hevpeyvīnek li gel lźkolīnźr ū nivīskarź kurd Konź rež
Dīrok: ĒįĆĶĻ 18 ķęäķę 2006
Mijar: Hevpeyvīn


Hevpeyvîn : Abdula Sebrî-


Di hevpeyvînekê di gel lêkolînêr û nivîskarê kurd Konê rež de ji semakurd re got (( ku rojnamê kurda nikarin tevayî gelê kurd di bin sîbera xwe de kom bike û rojnamek li hewlêr nîne ku kurdekê ji Amedê nûçeyên li kurdistanê têde bixwînê û kurdekî ji hewlêrê nikarê nûçekî li ser kurdên rojava nas bike  di riya rojname û kovarê kurdî li rojava de , ji ber yekîtîya tîpan  di nav me de nîne  ))???




- Em bixêr hatina te dikin li kurdistanê û em dixwazin naskin çi hestê te ne ku  yekem care ti serdanekî tê kurdistanê ?

- Ez sipasîya dezgeha sema ji dil û can dikim ku ev derfet da me em hestê xwe têde derînin  bi rastî ev yekemîn care ez kurdistana azad serdanekî têmê ez hem li xwe pîroz dikim û hem li kurdistana azad pîroz dikim , bawer bikin xewnek bû ew xewn bû rastî , ne xewna min tenê bû ya bavê min û kale min bû ez dikarim bêjim yê ku ez dibin bandore wî de ez mezin bûm li ser  žoreža berzanîyê nemir tim li radiyo guhdarî dikir di despêka sale žêstî de demê basa žoreža berzanî dikir û bavê min di wê ixtîyariya xwe de li radiyo guhdarî dikir û digo ve mela mustefa zora ležkerê dijmin bir yan wan zora wî bir, xwezî saxba wî jî bi çavê xwe dîtiba , lê dîsa mala xwedê ava ku min kurdistana azad dît ez gelekî dilžadim û ez di xewnekî rastîde me.
- Em jî gelekî bi kêfin ku îro ti li kurdistana azadî , em dixwazin bizanin çi li pêžiya te heye di vê serdanê de ?
- Ez dikarim bêjim hatina min bi vê seredana pîroz ya dîrokî li kurdistana azad ji ber siyemîn festîvala mîr bedirxanê botîye, belê gelekî xweže ketîye buharê de ketîye 22 nîsanê de , weku diyare 22 nîsanê ji berî 108 sala yekemîn rojnamê kurdî di dîroka kurda de hatîya wežandin û zimanê kurdî bûye zimanê nivîsandinê ew rojname jî binavê Kurdistan bû li qahîra hat çap û belav kirin ji rex mîr miqdad midhet bedirxan, ez vê roja rojnamegerîya kurdî li tev rewženbîr û nivîskar û gelê kurd pîroz dikim û ya herî xwež em dibin banekî de rûnižtin serokê hikûmeta herêma Kurdistan berêz Nêçîrvan Berzanî û xanima yekemîn di îraqa fîdral de Hîro Ibrahîm Ehmed , serokê sendîkayî rojnamevanê Kurdistan, serokê yekîtîya nivîskarê kurdistanê , nivîskarê amide, batmanê, nivîskarên qamižlo û mihabad û sina û bokan em hemi dibin banekî de rûnižtin di bin ala kurdistanê de , žahî ji vê mestir min ne bawere ez bibînim û ev rojê min li vir bûrandin rojên dîrokîne di jiyana min de wê bi tîpên zêrîn werin nivîsandin û birastî ev çend roje ez li kurdistanê me xewa min ji kêfa nayê.

Mamost ma Gelo te çi pêžkêž kir di hindirê vê Festîvalê de ?-

- Di roja yekemîn de li gor programê festîvalî babetê min li ser ala kurda bû di nav bera bedirxaiya û berzaniya de, dibe ku gelek kesê beždar dîroka ala kurdistanê nizanî bûn , min çend babetamade kiribûn lid or bernamê festîvalê û lid or rojnamegeriya kurdî, belê min babeta xwe bijart li ser ala kurdan ev ala ku li serxaka azad û pîroz bilind li b a dibe min ew babeta xwe xwend.
Dîroka ala kurda ev ala kurda kî damezrandiye û rengê wê bijartiye, wek ku diyare ji19/6/1999 de perlemanê kurdistanê bi tevayîprojeyê bilind kirina ala Kurdistan pêžkêžê perleman kirin endamê perleman jî teva bi yek dengî ew piroje pejirandin û ji higê ve ala kurdistanê di cara 3 di dîroka kurd û kurdistanê de ku ala kurdistanê di xaka kurdistanê de tê bilind kirin cara yekemîn di žoreža agrî de ya bi serkêžiya îhsan norî paža ser çiyayê araratê hat bilind kirin, cara diwem komara mihabad de sala 1946 de û cara sisêyan ku li xaka pîroz ku perlemanê kurdistanê biryarek fermî dida bi bilind kirina vê ala kurdistanê , ma çi ji vê xwežtire û çi jê buhatir heye li cem min , weku diyare ev ala niha li xaka kurdistanê ba lê dide ev al sala 1919 rengê wê hate bijartin ji rex komela te`alî Kurdistan ve ji rex emîn e`alî bedirxan ve, ev ala jî bedirxaniya rengê wê bijartine û berhev kirine.

- Mamoste konê rež li pižtî 108 sal ser derketina yekemîn rojnama kurdî , rojnamegerîya kurdî ya niha tu çawe dibînê?

- Bê goman rojnamegeriya kurdî pižtî serhildana pîroz di sala1991an de di kurdistana bažûr bo wek žorežeka rewženbîrî li ser me kurdên binxetê de dihat ji kovar û rojnameyan, gelkî gež bû û heta roja îro žoreža rewženbîrî li kurdistana bažûr hê jî berdewamem lê mixabin ez dikarim têbînî kî  di virde bêjim ku wê rojnamegeriyê nikarî kurda di bin sîbera xwede kom bike, rojnamek li hewlêr nîne ku kurdekê ji Amedê nûçeyên li kurdistanê têde bixwînê û kurdekî ji hewlêrê nikarê nûçekî li ser kurdên rojava nas bike  di riya rojname û kovarê kurdî li rojava de , ji ber yekîtîya tîpan di nav me de nîne , ev rexneke ez ji rewženbîr û sendîkayê rojnamevaniya kurdistanê ez dikim, di sala 1932 de mîr celadet bedirxan bi tena xwe karî bû soran û behdînan di riya kovara HAWAR de bicivîne ku kurdê soran ser wextê berhemê kurdê behdîna bin û kurdê behdîna ser wextê nivîsê soran bin û wî demî çend stêrên gež li bažûrê Kurdistan di HAWAR de dinivîsandin û  li žamê derdiket, çima roja îro em nikarin wê bikin , yekbûna kurdan yekbûna ziman di yek bûna tîpê kurdîde ye, û ez dibînim žerme ku li kurdistana bažûr rojnamek yan kovarek bi soranî yan bi behdînî bi tîpê latînî nîne .

- Mamoste zarav(lehce) di zimanê kurdî de gelekin : Kurmancî  û Soranî û Behdînî û Zazî …. Ma ne gereke zimanzanê kurd li hev bicivin û zimanekî kurdî stender(yekbûyê) çêkin…?

- Daxwaziya min jî eve ku ez dibêjim standerkirina zimanê kurdî berî her tižtî, dûvre standerkirina tîpên kurdî, nizanim problema wê cabin li herêma kurdistanê dibe ku problema way a polîtîkî hebin em bi hêvîne ev problem li ser biseknin di pêže rojêde û çare ser bikin .

- em dixwazin tu ji mere basa konê rež bikî, yê nivîskar,yê helbestvan , yê bi deha lêkolîn kirîn di dewr û berê mala bedirxaniya…?

- Ez Konê Režim ji ku bi sala ye  di kul û êžê û canê gelê xwede di pûnijim , yekem ji wan kesê di warê mala Bedirxaniya de dixepêrin , bi rêka rojnameya gel û kovara pêžengya ku Samî Ebdulrehman  di wežandin û bin bandore seydayê cegerxwîn de ku çend carekî min ew li qamižlo dît, min  dest bi nivîsandina zimanê kurdî kir bê goman berî hinge  min bi zimanê erebî dinivîsand ez îro xwe dibînim wek nivîskar û helbestvanekî kurd, heta niha žež dîwanê min yê helbesta hatine çapkirin û belav kirin, dû dîwan ji wan ji bo zarokane  yek jê binavê sîpan û jîn, ya dî bi nave žagirtê bedirxanim , hem jî çend pirtûkê min yê lîkolînî hatine belav kirin yek ji wan serpêhatiyê mîrekê botan  bû , hatî çapkirin li beyrûdê sala1991an de ,  ya dî mîr Celadet Bedirxan  Jiyan û Ramana wî hem bi kurdî hem bi erebî , ya bi kurdî li siwêdê hatîye çapkirin û ya erebî li žamê hatîya çapkirin , yek jê li ser serhildana Sasonê û yek jê Osman Sebrî jiyan û ramana wî û yek jê komela Xweybûne sala 1927an û bûyerên žoreža araratê yên rojane di1930an de û pirtûkek dî jî vê pažîyê derket bi navê Qamižlo xwendinek di ernîgeriya bajaran de li ser bajarê Qamižlo ye û dîwanek min niha li Istenbûlê li wežan xana aram di bin çapê de ye û dîwanek jî amadeye ji çapê re hemî bi kurdî ne, bê goman û dîwanek jî hatî wergerandin  bi nave dara berwê li ser zimanê kurdî ye , ew jî amadeye ji çapê re ,û berhemê min yê dî jî hene ez di wan de kar û xebatê dikim , tev berhemê min tev nivîsandinê min di bin xizmeta kêžeya gelê min de ne  , û kesayetîya min jî weke mirov diva berhemê min de heye , ew kul û xemê min kul û xemê tene jî û bira û dostê û yar û neyarê minin jî min hewil daye ku bi wa kul û xemê di rengê va gotinên kurdî de ez kom bikim ez yê xwe derînim berî yê te bê goman yê min û te yekin , ew kesayetîya min ya teybet ya evîndarîyê de ya heskirinê de ew dîmênê sebaretê min taybetî biminin û ez berdewamim li ser nivîsandina zimanê kurdî  û gotina Mîr Celadet Bedirxan gotiye kuro eybe žerme fihête an hînî xwendin û nivîsandina xwe bibin yan jî ne bêjin em kurdin ,
Herdemî ez vê gotinê di bêjim ji ber ku mirovê kurd bi zimanê xwe kurde ku ziman çû netewetiya wî jê dice .

- Em bi navê Malpera SEMAKURD zor sipasîya te dikin ku te ev derfet da me û xwedê temenê te dirêj bike di xizmeta ziman û wêjeya kurd de û her dem serkeftî be ?
 
 -  ez jî sipasiya dezgeha sema ji dil û can dikim , û di cejina rojnamegeriya kurdî de ez hêvî dikim ji rewženbîrê bažûr rê kurdistanê ku karibin kovarekî bi tîpê latînî ku berhemê soranî û behdînî her duka himbêj bikin û dawî dîsa sipasiya dezgeha sema dikim û sipasiya te dikim û her pêžketin rêya me bê û zor sipas .
 
 ****************
jêder: www.semakurd.net






Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=109