Çelsarîya xwîna lîstikvanên bi agir.
Dîrok: ÇáÃÍÏ 27 ÃÈÑíá 2008
Mijar: Helbest



Salih cefer

Qey we zanibû ku wê îsal jî buhara Qamiþlo wek buharên berê hiþk û bi xwîn derbas bibe.
Qey we zanibû ku baranên Qamiþlo tenê di zivistanan de dibarin.
Qey we zanibû ku çavên dayikên Qamislo li benda baranê û vergera zarokên xwene.
Qey we zanibû ku ewrên reþ û tarî dîsa berê xwe dane ken û henekên we, ji ber vêjî we bi lîstikên xwe pêþwazîya agirê wan kir.
Ma we zanibû ku win bi agir dilîzin?
Ma we zanibû ku listitka bi agir çawaye?


Aaaax, ax, çima we ji dîwarên Amûde yên þewitî nepirsî .
Çima we ji  çavên dayikên xwe yên li rê mayî nepirsî.
Çima we ji kevir û kort û kuncalên çarþyên Qamilo nepirsî.
Lê xem nake, win ciwanbûn, we wateya bi agirlîstinê nizanibû
Lê dîsa aaaaax , axxx, ew lîstika we, ya dawîbû.
Gelo win fêrbûn ku  temenê bi agirlîstinê çîye?
Eger na, çima win jî wek buhara Qamiþlo miçiqîne?
Win li benda barana Qamiþlone?
Win li benda mêrxwaz û lehengên Qamiþlone ku baranekê bi ser gora wede bibarînin?
Win li benda ku kes çelsarbûna xwîna we bi bîr bîne?
Çima ? ma çel roj di ser koçkirina were derbas bû?
Weeeeeeeeh, çi zû buhar derbas dibin!
Çi zû xwîna lîstikvanên bi agir sar dibe!
Na, na, li benda wan nemînin, buhara  îsal jî ne tu buhare.
Vaye bû çel roj ku gul û kulîlkên gorên we tî mane.
Lê hey waaaaax, hey wax. 

Ji bilî hêsirên daykên we kes nikare tîbûna gul û kulîlkên li ser gora we biþikîne.

25.04.2008
     







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1056