Rêxirawa Maf di nav bera navekê giran û karekê bê westan de
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 13 íæäíæ 2006
Mijar: gotar


Diyar Ehmed

Bê guman diyardeya xelatkirin û rêzlêgirtina mirov û kesayetiyên navdar û afrander tiştekî pir hêja û başe, û herweha cihê rizamendî û dilxweşiya gelê me ye jî, ji ber wek em tev dizanin ku di dema borî de gelek gilî û gazind ji aliyê xemxwar û dilbêşên kurdayetiyê ve di vî warî de di hate kirin û bi teybetî pirsa li ser zar û zimanê her kesî ew bû ku çima em miletê kurd buha û qedrê xuyayî û navdarên xwe ta ku ew sax û jîndarbin, nizanin û nagirin, û kesek li wan qedirgiranan nabê xwedî, ew di civakê de yan tên jibîrkirin û paş guhve avêtin, yan jê şerê wan tê kirin û bi nav û sîmayin kirêt û nebaş têne navkirin

tevî ku ewan kesan û di tevî waran de, her yekî di biwara xwe de, çi pêşmergebê, yan siyasetmedar, rewşenbîr û miletperwer bê, yan jê hunermend, nivîskar, şareza û zanyar bê, ewan kesan şiyan û behremendiya xwe, pêkarîn û canê xwe kirine di bin xizmeta berjewendiya miletê xwe de, xwe êşandine, westandine ta ku bersivan ji çareserkirina kêşa gelê xwe re bibînin û reng û rûyê wê kêşê yên rewa û dadmend ji xelkê re geş û ronîbikin .
Îro dema ku ew kes têne xelatkirin tevî wek me got tiştekî pir başe, dibê ku ev yeke wê kartêkirina zêde di jîn û jiyana wan kesan de nekê, ji ber guman tê de nîne ku jiyana wan wê newê guhertin , lê rewşa wan ya derûnî bi kêmayî ve wê baştir û çaktir bibê . ew kes bi xwe çaxa ku wî karî dikin û wan rê û şopan dajon, berî her tiştî bîr û baweriyên xwe bikartînin û bi wan karan kala dilê xwe hênik û rehet dikin û erkê berpirsiyaryê li ser milê xwe pêktînin, kakil û nîvişkê ked û verêja berhemên xwe ji miletê xwe û mirovatiye re pêşkêşdikin, ne gelekî ji wan re xem û mereqe ku ew werin xelatkirin yan jê ne win ….. lê belê xelatkirina wan hêris û hêviyên kesên ku piştî wan tên û wê rê û şopê digirin bilind û xurtdikin, di vê derbarê de gotina ronakbîr û helbestvanê Sûrî yê navdar Mihemed AlMaxot diyare dema ku ji aliyê wezareta rewşenbîrî ve hate xelatkirin û got : (( xelatkirina mirov bi saxî berheviyeke di avakirina gorê de )) lê dimînê tiştekî baş û cihê kêfxweşiyê .erê tê gotin û ta dema niho jî ev gotin berdewamin, gelo çima ta ku ew kesên afrander saxin, kes nizanê hene û kes bi buhayê kar û berhemên wan nahesê, lê dema dimirin ji nû ve li peyî wan û di şîniya behî û serxweşiya wan de, çemên rondikan di barînin,bisik û keziyan dibirin …..!!  û barên daxuyanî û beyannaman derdixînin, rê û rismên girtinberdan û vekêşanê pêşkêşdin, ta giha wê redeyê ku di celda kurdî de hate gotin, ku eger xwedî û palpiştên hunermendê dengxweş û qehreman Mihemed Şêxo hebana û kesin lê bibana xwedî û xwedan wê zû pişta xwe neda ba me û em ji deng û rengê wî yê şêrîn û ciwan zirbehir ne diman ….??
Û di vî warî de gelek mînakên berçav hene, ma ka mafê nivîskar û siyasetvanê navdar Osman Sebrî ,seydayê hêja Cegerxwînê kurd,parêzerê rastî û mirovatiyê şêxê şehîdan Mihemed Meşoqê Xiznewî,ronakbîr û nivîskarê hêja Hesen Hişyar,malbata çanda kurdî kaniya Bedirxaniyan,siyasetvan û rewşenbîrê bi nav û deng Noredîn Zaza….HD.
Ji ber wê yekê dema îro rêxirawa Mafê evê rê di şeqînê û dixwazê tovê mafnasiyê di civaka kurdî de biçînê û belav bikê û herweha berê bingihîn di vî warî de deynê, tevî ku hin hewildan û çalakiyin nîv şikestî û seqet ji van rengê karan berî niho jî hatine kirin, lê kar hê di gava destpêkê deye û divê mirov ji bîrnekê ku xelatkirin û rêzlêgirtin jî merc, rêz û rawazên wê hene û şarezatî û piporî jî jêre divê .
Vêca dema ku em nûçeya xelatkirin û rêzlêgirtina rêzdar Dehamê Mîro sekirtêrê partî yê berê ji aliyê rêxirawa Mafê ve bihîst, em pir kêfxweş û dilşabûn û me dît ku ev gaveka qence û ji zanebûn û berpirsyarekî derdibê  û naskirineke ji mafê wî kesê ku hatî xelatkirike, ew kesê ku şiyanên xwe yên teybetmend terxankiriye ji xizmeta miletê xwe re û pê berjewendiyên wî miletî di parêzê.
Ev gav gaveka pîroze,kar û xebateka di warê dan û naskirina erk û mafan de ye û em bi hêvîne ku ev rengê karan di pêşerojê de rûberê wê beltir û berferehtir bibê û rê û şopeka rast û durist bigirê.
Wek em dinasin ku rêxirawa Maf rêxistineka medenî serbixweye,ne ser bi ti aliyan ve girêdayiye,ji bo parastin û berevaniya mafê mirovan hatiye damezrandin.ev rêxistin gereke gotina rastiyê,wekheviyê,lidûvçûn û vewejartina nûçeyên rast û pêzanînên rasteqîn li cem wê di ser her tiştî re bê û di rêbaza wê de ji xalên serekî û pîroz bêne dîtin û bikaranîn.
Eger çi kêmasiyên wê di warin dî de hebin jî,lê di biwara belavkirin û gotina rastiyê de tucarî gereke xemsarî û nemerdiyê nekê.
Lê xuyaye rêxirawa Maf li ser nav û karê xwe ne rawestaye û xwe ne westandiye,ji ber wê jî ketiye kêmasî û şaşiyan,çavên xwe ji rastiyê girtiye û dixwazê bi bawerî û ramanên xwe yên çavgirtî,berteng û yekrû dîroka tevgera kurdî li rojavayê kurdistanê û jînenîgariya kesin navdar û qehreman bi nivîsînê û li gorî xwestek û daxwazên xwe yên teybet daxuyanî û beyannamên xwe derxînin,eger ne ev bê ne xwe wê çima bi Kevin van şaşiyên ku weke roniya rojê ji her kesî re zelalin û ne cihê cîwazî û aloziyê ye li cem  her kesê bîrber û nêzîkî rewşa siyasî.
Emê di vê babetê de du nûçeyên ne rast yên rêxirawa Mafê di dema borî de ragihandîn bi din xuyakirin:
-Ya yekê,dema ku nivîskarê kurd mamosta Ednan Beşîr ji aliyê dadgeha sûriyê ve hate dadgehkirin û bi heyvekî zindan hate cezakirin,rêxirawa Mafê bê ku xwe bi westînê di cih de daxuyaniyek deranî û tê de cezakirina mamosta Ednan ji aliyê dadgeha sûriyê ve şermezarkir,tevî ku wan ev nûçe ji malperan wergirt ew şermezarkirin tiştekî başbû,lê ya şaş û ne durist di daxuyaniya Mafê de ewe ku di gumana wan de mamosta Ednan  girtin û avêtin binê zindanê, ji ber wê jî di daxuyaniya xwe de tevî şermezarkirinê ji desthilatdariya sûriyê xwest ku ew bi zûtirîn dem rêzdar Ednan serbest berdê.ev yeke wê didê xuyakirin ku biraderên me di Mafê de xwe ne westan dine û ji aliyê dî ve xuyadikê ku ew di warê Yasayê de jî ne şareza û pisporin.
-Ya diduwê,dema ku rêxirawa Mafê rêzdar Dehamê Mîro sekirtêrê Partî yê berê xelatkir,di nûçeya xwe de ragihand ku rêzdar Dehamê Mîro sekirtêrê Partiya pêşîye li sûriyê ya ku di sala 1957 ê de hatî damezrandin.ev gotin ne raste û di vir de mafê mirovna tê wendakirin û binpîkirin,tevî ku ya rast ne cihê alozî û cîwaziyê ye li rex sercemî kurdan li rojavayê kurdistanê û ji der ve jî.em tev dizanin ku mamostayê navdar Noredîn Zaza ewe serokê pêşî yê Partiya kurdî ya ku di sala 1957 ê de hatî damezrandin.lê çima Mafê ev rastî guhertiye…bersiv li cem wa ye…?
Lê belê rêzdar Dehamê Mîro di sala 1970 ê de bû ye sekirtêrê Partî, piştî kongirê hevgirtin û yekkirina herdu aliyên Partî Çep û Rast,yê ku di bin çavdêriya Barzaniyê nemir de li başûrê kurdistanê hatî girêdan û di pey re herdu aliyan bi hev nekir û bi wê yekê rêzdar Dehamê Mîro bi navê (Hiyad )di sala 1970 ê de serkêşiya aliyê sêyê yê partî kir.
Bi rastî dema ku me herdu daxuyaniyên Mafê xwendin giriyê me bi halê me hat û di cih de hate bîra me ku ew kesên serperiştî û rêveberiya rêxirawa Mafê dikin,kesin bi hişemendiya berteng û girtî firşik bûne û xuyaye zû xwe nikarin ji vê hişemendiyê rizgarbikin,divin hebin û lipêşbin,lê xwe ne westînin, ti karên baş û berketî jî nekin.
Emê bi mînin li benda kar û çalakiyên dîtir yên Mafê û em bi hêvîne ku van herdu şaşiyan li ber çav bigirin û bi singek fereh wan werbigirê,di pêşerojê de wan dubarenekê,bi bawerî û saxlemî rahêjin gotinê û wê di nav dest û dilê xwe de bi parêzin ta ku rêxirawa Mafê bimînê cihê bawerî û rastiyê,û herweha jêder û çavkaniya peyv û nûçeyên rast û durist û cihekê xwe yê beriz û bilind li cem miletê kurd bi girê ,mafê wî bi bawerî û zelalî bi parêzê û berevaniyê lê bikê.
Dawiyê em gazindan ji wan malperan jî dikin,ewên ku van nûçeyên şaş û ne durist diweşînin û ji Mafê re dibêjin xuyaye hewe Dêrika Hemko paşguhê xwe ve avêtiye,ji ber herdu nûçeyên we yên ne rast girêdayîne bi rewşa kesin ji devera Dêrikê Hemko ne.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=107