Şam şekire, Lê welat şêrîntir e ! *
Dîrok: ÇáÎãíÓ 22 íæäíæ 2006
Mijar: gotar


*Stiran Ebdullah
Wergerandin: Perîşan

Hin siyasetmedarên Ereb û rewşenbîr, çi yên Sûryê û çi yên Ereb bi giştî, di hevdîtinên TV û malperên cor bi cor ên Internet de nerazîbûn û diltengiya ku li navçeyên kurd ên sûryê derketine holê vedgerînin destdirêjiyeke kurdî a veşartî û hêzên kurdan ên derve, her wuha kurdan bi bêwefadarî û bê dilsozî di gel sûryê destnîşan dikin, Bi taybetî di demekê de ku sûryê di tengasiyeke mezin de ye, çi di hêla herêmî de (Israel) û çi di hêla nêvdewletî de (DYA), û gelek pirsgirêk û kêşeyên dijwar dijî wê qewimîne.

Mixabin ev nêrîna şaş ne tenê ji aliyê sûryê tê derbirîn lê belê ji aliyê ew kesên ku xwe didin nasîn wek demokratxwaz û rewşenbîr jî tê derbirîn, Loma tê xwestin ku helwest li hember vê şaşitiyê bê girtin.
di gelek deman de têkiliyên û hevpeymanên dostane di hêla herêmî de, bi awayekî tevneyî û toreyî, di navbera Hêzên siyasî ên kurdên parçeyên kurdistan û Sûryê de hatibûn girêdan. di demekê de ku kurdên kurdistana Iraqê li dijî Baes ê Efleqî xebat dikirin û rêjîma Seddam ji herdû aliyan re (Sûryê-Kurd) dujminê hevbeş bû, serokê koçkirî yê Sûryê Hafiz El-Esed siyaseteke nerm hember kurdan birêvedibir û piştgêriya hêzên kurd ên parçeyên din dikir.
Ji ber hebûna wî dijminê hevbeş û ji ber hewldanên sûryê derbarê afirandina (oposesyona  Iraqî)  li dijî rêjîma Iraqê, çîroka dostaniyê di navbera herdû aliyan de dirêj û dom kir.
Peşkên vê siyaseta nermîn ya Esed ê Bav gehişt kurdên kurdistana Sûryê jî. Lê belê zinara Erebî û siyaseta erebkirinê nehate rawestandin û alîkariya kurdan li ser asteke eşkere nedihate kirin.
Her wuha di rêkeftinên gentlemanî ên ne mor kirî de Sûryê rêç neda hêzên siyasî ên kurd li wê deverê ku xebata xwe birêve bibin, lê belê di çarçoveyeke nediyar de rêç li ber hêzên kurd ên derve vedikir û derfet bi dest wan dixist.
Li hember vê yekê jî kurdên Sûryê, hem ji bo xebata Kurdên Kurdistana  Iraqê "ku bûbûn hevpeymanên Sûryê" lawaz nebe. û hem ji bo kurdên Iraqê wan qezencên ku ji desthilata Sûryê bidest xistibûn winda nekin, hewldanên mezin dan ku helwesta wan bikeve rêya berjewendiyên wî parçeyê welat (Kurdistana Iraq) û xwe nexistin cihê Nerazîbûna desthilatê û bi rastî wan xwe kir qûrbanî ji bo kurdên Kurdistana Iraqê û têkoşîna xwe xistin xizmeta Şoreşa me de.
Ji aliyekî din ve jî, di destpêka salên 90.î de Şamê careke din û bi modêleka nû hevkariya kurdan -ji bilî yên sûryê- kir. vê carê alîkariya PKK kir bi mebesta bandorek wê li ser Turkiyê durist bibe. Kurdên Sûryê dîsa Baweşîn li "Şoreşa" Ocalan kirin, di dema ku bandor li ser Turkiyê bê encam derket û Şoreşa Ocalan jî serkeftin bi dest xwe nexist. Di vê rewşê de sê Guhertin qewmîn:
_ji aliyekî de, Şamê piştî Esed ê bav di çarçoveya hevkêşên siyasî ên navçeyê de xwe nêzîkî Bexdad û Sedam kir.
_ji alîkî din ve, Kurdên Iraqê bervejoyî Şamê diçûn û di gel revenda guhertinên dunyayê û sînaryoyê rûxandina rêjîma Baes diçûn û destkeftiyên xwe jî bi dest xisitin.
Welatê Beşar El-Esed ji ber çi sedemê be jî,  ji Karwanê siyaseta ku DYA li Iraqê birêve dibe dereng ket, Bi awayekî kirdeyî kete senger û rêza  lidûmayên Seddam Husên.
Şamê hîç ji wan hevpeymanên resen ên di gel kurd û hêzên siyasî de girêdabûn qezenc tuştek qezenc nekir. û ev yek jî tuştekî sosret bû! Ji ber di dema ku Sûryê alîkariya oposesyonê dikir tu kesî silav li wê oposesyonê nedikir, lê îro welatên din ên di dawiya hebûna rêjîma Baes de dostaniya oposesyonê kirin her tuşt ji bo xwe qezenc kirin.
wek siyasetmedarekî hayedar got:
eger Sûryê bixwe Iraq rizgar kiriba dê ev hêzên ku anuha li Bexdad desthilatin her ew bixwe desthilatbana… lê belê mijar bi vî awayî durist bû.
Di vê çarçoveyê de dihat ber çavan ku têkiliyên Kurd û Sûryayê dê bikevin qûnaxeke xirap de. raste nameyên piştrastkirin û baweriyê Dihatin rêkirin lê belê di di holê de her yekek ji wan  rêbazeke taybet û cuda ji bo xwe hilbijartibû.
Ev bixwe derfeteke zêrûn bû ji bo kurdan, ku tucaran bi dest wan neketibû û desthilata sûryê vê yekê xweş dizane.
_ ji aliyekî din jî, kurdên Sûryê “belkî Bi derengî” lê belê biryara xwe dan ku êdî xebat û têkoşînê biterxînin ji bo xwe û pirsa xwe. loma di 12.ê Adarê 2004.an de leyistika siyasî kete stadyoma leyistika Futbolê de û li wê deverê di navbera kurd û dostên Seddam ên ku duh dijminên Esed bûn de pevçûn derket û kurdistana Sûryê bû xaleke dubendiya demkirî ku li ber teqandinê ye. lê belê zû ye ku  merov texmîn bike, gelo  dê çarenûsa  daxwazên gelê Kurd li Sûryê çi encam bide. lê ronak û diyare ku kurdên Iraqê "wek kurdên parçeyên din" xema kurdên kurdistana Sûryê dikşînin. Lê Nabe Sûryê dudil bibe derbarê Kutkuta dilê Kurdan ku ji aliyê wê ve dikeve warê Pilan û mizaweriyê de.
Kurdên Iraqê dizanin ku şamê di nav hevkêşeyên siyasî de alîkariya wan kiriye, loma ew wefadarin, lê ev nayê Wateya ku xemgîniya birayên wan bi wan xweş e.
Bi rastî kurdan Ji mêjde şam kirine pendeke pêşiyan: "şam şekire lê welat şêrîntire".
şam tê heskirin lê ne biqasî kurdên me ên bindest.
*Ev gotar di 19-04-2004.an de piştî serhildana Qamişlo, di rojnameya aso de belav bûye
**Sernivîserê Rojnameya ASO li Başûrê Kurdistan





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=114