Peyva Lewend Hisên Di Salvegera Yekemîn ya Þêx M.Maþûq de
Dîrok: ÇáÃËäíä 05 íæäíæ 2006
Mijar: Nûçe


- Xoþk û Birayên hêja:
- Malbat û Dostên Þehîdê Nemir:

Em wek Komek ji çalakvan û nivîskar û rojnamevanên Kurd, yên ku piþtî kuþtina Þêxê þehîdan, ji ber çalakiyên me, çi di roja anîna Termê þehîd, û ew kar û peyvên me di bin konê þinê de, û nivîsarên me li ser daxuyaniya rastiya Kûþtina þêx, û dadekirina berpirsên ewî gunehê mezin.


Rêjêmê di riya liqê parastinê re, ez û hevalên min bi biryarek çewt, em dûrî cîwarê me kirin. Lê bi van biryarên nijadperest wê nikaribin, bandorê li kar û xebata meyî kurdayetî bikin, û tûcarî em ji kurdîtiya xwe fedî nakin, û emê ne poþmanbin ku xebatê ji bo gelê xwe bikin, em ji Þêxê þehîdan ne çêtirin (Haþa).pêrejî em li vir li rex canê Þehîdan, li goristana þehîdan, (Ez pêþniyar dikim ku navê vê goristanê bibe Goristana Þehîdan), em soz didin ku li gor hestê netewî, yê þêxê þehîdan, kar û xebata xwe berdewamkin.
-amadebûwanê hêja:
- nûnerên tevgera Kurd:

Di salvegera þehîdê serhildanê þehîdê birîndaran Þehîd Fehad Sebrî, þêx weha peyivî:"Heger hin dixwazin bîranîna mirinê bikin, ez ne ji wan
kesa me, ez yek ji wan kesê ku naxwazin bîranîna mirinê bikin, lê ezê bikim, dema ku em mirinê bikin jiyan..".
Em jî wek þêxê þehîdan dibêjin: ji îro û pêde, qîma me nayê ku hûn þehîdên xwe jibîr bikin, xwîna þehîdan dilopin ji bo avdana mafê me.
Em bawerin wê kuþtin û girtin berdewam bike, lê gereke em ji kuþtin û girtinê netirsin, em mafê xwe dixwazin, emê çibikin ji vê jiyana ku hemî li dor me bûye kuþtin û zindan, emê li ser çi bi tirsin, çi me ye em li ser bi tirsin??
Di dawî de banga min ji we hemiyan re, û bi taybetî rêberê gelê min: gereke, hûn ewan daxwazên þêxê þehîdan bi cîbînin, ew daxwaze sereke ku gelê we ji we dixwaze: peyva xwe bikin yek, mafê gelê xwe wekû gel û xak bi xwazin, xwîna þehîdên xwe jibîrnekin, îro roj roja kurda ye, heger we ev delîve ji destê xwe berda, êdî ne ez û ne gelê me û ne jî dîrok wê dilovaniyê li we nekin.
Û zor supas ji guhdariya we re

Qamiþlo 1/6/2006

Lewend Hisên






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=104