Tiştên ku nehatin bîra Heznî Haco* -Xwendinek di du pirtûkên bîranînan de -
Dîrok: ÇáÃËäíä 23 íæäíæ 2008
Mijar: gotar



Helîm Yûsiv

Pirtûka yekem: Tê bîra min -Heznî Haco - Avesta 2007-Istanbul
Nû ev pirtûk kete destê min, min bi mereqeke mezin xwend. Tê de serpêhatiyên jiyana kesekî ku di dilê giringtirîn bûyerên dîroka kurdan ya nû de jiyaye cih digrin. Qala hevdîtinên bi dehên kesayetiyên siyaset û edebiyata kurdan dike. Ji mele Mistefa Barzanî bigre hetanî bi Ocalan, ji Hêmen bigre hetanî bi Cegerxwîn. Wisa jî li ser jiyana xwe ya takekesane, li ser rewşa malbat û zarokên xwe rawestiyaye.
Min bê navber pirtûk xwend. Tevî hemû têbîniyên rexneyî, pirtûk mirov ber bi xwe ve dikşîne, lê...


Pirtûka duyem: Bêbextî – mêvan.
 Ne sala çapkirina vê pirtûkê diyare, ne jî navê weşanxanê.
Ez bi serdanekê çûm Swêdê. Gava mijar hat ser pirtûkên bîranînan, dostekî ev agahî da min:
- Pirtûkeke bîranînan ya jina Dr. Heznî Haco ya berê heye. Berî bîst salan derketiye, lê ez karim ji te re peyda bikim.
Û ji min re peyda kir.
Ez bi xwendina vê pirtûkê du caran êşiyam.
Cara yekem serpêhatiya vê jina kurd ku mîna gelek jinên din, bêbextî lê dibe û ji ber ku zarokan nayne, mêrê wê, pismamê wê ku wî weke Dektor bi nav dike, ku ew bi xwe Heznî Hacoye bi dizî û bêyî ku wê agahdar bike keçapa wê ya din tîne ser û wê berdide. Xwendevanê vê pirtûkê nas dike ku ev jin, hîna di pêçekê de ye, li gor urfûadetên kevin, wê ji bo (Dektor) xelat dikin, wisa jî dora bîst salan hem li benda wî dimîne û hem jî  duwazde salan jê re dibe jin. Dawî bi vî awayê( bêbextî) tê berdan û  digihêje wê radeya ku berê wê didin nexweşxana dînan. Hetanî li mala biraziyê xwe li Enqerê li mêvanekî, kurdekî ku di nav tevgera siyasî ya kurdên bakur de cih digre, rast tê û piştre pê re dizewice û heta niha.
Cara duyem jî ew bû ku ne ji dûr, ne ji nêzîk, di pirtûka bîranînên Heznî Haco de qala vê jinê nebûye, tev ku zêdeyî bîst salan hem destgirtî û hem jin û mêr mane. Di hemû bûyerên ku di van salên ku bi hev re jiyane de Heznî Haco bi ( Ez ...û... Min) qala wan bûyer û serpêhatiyan dike.
Nebûna yek hevokê di nav bîranînên Heznî Haco de zilmeke û neheqiyeke dine ku li vê jinê dibe, herweha li me-xwendevanan- û li rastiyê jî.
Ma ku ez bi bêjim, ev pirtûk, ligor agahiyên ku min ji xwediya wê bidest xistine, di sala 1980 î de li Tirbesipiyê hatiye nivîsandin û di sala 1986 an de li Swêdê hatiye çapkirin.
Navê xwediya pirtûkê Mukrîme Haco ye.*
Heznî Haco di bîranînên xwe de bi rehetî qala naskirina jina xwe ya nû û anîna wê dike. Jixwe xwendevan nizane ku ew berê jî bi jin bû. Bi çend hevokên ku nayên fêmkirin xwe di ser vê jinê û wê qonaxê jiyana xwe ya civakî re diqevêze. Wisa dinîvisîne:
" Sal û nîvek tê ve çû ta ez û keçapa xwe gihan hev. Ta demekê hinek dilman di nav malbatê de çê bû, lê xwîn nabe av. Ew kesên ku dilê xwe ji min girtibûn û ez bi dûrbûna wan pirr diêşiyam, li gor hêviya ku min ji wan dikir derketin û ew dilmanî rakirin. Hinin din ku dûr bûn û nêzîkbûna wan ne sar û ne jî germ dikir, hîn jî li gor têgihiştina xwe diçin." Rûpel 233.

Pirtûkên bîranînan:
Pirtûkên bîranînan di kurdî-Kumancî- de hema hema tunene. Yên ku hene jî kêm û kurt û ne li gor vî şêweyê nivîsandinê yê giring in. Bîranînên çend kesayetiyên siyasî yên mîna Hesen Hişyar, Osman Sebrî û jînanîgariya Cegerxwîn di vê çarçovê de mînakên herî berbiçavin. Xala hevbeş ya ku van bîranînan digihîne hev ewe ku ji jînanîgariyeke takekesane bêtir nêzîkî dekomet û belgeyên dîrokî û siyasî ne. Ango xwediyê bîranînan bi rewşa siyasî û bi bûyerên mezin yên wê dema xwe mijûlin bêtir ji detayên hûr û biçûk yên wan kesên ku qala wan tê kirin.
Pirtûka doktor û siyasetmedarê kurd Heznî Haco ku xwedî ezmûneke têrtijî ya jiyanê ye, rûpelên jiyana xwe û çavdêriyên xwe li ber me radixîne. Giringiya vê pirtûkê li ser du aliyan parve dibe. Yek jê ewe ku nivîsandina bîranînan, weke hunereke wêjeyî, ji bo kurdî pêwîstiyeke û divê bi dehên berheman di vî warî de bêne nivîsandin, ta ku ev valayiya mezin di pirtûkxana kurdî de bê dagirtin. Aliyê din, ew xalên girêdayî naveroka tecrubeya vî mirovî ne ku ji bo dîrok û siyaseta kurdan dikarin bibin palpişt û çavên, xwendevanên ji nifşê  nû, li ser wan qonaxan vekin. Ew qonaxên dîrokî yên di bin tozê de mayî.
Ya din jî pirtûka Mukrîme Hacoye ku, di baweriya min de, hêjayî çapeke nû ye, belgeyeke dîrokî û civakî yî pir giringe, ne tenê ji bo jina Kurd û pirsgirêkên wê, belê ji ber şêwe û awayê rexnegirî û hestiyarî yê ku pê pirtûk hatiye nivîsandin.
Cudayiya vê pirtûkê jî ewe ku ji hemû pirtûkên navborî bêtir bi hestine nazik û bi nirxandin û helwestin kurdewarî, hatiye nivîsandin. Herweha bêyî pîneyên siyasî  ev pirtûk serpêhatiyên qonaxeke zehmet ji jiyana kurdan pêşkêş dike.

Heznî Haco û Parzûna hûr ya razîkirinê:
Mirov di nav raxistina çavdêriyên nivîskarê pirtûkê re li heyrekê rast tê, çavkaniya wê heyrê ewe ku çawa nivîskar hem dixwaze bi gotina rastiyan wijdanê xwe rehet bike û hem jî bi pesindanê û berzkirina aliyên (ronî) yên kesayetî, malbat û serokan, xwestiye ku her kesî û her aliyî razî bike. Ji bo piştrastkirina vê dîtinê ezê çend mînakan bidim.
Nivîskar li ser bûyera kuştina Seîd Elçî û Dr.şivan weha radigihîne ku Dr.şivan bi destê xwe, bi demança xwe, hevalê xwe yê kevin Seîd Elçî kuştiye û vê dawiyê Mele Mistefayê Barzanî jî biryara kuştina Dr.şivan daye.
Mirov li vir li ber bûyereke tirajedîk û aloze. Rêveberekî sereke yê tevgera siyasî ya bakurê Kurdistanê bi destê xwe rêberekî din ku hevalê wî bû, dikuje û li pey wê rêveberê tevgera başûrê Kurdistanê yê wê demê M.Barzanî fermana girtin û kuştina wî rêveberê din dide.
Eger em van bûyeran bi tevayî bihêlin ji dîrokê re û li helwesta nivîskarê xwe vegerin, emê bibînin ku pesnê her sê birêveberan tê dan. Ev her sê birêveberên kujerên hev çawa dikarin di heman demê de (baş) delal û hêja bin?
Di pirtûka duyem de jî qala heman bûyeran dibe, lê bi zimanekî sade, bê pînekirin û bi awayekî rexneyî bûyerên weha, Mukrîme Haco mîna şahideke rastgo wan tirajediyên şoreşa kurdan li ber çavan radixîne. Bi taybetî gava çîroka jina Birûskê hevalê Dr. şivan ê ku pê re idamkirin dibêje, bê çawa ji girî çavên xwe nedidan hev. Ew mîna jinebîyekê bi kurê wê yê ku sêwî hiştin, ew vegerandin devera ku jê hatibûn.
„ Tiştin li Kurdistanê dibûn dilê gelek mirovan sar dikir Weke destliserdanîna hinek karbidestên PDK a Sûriyê. Weke kuştina Seîd Elçî û Dektor şivan( Pêşî Seîd bi destê şivan dane kuştin û piştre şivan jî idam kirin). Teslîmkirina çend endamên PDK a Îranê ( şoreşê ew teslîmî şah Riza Pehlewî kirin)..û bêqedirbûna pêşmergan û gelek tiştên din.“ Pirtûka Bêbextî, Rûpel 8-9-10.
Berevajî van helwestên rexneyî, di pirtûka Heznî Haco de, piştî wan bûyeran dor tê ser
hevdîtina bi birêveber Ocalan re, bi heman pîvanên başî û pesindanê tê pîvan. Herweha li ser birêveberên partiyên kurdên rojava (Sûryê). Ji hêlekê de pesnê Hemîdê Hecî Derwêş ( baskê rast) tê dan û ji hêla din de pesnê Selah Bedridîn û M.Neyo ( baskê çep) tê dan, weha jî bi dilxweşî qala hevaltiya xwe bi Kemal Ehmed ( baskê ortê) re dike.
Di dema xwendina li Elmanyayê de eşkereye ku ji hêlekê de aliyê Barzanî û ji hêla din de aliyê Talabanî (politbîro) xwendevanên kurd yên rojava dikin du perçe û ew perçebûn dirêjî welêt jî dibe. Nivîskar van bûyeran hemuyan bi awayekî (sade) rêz dike bêyî ku bêhna ti helwestên rexneyî ji nivîsê bê.
Ji bo ku ev nirxandin şaş neyê fêmkirin, mirov neçare hinek xalan zelel bike.
Xala hêjayî zelelkirinê ewe ku, ji nivîskar nayê xwestin ku êrîşî serok û rêberên kurdan bike, yan jî xwe bide aliyekî dijî aliyên din. Bê guman ev helwesta avakirina têkiliyan bi hemû hêzên kurd re cihê rêzê ye. Helwesteke ku xwe dispêre palpişteke rewşenbîrî û neteweyî, lê dema ku hemû serok, hemû hêz û hemû alî baş û delal dibin û bi yek çavî, ne bi her du çavan, nivîskar wan binirxîne, em bixwazin nexwazin wê aliyê din yê meselê bê bîra mirov.
Pirtûk dîmenên weha dide me, Malbata Haco, malbata herî baş û welatparêze. Eşîra Barzan, eşîreya herî baş û welatparêze. Serok û rêberên kurdan hemû başin. Hetanî ku hev bikujin, lê dîsa jî yê kuştî û yê kujer her du jî başin.
Partiyên kurdan hemû başin. Bi çepên xwe û bi rastên xwe. Hetanî ku herin cem dijmin û sîlah jî bi dijmin re li hember şoreşê hildin, dîsa başin. Mînak, bûyera navdar ya (Cehşên 66an) weke çûna Bexdê bi nav dike.
Ev dîmen nikarin xwe li ber pîvanên zanistî û rastiyê ragirin û xwe biparêzin.
Weke mînak, di derbarê pesindana taybetiya Barzaniyan de nivîskarê ku ji nêzîkayî avakirina sîstemên siyasî yên Ewrupayî dîtiye, pirbûna serekhêzên ji eşîra Barzaniyan di şoreşa şêst û yekê de mîna tiştekî erênî pêşkêş dike. Dibe ku ev ji germayiya hestên nivîskar yên li hember vê eşîrê tên, lê dema xeleka birêveberiya miletekî ku hejmara wî bi milyonaye di hundir malbatekê yan eşîreyekê de bimîne, ev yek bêtir sedemên hesaniya wêranî û têkçûnê tînin bîra mirov. Herweha dûrbûna ji metodên medeniyet û hemdemiyê.
Mînaka din jî malbata Hacoye, di nav malbata Haco de, weke hemû malbatên kurdan kesên ku bi kurdî naaxivin hene, kesên ku dûrî nirxên neteweyî ketine hene, kesên ku...û ku...tu carî malbateke wisa zelal û sade nikare çêbibe. Tiştê xwezayî jî eve ku hemû cure mirov di yek malbatê de hebin, lê çima nivîskar bi vî awayê yekalî dîmenê malbatê pêşkêş kiriye, ev cihê pirsê ye. Ev nayê wê wateyê ku mirov ji nirx û keda malbata Haco ji dema Xoybûnê ve û heta roja îro kêm bike, berevajî wê, pêşkêşkirina hemû endamên malbatekê weke girûpeke têkoşer û sipî, dîroka wê malbatê ji rastiya wê dûr dixîne. Dibe nivîskar ev yeka, ne bi mebest kiribe, lê metoda pêşkêşkirinê vê yekê  nîşan dide. Hebûna rengên cuda, her çendî ne bi dilê mirov be, lê dîsa jî wê di yek malbatê de hebin.
Di pirtûka Bêbextî ya Mukrîme Haco de, mirov bêtir nêzîkî dîmenê rast yê reyalîteya vê malbatê dibe. Ji ber ku nivîskara pirtûkê ji razîbûna kes û aliyan bêtir gotina rastiyê ji xwe re kiriye armanc. Tev ku bi temamî pirtûk dûrî binavkirinê ketiye. Hema hema nav tê de tunene, lê giranî daye serpêhatiyan. Li cem Heznî Haco nav hene, lê xwe di ser hinek serpêhatiyan re qevaztiye. Ew navên ku di pirtûka Bêbextî de tunene, mirov dikare wan navan bi hesanî ji pirtûka tê bîra min derxîne. Ango ev her du pirtûk bi awayekî ji awayan hevdu temam dikin.

Mijûlbûna bi (dozên mezin):
Ji destpêkê de nivîskarê Tê bîra min guh nade bûyerên hûrik yên rojane, ne di dema zarotiyê de ne jî di demên xortanî û mezinbûnê de. Hilbijartina hinek bûyer û çîrokên zarotiyê jî her dem bi bûyereke mezin, dozeke mezin, an jî kesekî mezin ve girêdayiye. Bi xêra vê yekê em hinek agahî li ser her sê helbestvanên mezin Hejar, Hêmen û Cegerxwîn nas dikin. Lê bi mebesta çawatiya zarotî û mezinbûna xwe nivîskar çi agahiyên berfireh nedane. Ev yek xwe dispêre mentelîteyeke siyasî ku mirov detayên jiyana xwe tenê di riya dozên mezin re hêjayî gotinê dibîne. Ji derveyî wan detayên girêdayî (dozê) her tişt biçûk û bê nirx dimîne û ne hêjayî gotinêne. Baweriya min ewe ku ev mentelîte zirareke mezin dide taybetiya vê hunera xweşik (nivîsandina bîranînan). Herweha li xwe mikurhatin jî kêm dibe û hema hema nivîs ji çêja wan kêliyên gerim yên şaşitî, poşmanî û êşê bê par dimîne. Weke mînak, ji bilî navê xanima xwe û çîroka zewacê mirov nabe xwedî agahî li ser ti bûyerên evînî yên dema zarotiyê yan jî yên dema xortanî û xwendina li zanîngehên Elmanyayê. Hetanî bi mijarên xwendina doxtoriyê û piştre jî karê di vî warî de yekser bi ( doza mezin ) ve tê girêdan. Mebesta min ewe ku nivîskar gelek aliyên gerim, nazik û hestiyar ji jiyana xwe ya takekesane kirine qurbana tiştên, li gor wê mentelîteya siyasî, ( hêjayî gotinê )ne. Dibe ku ezmûna beşdarbûna di şoreşa başûr de û reva piştî têkçûnê mînakeke awarte be di vê pirtûkê de,  jê pê ve her tişt xwe dispêre wê zihniyeta ku li bejin û bala pirtûkên siyasî tê bêtir ji yên bîranînan.
Berevajî wê pirtûka Mukrîme Haco ya Bêbextî xwe dispêre serpêhatiyeke takekesane ku di riya vê serpêhatiyê re gelek bûyer û rûdanên dîrokî û civakî dikevin bin ronahiya nirxandinê.
 
Nivîskarî û evîna derenghatî:
Nivîskar  Heznî Haco pirtûka xwe bi evîndariya zimanê kurdî û nivîsandina bi vî zimanî dest pê dike, herweha bi vê mijarê pirtûkê diqedîne jî ku, rêxistinên kurdan gelek kêmasî di vî warî de kirine.
Ezê vê mînakê bê beramberî bidim. Nizanim çima vê evîna Dr.Heznî Haco û vê helwesta wî ya derengmayî, daxuyanî û gotinên rast yên siyasetmedarên ku nema li ser karin anîn bîra min. Her ku berpirsiyarek li dewletekê ji van dewletên bi pirsgirêka kurdan re têkildarin ji ser kar tê hilanîn û li ber navê wî (yê berê) tê nivîsandin dest pê dike helwestên rast nîşan dide. Birêz H.Haco çima piştî 57 salan evîna zimanê kurdî hate bîra te. Ji nêzîkayî bi hemû serok û rêveberên kurdan re, ketiye têkiliyê. Ewên ku xwedî desthilatdarî û cihê dayîna biryaran bûn, gelo bi kê ji wan re li ser derdê vê evînê sekinî û çima heta niha nehatibû bîra wî ku ev serok û rêberên siyaseta kurdî tawanbariyeke dîrokî yî mezin dijî zimanê xwe dikin?.
Ez naxwazim bi van pirsên sert vê nivîsê biqedînim, lê ji ber ku heta ji destê Dr.Heznî Haco hatiye dûrî rexnekirinê ketiye, min jî xwest ez bi van pirsan pêwîstî û giringiya rexnekirinê bi bîr bînim.

Çend peyvên dawî:
Ev xalên ku min di vê nivîsê de rêzkirin ji giringiya pirtûka tê bîra min ya Heznî Haco kêmnake. Di vê pirtûkê de mirov li kesayetiyên dîroka kurdan ya siyasî û wêjeyî û civakî rast tê, mirov li gerimtirîn qonax di jiyana kurdan ya nîvê dawî ya sedsala derbasbûyî de rast tê. Mirov di gelek deveran de li êşên xwe, birînên xwe, hezkirin û têkçûnên xwe rast tê. Ev pirtûk bi zimanekî pir xweş û zelal hatiye nivîsandin. Ev jî nîşana wê yekê ye ku dema evîn têkeve dilê bijîşkekî zîrek de, êdî ew bijîşk dikare mîna kêrê û neşterê  pênûsê jî bixebitîne.
Li aliyê din jî, mirov li ber pirtûka Bêbextî-mêvan ya Mukrîme Haco matmayî dimîne ku pirtûkeke bîranînan ya jineke Kurd ewqase sal di ser re derbas bûne, ne rojekê kesek bi baldarî li ser rawestiyaye, ne jî baş belav bûye û ne jî baş hatiye çapkirin, lê dîsa jî vê paşgukirinê tiştek ji nirxên vê pirtûkê û giringiya wê kêm nekirine. Baweriya min ewe ku ev pirtûk careke din û bi çapeke bi rêk û pêk bê derxistin wê karibe bibe mînakeke giring hem di çarçova hunera bîranînan de hem jî, hem jî di warê nivîsên jinan de. Pirtûkxana kurdî bi hewceyî pirtûkên wisa xweş û bedewe.
........................................................
*Têbînî:
Hêjayî gotinê ye ku heta niha sê gotar li ser pirtûka tê bîra min hatine nivîsandin.
 Di her sê gotaran de qala vê pirtûka duyem nabe.
Gotara Bêwar Brahîm ji serî heta dawî pesindane
http://www.pen-kurd.org/

Gotara Dr. Zara Brahîm ku bêtir bi danasîna pirtûkê mijûle.
http://www.welateme.us/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1030

Gotara Ibrahîm Memûd ku bi erebî hatiye nivîsandin. Gelek şîrove û nirxandin kirine, lê wisa xuyaye ku ew jî ji pirtûka duyem ne agahdare.
http://www.welateme.us/cand/modules.php?name=News&file=article&sid=1176

.......................................
* Çavkanî: Kovara ZEND a Enstituya Kurdî ya Stenbolê ye her demsalê carekî tê weşandin, hejmara bihar-havîn 2008 / Stenbol, 18/06/2008   







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1146