Siyamend Brahîm
Dipirsim ez bê keskayiya jiyanê bi çi rengî derbasî þaneþîna Qamiþloyê bûye؟
Qamiþlo bi serfiazî radihêje mistek ji axa gora te ya pîroz û bi mizgîniyên sibehên xewnedar dipêçe
hey bajarê di þaneþîna wejd û furaqê de vehesiyayî
hey bajarê li peravê Cexcexê birîndar veziliyayî
hey bajarê ku kevza rojan li ser singa te xilmaþ bûyî
hey bajarê stêrên geþbûnê li asmanên wê xwe digevizînin
li asoyên matbûna sed salan radizên
xewn xilmaþ bûn
kovanên sînorên bê sênor qetiyan
razên xwe wê ji kê re þirove bikin
kurdunde ne
wekî gulekê bi bêzariya êþa Mem û Zînê pêçaye
raweste Þêxê min
sêla ziwabûna deverên (Qmiþloka) rengîn
te bi canê xwe yê keskîn raxist
keskayiyeke ji keviyên valahiya têkçûna lehengê baweriyê rizgar nabe
gelo kî bû ji karwanên windabûnê re dibû ronîdar
Kîye siwarê sile[ siwarê ji rokê re
afsanên lehengiyê li ser rûpelên mertalên polakirî rist dike
kurdo ji pey çiya tu war te naparêzî
tu li ku yî?
vame ezim Kawayê sînorê taristanan vedimirînim
kî ye ku bi nenûkên xwe radhê jî perda êþê
û li seranserî gerdûna birçî þîva dawî pêþkêþ kir
te bi lez berê xwe ji me guhert
çima
tu çawa xemgîniyên xwe dipêçî!
tu dizanî
azadî neynika roja felatê ye
azadî heyva çarde salîye
ahengeke di þaneþîna perîzadên pîrozin
girtî li dergehên tenahiya zindanan dixe
Tirs di tazîbûna payebûnê de çikandiye
ew êmîþên rojên min yên xweþ dimijin
hey Qamiþlo
hey Qamiþlo
kî ye ؟ ew ê dîlana azadiyê di bênderên geþbûnê de radixîne
berba bike
bi fermîskên zarokên Helepça de dipêçe
bi nazdarî paqijke
gelo çawa her sibehkê tu dinalî[
di gel þîh þîha berbanga dengketî
berbangekê de
þîh þîha hespê sile
ji nuh ve Gornîka tê bîra wî
xuydana salên germ digel berxwedana lehengiyê distrê
qet nêzîkî çirîska wê biybanê nebe
tenê ev rêçik behna qurnifilan jê tê
ev behn jê nare
ta ku kurahiya valebûnê sermst bibe
û di quncika dîroka windayî bigere
Qamiþloka min veniþe
Ji nuh ve hatiye nivîsandin 29 5 2008
siyamendbrahim@gmail.com