Yara min kurdistane
Dîrok: ÇáÃËäíä 05 ãÇíæ 2008
Mijar: Helbest



Dilbend Xelîl

Sipî boze , bilind poze
Dil bi soze , nerîn doze
Ebrû moze , ew newroze
      Yara min ew kurdistane
 
Naz û xweþe , zevî geþe
Ew keleþe , lat û beþe
Seyran meþe , kar lê xweþe
      Yara min ew kurdistane


Ew Kurdistan , ew þehristan
Bax û bustan , gul , gulîstan
War gotistan , cê þehîdan
      Yara min ew kurdistane
 
Yar û yare , xweþ buhare
Gul buhare , gurê hare
Zar û jare , cem neyare
      Yara min ew kurdistane
 
Bi zagrose , bi torose
Ararate , xweþ xelate
Bi hemrîne , þerfe dîne
      Yara min ew kurdistane
 
Xwedya vine , mem û zîne
Ew þêrîne , ferhad dîne
Ware vine , pak zemîne
      Yara min ew kurdistane
 
Ew bi çiya , cem me hemya
Çem û derya , gul û giya
Hingi dunya , a me hemya
      Yara min ew kurdistane
 
Bi sînore , ew bi lore
Soran gore , hawîr dore
Dijmin kore , zor ew zore
      Yara min ew kurdistane
 
Ser bilinde , naz û rinde
Heyva gunde , pir lewende
Þêrîne qende , xwedî pende
      Yara min ew kurdistane
 
Ser hildane , a kurdane
War ne mane , lê civyane
Me ew dane , xwîn û cane
      Yara min ew kurdistane
 
Bi reng û rû , me jî dad û
Ew sawîr bû , hate û çû
Bi rengkî zû , me xwe xist dû
      Yara min ew kurdistane
 
Em ew kurdin , kurdê kurdin
Ser bilindin , pak û rindin
Xweþ comerdim, can em berdin
      Yara min ew kurdistane
 
Bi dû kezî , furat mejî
Dicle kujî , yarek kejî
Pêre dijî , hûn û ejî
      Yara min ew kurdistane
 
Law ew rustem , law ew deysem
Kar û berhem , dikin her dem
Ser me her dem , axîn û xem
      Yara min ew kurdistane
 
Ew hevale , pir delale
Hawîr lale , reng þemale
Bi kendale , cê hevale
      Yara min ew kurdistane
 
Dem ne mane , zû bazdane
Bik peymane , ser xwe cane
Bo welatê , kurdistane
      Yara min ew kurdistane






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1073