Go, zemanekî buhûrî da gurekî har li çiyayên Kurdistanê peyda dibe, ku rojê carekê xwe diavêje nava kerê pezê gunedekî, carê sî -çil pezî pê qîlên xwe žerjê dike, cendekê wan li çolê dihêle û pižt ra hêja pezekê dide ber sîngê xwe, didefîne dibe derdixe cîkî dûrî xewle û li wir vediçirîne û dadibelîne. Ecêbeke reže giran: kelbên živanan yên here dir û gurêx newêrin xwe bidin ser wî gurê har. Carina jî wisa tele tel tê, ku hetanî živan bi hatina wî dihesin, hetanî <> dikin, kelban berî wî didin ew pê ra digihîne pir pezan žerjê bike. Go, gava pezek jî dida ber xwe – didefand dibir û kelbên her gurêx dû wî diçûn – ew cî da radiwestiya û gava digirijî kelba saw jê digirtin, dêlên xwe dikirin nav lingên xwe, dibû kaste kasta wan û žûn da dizivirîn. Go, sawa wî haqas pir bû.
Eynî zemanî da, go, li Kurdistanê kalemêrekî deng dabû, extiyarekî dinêdîtî û aqilmend û bi pê ra jî bihûrtî, ne xalî, Xwedêdayî. Go, wî zimanê har û mara, zimanê hemû terewil, rawir û teyredên cîhanê zanibû û her yekî ji wan re bi zimanê wan diaxivî. Go, mezin, gire girên gundên hewîrdor li hev dicivin, žêwira xwe datînin û biriyarê distînin, ku çend merivên xwe bi rê bikin bal vî kalemêrê aqilbend û bihûrtî belkî ew çare, îmkaneke xilaskirina wan ji vî gurê har dibîne. Tên bal wî kalemêrî û jê ra dibêjin, erê, welleh, hal û hewalê me û gurê har eve û rica jê dikin çareke xilasbûna ji vî gurî ji wan ra bibîne. Kalê guhdariya wan dike, dilê wî bi wan dižewite û soz dide wan, ku wê alîkariya wan bike, çarekê ji wan ra bibîne.
Sivetirê nan û pêxwarina xwe dixe hevanekê, davêje milê xwe, wekazê xwe hildide û berê xwe dide çiya û baniyan, çol û çolistanan. De, merivekî bihûrtî bûye û ciyê ku gur wî zemanî lê bûye, zanibûye. Pir diçe, hindik diçe li serfêza gundekî rastî vî gurê har tê. Bala xwe didê zikê gurê har pižtê va qemitiye û çavên xwe berdaye kerekî pêz ku li berpala çiyakî bilindî hasê yê serfêza wî gundî diçêriya. Kalê bi gurekî silavê dide gur û jê ra dibêje:
Guro!
Hi, kalê, gotina te çiye?– Gur jê dipirse, lê çavên xwe jî ji kerê pêz nabire.
Guro, - Kalê jê ra dibêje, - ez îro hatime ricakê ji te bikim û žîretekê li te bikim.
Bêje, lê her bi tenê zû,-gur bersiva kale dide , lê çavên wî dîsa li wî keriyê pêze, ku bi çêre çiyayê bilind va hêl dide û ranêzikay heçê wî ra kiriye.
Guro, -Kalê jê re dibêje,-tu rojê xwe davêjî nava kerê pezê gundekî, sî-çil pezî žerjê dikî, cendekê wan li erdê dihêlî û dawiyê hêja yekê didî ber sîngê xwe, didefînî, dibî û dixwî. Gava her bi tenê pezek ji te ra pêwîste, gava bi pezekê tu têr dibî û bi ser da jî nîvê cendekê wê bêtir ber te dimîne – îdî tu çima haqas pezê xelkê badilhewa, bêxeda žerjê dikî. Te gotineke gelê kurd bihîstiye?
Çi gotine? –Gur jî bi pirsiyarkirin bersiva kalê dide.
Kalê hêja wê gotinê jê ra ežkere dike:
Ewa dibêje. << Gur hate dîhara–weyî li halê sêfîl û jara>>.
Lê tu çima vê gotinê ji min ra dibêjî? – Gur ji kalê dipirse.
Awa ji ber çi, - kalê bersiva vê pirsiyara wî dide. – Xizan loma xizane, çimkî, weke dibêjin, Xwedê jê standiye, qismet ser wî biriye, qismetê wî qelandiye. Loma jî, gava gurên weke te dikevin nava kerê pêz–bêtir pezê xizanan ber wî dikevin. Carina jî sê pezên xizanekî hersê jî tên serjêkirinê. Çimkî ew miyên dožanîne, zayine bi wê yekê žîr, mast, penêr û rûnê devê zarokên mala xizan yên hûr ser wan tê birînê. Ew birçî dimînin, dikin zare zar, lê dê û bavên wan jî hew dikarin zikê wan têrkin. Lê ev zarok ne gunene, ne webalin. Qet gunê te bi wan nayê?Gelo bažtir nabe, ku tu vir ha da her bi tenê pezekê ji bona xwe ji nava kerê pêz veqetînî, ku ne ku bi tenê wê têra te, têra têrxwarina te bike, lê bi ser da jî wê ber te bimîne. Bažtir dibe, ku ew pez, ew mih jî ya malbateke zengîn ya xudanê çend sed pez be ber ku bi yekê ew mal zerareke mezin nakeve, dožaniyê wê têra zarokan dimîne û zêdetir jî.
Kalê, - gur got, - eger ez ya te bikim, li peza mala zengîn bigerim, hetanî vir da, hetanî wê da živanê bi kelbên xwe va dorê li min bigirin. Lê eger ez bi rev sax û silamet ji nava çembera wan derkevim jî ez ê wê rojê birçî bimînim.
De qet nebe, - kalê bi mecbûrî ji gur ra got, - pezekê bi tenê ji xwe ra bibe, ew ya kê jî dibe bera bibe, ewên dinê badîhewa, cîkî bož û betal neke berete.
Ez wê yekê jî nikarim bikim, - gur gote kalê, - ber ku hetanî sî-çil pezî žerjê nekim gožtê wê peza, ku ji xwe ra dibim, ber min da naçe.
Lê wê çawa be?– kalê ji bêçariya xwe ji gur ra got.
Wê çawa be, - gur bersiva wî da, - tê li vê tangê žîretên xwe bidî birînê, herî mala xwe, lê ezê jî hewil bidim xwe, ku xwe kerê pêz ra bigihînim, ber ku, eveke, ewê piž çiyê da biqulibe, lê di min da jî ji birçiya haqas hêz û hereket nemaye, ku ez hetanî heçê çiyê hêl bim û wê wêdetir jî, kî zane, çiqasî bimežim.
Got û ji bal kalê çing kir, banizda, berê xwe da hevrazê çiyê. Kalê çend cara deyî li wî kir, dû wî kire gazî, ku wî ser wê rê bide rawestandin, žûn da vegerîne, lê gur nerawestiya û ne jî piž xwe va zivirî.
Kalê por û požman vegeriya mala xwe.
A ji vî zemanî da, pižtî vê bûyerê ev gotina:<< Gaziya dû gure>> nava gelê me da tê bikaranînê, bîranînê, gava žîretên li merivên serhižk û xirab weke tižtekî bêfeyda, bož û betal dibînin, gava bûyereke xirab îdî ji zefta meriva derdikeve û îdî ne mûmkûne pêžiyê li wê bigirî, bi cîhatina wê nîvî da biteribînî.