KOÇA XEMBAR
Dîrok: ÇáÓÈÊ 24 ãÇíæ 2008
Mijar: Helbest



  Xemgînê Remo

Diyarî bo hevalê min Arþev Oskan

Ez hîn jî
Wan þiva-rêkên pî bi gul
Heroj hemîya di pîvim
Ji Kepez ta Gola gulê ...
Ey kîvroþka ji nêçîra dil revî
Û li deþta Sirûcê wenda bû
Ez dilvan bûm
Ne nêçîrvan bûm ...


Gava evîn dibe kul
Û awazên dil dengê bilbil
Ji xwe wê keser bimîne gul
Û þandekê keserê min
Li ber ba yê kur
Xezalokê payîzî ne
Li dûv koça te dibezin
Ha li vir û ha li wir ...

Axx ..cûdahî ya evînê
Jînê piþta xwe daye min
Dar-bihîvên li dor birkê
Dilberê va dîsa gul dane ...
Dêlyên tirî
Di gel wana þax berdane ...
Û arê tenûra te hilor nebû
Ku dîsa nanê dilê min bisoje
Ezê tacên kulîlka
Vêva ji kêre bihûnim ?
Li bin wê dara civîna
Bi kêre rûnim ?
Û ezê çi navî li hîvê bikim
Ku hîv û sitêr bi tere çûne ...?

Xemgin-61@hotmail.com







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1103