ÞEVEREÞÊN SÊWÎ
Dîrok: ÇáÃÍÏ 22 íæäíæ 2008
Mijar: Helbest



Xizan Þîlan

ez
hinavên helbesta kal û pîr
bi þehweta hestên peritî
dadigirim û dinivîsim
li tenetiya þevereþên sêwî
þefaqên ciwaniya min
desteserî bûn
ava kaniya temenê wêran
ber bi rawestgeha
goristana lal ve
diherike


wizîna bayê mirina bêveger
di guhên giyanê min de
dîsa çingeçinge
asîman
li dor keser û nalîna min
dizivire
bêhna bîranînên þad
di xwîna çarenûsa genî de
dixeniqe
bi gavên þemitok û westiyayî
ber bi pêþeroja nediyar ve
dimeþim
li henasa roniya beyanan
bi dengê qebqeba kewan re
lêvên dilê zîzbûyî
dikenînim
ji kovaniya demsalên xwe
bafiroka bêrîkirinên zaroktiyê
difirînim
li xewna þevên spî
rengê tariya rojên bihurî
bi keskesora hêviyan
dixemilînim
li hawara demên reben
sînorên rûreþiyê
ji gerdûna êþa dilê xwe
diþeqînim
li perestgeha çol û beyaran
rêya diçe fazîletê
diramim
di arþîva heyaman de
rûyê rûpelên qurmiçî
ji toza înkara dîrokê
dadiweþînim
û mirovahiyê vedixwenim
nav xezîna nefsbiçûkiya dilê xwe
ez
bi çira awirên tefandî
bi ramanên dil û kezebê
bi dest û piyên ker û lal
û
bi lerza tiliyên bedenê kor
kulîlka xeyalên çilmisî
ji nû ve
dibiþkivînim

2008-01-13
  Stockholm








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1144