Mişel Osman û simînarek di sed û deh saliya weşandina yekemîn rojnameya kurdî
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 25 ÃÈÑíá 2008
Mijar: Nûçe



Bi helkeftina salvegera sed û deh saliya weşandina yekemîn rojnameya kurdî û cejna mamostayê zimanê kurdî,Girûpa Hesekê ya rewşenbîriya kurdî û Girûpa Çanda kurdî li Hesekê şevbuhêrkek ji mamosta Mişel Osman re li darxistin .
Di despêkê de em kêlîkek bêdeng li ser canê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û bi taybet li ser canê pakrewanên cejna Newroza Qamişlo di pişt re mamosta Mişel dest bi xwendina babeta xwe kir .hêjî gotinê ye ku çend birûske gihiştin me ji :


1-Komîta Celadet ya hokirna zimanê Kurdî
2- malpera Gemya kurda
3- girûpa Agirî ya rewşenbîrî
4 – malpera Tîrêj .name
 di pişt re derîyê gengeşeyê vebû . û wisa şevbuhêrk bi dawî bû . û eve deqeya gotarê



Hinek ji dîrokê

Yekemîn car (Kurdistan) hat parçe kirin di sala 1514 an de,dema ku sultanê Osmanî Selîm di cengê de bi(Isma''''''''''''''''îl) re şahê Fursê biserket, nêzîkî (Caldêranê).
Kurdistana rojava û başûr û orte ma di destê Osmaniyan de,û Kurdistana rojhilat ma di destê Fursa de .ceng berdewam bû di nav Osmaniya û Fursa de û her yek ji wan dixwest ku desthilata wê bighêje çayên Qefqasê û derya reş(Xerz) û derya sipî û bendava Faris.
Û bi vê cengê ji bilî serpêhatiyan bi ser milletê Kurd de ne dihat.
Di çerxê 16 an de Osmanîya kurd surgon kirin devera (Erzeromê – Qaris – Erfanê) û xûktî ji ser wan hate rahijtin, bi mercê ku bibin nehtor li ser sînor li hember Fursa.
Di sala 1823 an de, cenga di navbera Osmaniya û Fursa de bi dawî bû, bi imzekirina peymana(Erzerom) ya ku têde sînor hate naskirin.
Dûmkirina cengê, desthilata osmaniya û fursa li ser kurdan qels kir,ji ber vê yekê kurd gihiştin serxwebûnek biçûk bi hebûna hinek mîreşînên kurdî mîna(Rewandiz - Botan - Bayezîd -Badînan - Dêrsim - Hekarê - Mûş -mîreşîna Yezîdî li Şengalê…).
Di çerxê 18 an de, berava Derya Reş cîwarê cenga Rûs û Osmaniya bû.
Lê di çerxê 19 an de cihê şer hate guhertin çû Belqan û  hêla Qefqasê.
Ev tiştê han rolek girîng di dîroka bizava kurdî de lîst.di dawiya şêst saliya çerxê 19 an de,sînorê Rûsa fireh bû derbasî Kurdistanê bû û ji vê yekê gelek ji kurdan li hêla Rûsan man, ji encamê cengên di navbera Rûs û Fursa de 1826 - 1828 an de,û cengên Rûs û Osmaniya 1828 - 1829 an de.
Bi alîkariya dewlemendên kurd mîna Selîm paşa hakimê Axalîx û Behlûl paşa hakimê Bayezîd û Emîn paşa hakimê Mûşê, bi Rûsan re.
Osmanî di Qefqasê de hatin şikandin, di pêre desthilata deverên kurdî kete destê dewlemendên kurdan.
Di 8 ê tîrmehê sala 1833 an de Osmaniya peymana (Onîkar-Iskîlîs) bi Rûsan re imze kirin.
Di sala 1834 an de,20 hezar leşkerên Osmanî bi serokatiya Mehmûd Reşîd paşa bi agir û hesin êrîşî Kurdistanê kirin.ev êrîş bû sedemek xurt ji rabûna tevgerek netewî  kurdî , bi serokatiya Bedirxan paşa 1843 - 1846 an.

Raperîna Bedirxan paşa 1843 - 1846.
Di sala 1843 an de,mîr Bedirxan di Cizîr de raperînek li hember sultan Ebdul Mecîd li darxist sê salan dûmkir.
-Mîrên ku Botan di destê wan de bûn berî mîr Bedirxan ev bûn :
1- Mîr Evdal(bavê Bedirxan)e,yê ku bi perê xwe dibistana Sor ava kir .
2- Mîr Seyffidîn(pismamê mîr Bedirxan) e.
3- Mîr Salih(birayê Bedirxan) yê mezin bû .
Şer û xeyd di nav malbata Bedirxan de hebûn,Seyffidîn piştî şerekî xurt û bi alîkariya Osmaniya Botan ji destê Evdal derxist,di wî şerî de Bedirxanê mendal xwe di çiyayê Şernaxê de veşart.
Hino hino Bedirxan ket nav Bedirxaniya û got divê Botan ji destê Seyffidîn derkeve,û xwesteka wî bi cî hat,Botan ket bin destê Salih birayê Bedirxan yê mezin,di dema mîr Salih de rewşa Botan gelekî xirab û qels bû ji ber ku mîr Salih mirovekî oldar bû, di tevgera cihanê de netêgihiştî bû ,Bedirxan tirsiya ku Botan ji dest wî derkeve,biryar da û bû Mîrê Botan sala1821z.
Wekheviya li nik mîr Bedirxan, derbû dervî Botan, hişt ku gelek ji êl û eşîrên kurdan xwe li Botan bigrin,ev bû sedem ku Bedirxan eniyek leşkerî ava bike,û bi vê yekê mîr Bedirxan bû serokê kurda,  û doza serxwebûna Kurdistanê bike.
Hevpeymana Pîroz,(الحلف المقدس)
Du sedem hiştin mîr Bedirxan,hevgirtinê ava bike:
1-  hêzên Osmanî di şer de bûn, li hember raperîn û tevgerên di hundirê welatê wê de,mîna tevgera Mihemed ''''''''''''''''Elî Paşa li Mesrê.
2-   Şikestina hêzên Osmanî di şerê Nizîb de sala 1839 ê z.
Ji ber van herdû sedeman mîr Bedirxan peymana pîroz ava kir di nav tevgera kurdî de,li hember dewleta Osmanî:
1- Nûrellah mîrê Hekarê.
2- Mistefa beg-Derwêş beg-Mehmûd xan,ji serokên Wanê.
3- Xalid beg ji Xêzan.
4- Şeref beg ji Bedlîs.
5- Ebdula xan -Moks- başûrî derya Wanê.
6- Zeynil beg Berwarî-ji serokên Badînan.
7- serok eşîrên Qaris.
Hevgirtina pîroz hate herifandin ji layê Dewleta Osmanî û bi alîkariya Birîtanya.
Gelek ji kurdan dişand welatê Ewrupa ji bo xwendinê û nexasim xwendina leşkerî .
Ji xêr û bêra Kurdistanê Mîr Bedirxan du febrîqe ava kir ,ji bo çêkirina barûdê.
Gemî û qeyikên cengê xiste derya Wanê
Ordiyek damezirand bi serokatiya Tahir Hemo,ew ordî ne ji kurdan bi tenê bû,Ermen û Asûrî û Êzîdî jî têde hebûn.û cihê bilind têde digirtin.
Piştgirî ji çandiniyê re dikir.
Pere çêkir(صك النقود ),li hêlekê nivîsîbû(mîrê Botan Bedirxan),li hêla dinê nivîsîbû(1258 k-1842 z).
(Malmesanj) dibêje: "mîr Bedirxan bavê tevgera netewî ya kurdî ye,di sala 1842-1847an de, mîr Bedirxan karîbû hikûmetek kurdî serbixwe ava bike,û sînorê wê gihişt hawirdora Mûsilê û Amedê û Sine(Sinindic)û Siwêrik û Wêranşehir".

Herifandina desthelata Botan û koçkirina mîr(Bedirxan).

Mihemed paşa Înce Beyreqdar waliyê Mûsilê bû,xwesteka wî ya herî girîng,qirkirina Mîreşînên kurdan bû,ji dergeha bilind ( Elbab -elalî ) re nameyek şand têde nivîsî(Bedirxan çû serdana hevalbendê xwe Mehmûd xan li Wistanê,û gundên hawir dora Wistanê tev talan kir)ji bilî wê nameyê jî ,ji Mar Şemûn xwest ku welatên Ewropa zorê li Osmaniyan bikin,da ku Bedirxan tune bikin.
Sultanê Osmanî Ebdulmecîdê yekem ferman da Osman paşa digel 25 hezar leşker bi çek û topa êrîşî Bedirxan bikin.lê di wî şerî de Bedirxan biserket bi alîkariya birazyê xwe Yezdan Şêr,di şerê Çemê Zeytûnê de.
Lê cara duwemîn Osmaniya Yezdan Şêr tima kirin,û ordiya wan biserket,mîr Bedirxan û leşkerên xwe kişiyan Keleha Eroxê. Di kelehê de Mîr Bedirxan hate girtin,dipêre wî surgûn kirin (Qendehiyê) li bendava Kirîtê di derya sipî de,dor 18 salan li wir ma,di sala 1866 Osmaniya hiştin ku li Şamê bicîwar bibe,piştî çar salan, ango di sala 1870 ê de mîr Bedirxan çû dilovaniya xwedê,û li goristana Xalid Neqşebendî di taxa Kurda de li Şamê hate veşirtin.
Li gor (Mêcor Noêl)dibêje: mîr Bedirxan bêtirî 90 zarok û nevîyî li pey xwe hişt,û hemû koçber bûn û hatin surgûn kirin li gelek welatan ,û Osmaniya herdem çavdêrî li wan dikirin

Rewşa kurdan û rojname û çapemeniyê di dewleta Osmanî de

Ebdul Hemîd dixwest ku kurdan ji kok de qir bike , mendal di pêçekan de dikuşt da ku nebin xort û li hember wî nesekinin ,
Yasa çapemeniyê,ya sala 1881 ê ,bi bend û mercan rojnameyên welatparêzî vedimarand,ango azadiya çapemeniyê tune dikir.
Tenê xwedanên rojnameyan yên ku pesndarî ji sitemkar û mafxur Ebdulhemîd re dikirin ew biser diketin û li ser pişta millet bi derew û bertîlan dibûn lord.
Ebdul Hemîd ê dilreş dixwest hizir û bîrên rojnamevanan sînor bike û tune bike,
(mînak)gava serokê Firansî(S.Karno)di dawiya sala 1894an de hate kuştin,rojnamevanên Istembûlê nizanîbûn çawa nûçeya mirna wî belav bikin,ji hêlekê ve nikarîbûn bêjin hate kuştin ji hêla din ve newêrîbûn bêjin -pîr bû-ji ber ku sultan Ebdul Hemîd pîr bû.

Rewşa Misrê û çapemeniyê

Jiyana milletê Misrê di bin sîber û sitemkariya Osmaniyan de, jiyanek reş bû,tev êş û azar bû.
Lê piştî Misir ket bin destê Birêtanya di sala 1882 an de, rewşa Misrê hate guhertin,li gor D.Kemal Ehmed Mezher dibêje:"desthelata Osmanî reng jêre nema, ma deng bi tenê, "
 yasa çapemeniyê ya ku di sala 1881ê derketibû, tune kir bi sedemên:
1- berjewendiyên welatên Ewropî li Misrê nexasim Feransa.
2- xeyd û berberiya dinavbera Kiromer(qunsilê Birîtanî li Misrê) û Xidêwî Ebasê diwem de.
3- pêşketina tevgera welatparêzî di Misrê de.
Piştî tunekirina wê yasê,hemû rojnameyên dijî desthelata Osmanî,bi azadî dest bi karê xwe kirin. Misir bû hêlîna hemû biyanî û penaberên welatparêz yên ku dijî sultanê Osmanî bûn (Turk û Ermen û Kurd).
Miqdad Midhet Bedirxa yek ji wan penaberan bû,pêşketina zanistî û şaristaniya ku li Misrê çêbû, nexasim azadiya çapemeniyê hişt Miqdad mijûl bibe di milletê xwe de, ,hişt kar bike da ku milletê xwe li pêşxe û wî ji bin sîber û sitemkariya sultanê Osmanî(Ebdul Hemîd)rizgar bike.û xewna xwe pêk bîne (kurditaneke hevgirtî di dewletek serbixwe de)

Yekemîn rojnameya dayik di dîroka rojnamevaniya kurdî de bi navê (Kurdistan)1898-1902.
Di roja pêncşemê de 22 nîsana sala 1898 an de, li Qahîrê paytexta Misrê,li çapxana (El Hilal) rojnameya Kurdistan hat weşand .
di hejmara yekemîn de,Miqdad Midhet Bedirxan armanca rojnameya xwe dide nasîn û di sergotarek xwe de dibêje:
-"Li her cihekî fêrgeh û xwandingehên baş hebin, ezê nîşanê Kurdan bidim (bo wan bas bikim), her şerek biqewme,dewletên mezin çi dikin, ezê basa hemûyan bikim. 


-"Heya niha tu kesî cerîdeyeke wisan (bi Kurdî) dernexistyiye, cerîdeya min yekem cerîde (a Kurdî) ye. Lewma pire ji kêmasiyan, hêvîdarim kêmasiyên rojnamê ji min re binivîsin."

-"Her tiştê ku bi tazeyî tê çêkirin kêmasiyên wê hene. Lê piştî wê, riya xwe peyda dike."
piştî sê hejmarên rojameya Kurdistanê desthelata Osmanî gelek kelem û astengî di rêya belvkirina rojnamê de derdixe,mîr Miqdad di hejmara 4 an de,nameyek bi zimanê turkî ji Sultan Hemîd re dişîne di nameyê de dibêje:
-"Nivîsîna serî ku min bi Tirkî nivîsandiye, nameyeke bo Hezretê Sultan Ebdulhemîd Xan. Di wê namê de, daxwazê jê dikim, rê bide rojnameya min bi azadî bighêje Kurdistanê."
-"Ji wan welatan ku rojnamê ji wan re dişînim, name bo min nivîsdandine, ku Hukumeta Osmanî rê nade rojnameya min bighêje destê wan, ji ber ku ew Kurdî nizanin, dibêjin rojname dijberî wan hatiye nivîsandin."
Miqdad li nameya kurdekî ji Edenê (Seyid Tahir Botanî) vedgerîne:
"… Bi riyên hewce rojnameyên min bên belav kirin, ez neçar im riyeke din peyda bikim bo wê çendê ku 50 dane, "KURDISTAN" bighîje destê te."(5)


Desthelata Osmanî rê li ber rojnameya Kurdisan girt û Miqdad Midhet Xan vegerand Istenbolê .
dipêre Ebdurrehman, li Cinêvê paytexta Siwêsra dest bi weşandina rojnameya birayê xwe Midhet Xan kir.
Ebdurrehman di hejmara 6 an de,di nivîsa xwe de dibêje:
"wisa îşkence kirina birayê min,heger ji bo min bibin Istenbolê û ji armanc û zanîn û bîr û behwer û xwe ragiriya min bi şikur,bi xwedê sond dixwim ku ev tedbîr û xweragirî û berxwedana min bihêz dike ji bilî wê xizmeta tiştekî din nake,kutek li şêr dikevin çengên wî xurtir dibin".
 "Min di wê cerîdê de nameyeke Romî (Tirkî) ji bo Sultan Ebdulhemîd Xan nivîsandiye. Di nameya xwe de dibêjim, ji ber wê çendê ku Sultan rê nedaye cerîdeya birayê min li mulkê Sultan bê belav kirin, ezê vê cerîdeyê ji mulkê wî derînim, hetanî ku bikarim ji riya vê rojnamê ji bo başiya Kurdan xebatê bikim û basa ne pakiya kesên devr û berê Sultan bikim."

Reng û nîşana rojnameya (Kurdistan)
rojnameya Kurdistan ji çar rûpelan dihate weşandin, (25,50) (32,50) s.m.bi zimanê kurdî (kurmanciya jorîn) bi tîpên Erebî hatiye nivîsandin, navê(KURDISTAN)li rûpela yekem bi pênosa Nesx (tîpên Erebî) hatiye nivîsîn. Di bin de jî sala weşana yekem hijmarê 1315 (koçî) hatiye nivîsîn. Ev nivîsîn heya hijmara dawî ya "KURDISTAN"ê, wekî nasnameya rojnamê di yekem rûpela "KURDISTAN"ê de hatiye çap kirin. Ji aliyê rastê navê "KURDISTAN"ê hatiye nivîsîn: "Her nameya ku tê hinartin, diviya bi navê xwediyê cerîdê : Lawê Bedirxan Paşa - Miqdad Midhet Beg bo Misrê bê şandin. Her carê 2000 daneyan bi belaş ji bo Kurdistanê dişînim, ku ji bo xwendinê bi xelkê bihê dan. Ji aliyê rastê "KURDISTAN"ê ev hevoke jî hatiye nivîsîn:
"Bo dervey Kurdistanê bi sal 80 Quruş e, bo navxweye Kurdistanê ji bo daxwazkaran bi belaşî tê şandin."
Ji hijmara 16 an û vir de navê "KURDISTAN"ê li rûpela yekem bi tîpên latînî hatiye nivîsîn.
Di rojnameya Kurdistanê de ji bilî nivîsên bi zimanê kurdî,nivîsên turkî û erebî jî peydadibin:
Jimar (1-2-3) bi kurdî hatine nivîsandin.
Jimar (4-5-6-7) bi turkî bi terzê nameyan ji Hemîdê duwem re hatiye nivîsandin.
jimar (8 ,16) du name bi erebî hatiye nivîsandin,
Nameya Elî Hisên Amêdî ji Mêrdînê, di hejmara(8) an de.
Nameya şêx Hesen li Nablisa Libnanê,di hejmara(16) an de.
û hemû hejmarên din bi kurdî û turkî hatine weşandin.
Çapkirin û weşandina rojnameya Kurdistan:
Jimar (1-2-3)li çapxaneya(Elhîlal)  li Qahîra paytexta Misrê 1898.
Jimar(4-5)li çapxaneya rojnameya Kurdistan ê li Qahîra.
Jimar (6-19) li Cinêvê paytexta Siwêsra (1899-1900).
Jimar (20-23) li bajarê Qahîra sala 1900.
Jimar (24) li bajarê London 1901.
Jimar (25-29) li bajarê (Folkiston) dikevî başûrî Birîtanya (1901-1902).
Jimar (30-31)li bajarê Cinêvê 1902.
Jimara 31 ê, ya dawî di 14 nisana 1902 an de hat weşandin.
Rojameya (Kurdistan) rolek girîng di hişyarkirina hestên netewî û welatparêzî di warê ragihandin û çapemeniyê de lîst.
Rojameya (Kurdistan)di gelek waran kar û xebat dikir (rewşenbîrî,siyasî,abûrî civakî)
 Lewma ev rojname bû roj ,û tîrêjên wê derbasî her maleke kurd bû ,
Di wê rojnamê de,gelek babet dihatin weşandin(jiyana mîr Bedeirxan,dastana (Mem û Zîn)ya mîrê helbesta kurdî Ehmedê Xanî,pêwendiyên kurd û Ermeniyan cîwarekî fireh di rojnamê digre,jiyan û helbestên Hacî Qadirê Koyî,pertûka (el Hediye el Hemîdiye)ya Yûsif Ziya el Xalidî,cenga Belqanê,cezîra Kirît,cenga Misr û Sûdan,

Malbata Bedirxan ji destpêka mîrîtiya xwe de di kurdistanê de barê welatparêzî û azadiya gelê xwe hilgirtin..ne bi tenê di riya  serhildan û raperînan ,belê di warê toreya kurdî de gelek kar û xebat kirin.
Govar û Rojnameyên Bedirxaniyan :
1 - Kurdistan - 1898 - 1902: Xwediyê wê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan û Mîr Ebdirehman Bedirxan
2 - Omîd - 1900 : xwedî û berpirsyarê wê Mîr Mihemed Salih Bedirxan bû, cihê weşandina wê li Qahîra bû.
3 - Kurdistan - 1908 : xwedî û berpirsyarê wê Mîr Sûreya Bedirxan û Ehmed Sûreya Emîn Alî Bedirxan bû, cihê weşandina wê li Stembolê bû.
4 - Kurdistan - 1912 :Kovareke Kurdî û Tirkî bû, cihê weşandina wê li Ormîya bû, xwedî û berpirsyarê wê şehîd Mîr Ebdirrezaq Bedir-Xan bû, hejmara ( 1 ) ê di sala 1912 an de çap bûye, hejmara  dawî di sala 1914 an de, di sala 1913 an de piştî ku Mîr Ebdirezaq çûye bajarê Sanpitrisborgê, Simko Axa bi berpirsyariya wê rabûye.
5 -Yekbûn - 1913 : xwedî û berpirsyarê wê Mihemed Salih Bedirxan bû, bavê  Rewşen Bedirxan , cihê weşandinê Stembol bû.
6 - Govara Jîn - 1916 : xwedî û berpirsyarê wê Mîr Sûreya Bedirxan bû, cihê weşandina wê li Qahîra bû.
7 - Govara Hawar - 1932 : Kurdî û Fransî bû , xwedî û berpirsyarê wê Mîr Celadet Alî Bedir-Xan bû ,cihê weşandina wê li Şamê bû, yekemîn car li ser rûpelên vê Govarê Kurdîya bi tîpên latînî hatiye bikaranîn.
8 - Govara Ronahî - 1942 : xurû bi Kurdîya latînî bû, xwedî û berpirsyarê wê Mîr Celadet Alî Bedir-Xan bû.
9 - Roja Nû - 1942 : bi Kurdî û Fransî bû ,berpirsyarê wê Mîr Dr. Kamîran Alî Bedir-Xan bû. cihê weşandinê li Beyrûtê bû
10 - Stêr - 1943 : Rojnameyeke xurû bi Kurdîya latînî bû , xwedî û berpirsyarê wê  Mîr Dr. Kamîran Bedir-Xan bû, cihê weşandinê li Beyrûtê bû
Dawî
Di 22 nîsana 1968 an de, rojnameya (el te''''''''''''''''axî) gotarek ji dektor Marûf Xeznedar re weşand li ser yekemîn rojnameya kurdî,û di wê rojnamê de pêşniyar kir ku 22 nîsanê bibe roja rojnamegiriya kurdî.
 Pertûka bi navê(kurdistan yekemîn rojnameya kurdî) danhev û pêşgotin dektor Kemal Fûad Di sala 1972 an de,hat belav kirin.
"Piştî pirtûka (Mûlid name) ya şêx Hisên Qazî û pertûka (adat û teqalîdê kurdî)ya mela Mehmûd Bayezîdî,
Mirov kare bêje ev rojname zimanê kurdî xist warê nivîsê"
 Serkêşê karwanê rojnamevaniyê , dilsoj û xemxurê peyva kurdî , yekemîn yê ku berek danî ser dîwarê rojnamevaniya kurdî ,mîr(Miqdad Midhet Bedirxan).berî 110 salan .
mishelosman@hotmail.com
……………………………………………..
jêder
حول الصحافة الكردية- د.عزالدين مصطفى رسول
نهضة الأكراد الثقافية والقومية-د.جليلي جليل
كولان العربي الاعداد (47-48-50)
Govara (Bihar) jimar (6)
Govara (Metîn) jimar (31-32-99)
Malpera Kurdistan ya ilkitronî .
keser971@hotmail.com


Dem   24/4/2008  Hesekê






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1050