîsîna zanyarî de bibînê, lewre ez bîrûraya kak Memo sed ji sedî žaž dibînim û em dikarin bê žerm û fedî (xwe bi zimanê xwe qurre bikin), û ya drusttir xwe pê serbilind bikin.
2.  Bi dû de, rexnegir ji xwe ditirse ku derheqa nivîserê berhemê bikevê žažîyan de, bo vê yekê berî ku bîrûraya xwe bêjê rê jêre xwež dikê dema dibêjê: (ji ber vî tižtî ezê hewl bidim bi žêweyekî objectîv bê dexsîn …. ) Di vê têvejoyê de rexnegir sê peyvên rêxwežker bikar tênê, ku ew jî evin: (hewl bidim) û (bi žêweyekî objective) û (bê dexsîn).
3. Dûv re tê ser wê bîrûraya (( xalên lawaz ežkere bikim bi armanca serrastkirina ramanên çewt û zelalkirina helwestên nediyar)). Wek žêwaz peyva (hižkerekirin) di vê têvejoyê de ne hewqas libare, lê dîsa nexeme. Di vê goteyê de hin têbînî serê xwe hil didin:
A. Helbet ronîkirina xalên lawaz tižtekî druste, û ew xalên lawaz di berhemekî wek rênivîsa zimanê Kurdî de nînin, û ew xalên giring yên ku di berhem de hene, dektor Memo destnîžan nekirine. Ez nizanim žûrê wî kuhe/koye, yan ev bîrûra yên kesine dîtirin?! Ya dîtir jî rexne û nerxên wî pirtir di warê têbînîyên gižîtî de tên? Her ev jî cihê xwe di lêkolîna zanistî de nagirê eger kêmasî di têkista rexnegirtî di pertûkê de neyên nîžankirin, û vê yekê di bawerîya min de lawazî û nerewabûn bi ser têbînîyên Dr. Memo de zal kir.
B. Pažê rexnegir yan jî (žûrkêž) tê ser wê yekê û dibêjê: (( … bi armanca serrastkirina ramanên çewt û zelalkirina helwestên nediyar)). Ezê li ser vê yekê di çend xala de rawestim, ew jî evin:
1. Berî her tižtî kêžeyên ziman yên ku di pertûkê de hatine di çarçêweya yeksanî û neyeksanî de têne çareserkirin.  Diyare kak Memo bi yeksanî û neyeksanîya ramanan nebihîstîye, lewre yekser çewtî û rastî tê bîra wî, ya rež ya spî, yan tu bi min reyî yan tu dijminî. Ev žêwe bîr li nik rewženbîrên birra nemaye, pirtir li nik kesên nexwenda yan gundî yan zordest peyda dibê.
2. Ya dîtir jî Dr. Memo xwe di wê astê de dibînê ku bibê birryarderê çewtî û rastîya bîrûrayên pertûkê. Di bawerîya min de ya baž ewe eger mirov lingê xwe li gor xwe bavêjê, wê çêtir bê. Wek žêwaz û rêz di nav pispor û xudanbîran de heye ku nivîser yan xwêner raya xwe yan gotina xwe wilo tazî nabêjê û nanivîsê. Kêže ne bi awayê derbirrîna Kak Memo tê çareserkirin, helbet herkes mafdare ku raya xwe,  çi žaž û çi rast, bêjê. Lê birryardan bi çewtî û neçewtîya ramanên zimanî bi kêmanî divê xudiyê vê birryarê di zimanvanî de pispor bê da ku bikarê yasayên zimanvanî ji hev derbixê, ne ku ramanên zimanzanekî wek Seyûtî tê negihim û karîgerîya wan di rênivîsa zimanê Kurdî de gelemže bibînim wekku Dr Memo weha da xuyakirin. Ma çê dibê ez çewtî û neçewtîya rayake dextorî /bijîžkî bibirrim, eger ez di vî warî de ne pispor bim. Jibilî wilo jî nivîserê žareza di barekî weha de li žûna (çewtî), peyva (žažî) dinivîsê/dibêjê, ji ber ku çewtî watayeke xirabî didê. Di bawerîya min de ya baž ew bû ku Dr Memo bi kêmanî peyva (žažî) li žûna (çewtî) bikar anîbane. 
4. Ya dîtir jî ka ew çewtî di kûdê deye? Û çima nayê destnîžankirin ka gelo ev bîrûra çewtîye yan têbînîya kesaneye nakevê xizmeta pêžkeftina lêkolînê di zimanê Kurdî de.
Bi raya min Dr memo di vê xalê de žaž çûye, ji ber ku armanca wî di berhem de ne (serrastkirina ramanên çewt)e, ne ku ez mafê (serrastkirinê) didim xwe û ji bilî xwe distênim, na. Ez vê yekê dibêjim ji ber ku gotara wî ne di coka rastkirina ramanên çewt de derbas dibê, gotara wî bi xwe di çarçêweya danîna hin têbînî li dû xwendina wî di pertûkê de. Em di giftûgoyeke zimanî de ne, û hemî diyarde li gor bîr û bawerîyan berçav dibê, û ez jî di pertûkê de li gor yasayên ziman raya xwe didim, û eger pêçêbûn hebê li gor pisporî û zanebûna xwe raya xwe didim û çareser dikim.
Di babetên ziman de gelek mijar hene çendlayî di astê nerînê de têde peyda dibê. Ev çendlayî di hin xal de wî mafî nadê min ez bêjim ya herî rast ya mine, û ya dî žaže, belê pîvanek heye ku em pê formekî yan žêweyekê ji çendekan hilbijêrin, û wê bikin forma standard, wek em bêjin Ereb di warê žêwezaran de hinek dibêjin (eqûl - dibêjim), û hinek dibêjin (egûl) û hinek (e-ûl) û hinek jî (exûl), lê zimanzanên wan yek žêwe bo standard hilbijartin, û pê dinivîsin û dixwênin, belê yên dîtir jî devkî têne gotin.   
Bi ser ku ev nerîn hemî jî bi mebesta xizmet û avakirina zimanê Kurdî hatine, û ne tižtekî dîtir, lê di nav tevna têkista wî de, hin peyv û riste du rûwan distênê, ango du watayên ciyawaz û hevdij didê, erênî û nerênî,  bažî û nebažî, yan jî nivîser hin xal di hin cihan de mezin kiriye, yan mezin dîtiye. Ev yeka han têgehîna xwênerê xwe, nemaze yê ku pertûk nexwendîye, û yê ku baž fêrî babetên rêziman û zimanvanî nebûye, dixê bin mij û moranê de û li žûna ku rûwê bažî wek heyî bidê xuyakirin, camêr xwe ji žûrkêžanê re çikandîye da ku rûwê  (qels û lawaz – di dîtina wî de) li gor zanebûna xwe bidê xuya kirin. Bi ser wilo de jî, nivîserê rexnebêj wek xwendevan, ne wek zimanzan xwe pêžkêž dikê. Ev bi xwe jî du rûwan distênê: yek jê ewe ku nivîser xwe nabînê zimanzan bi wataya zanistî, bi kêmanî hember berhemê ku rexnên xwe lê digirê. Ya dîtir ewe nivîser rê ji xwe re vekirî dihêlê, ji revê re xwe amade dikê, mebesta wî jî ewe eger lê teng bû, ji xwe berê gotîye ne zimanzanim wek wê panda kurdî ya dibêjê: (dîtim ezim, nedîtim dizim)
Lê tižtekî baž heye û pêwîste em amaje lê bikin, ew jî ewe ku Dr Memo ji wan hemî têbînîyên xwe yek têbînî drust  û zanistîyane  daye, helbet jêre tê tomarkirin, ew jî eve: ((… mamostayê me pir giringî daye rêzimana Celadet û têra xwe tê de dîtiye min dixwest di nirxandinên wî de nerînên Qanatê Kurdo bihatana žopandin …. )). Ev têbînî di cihê xwe deye, herçend di hin movikên lêkolînê de min raya Qenat berçav kiriye.






Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=115