Cejna Çarþema Sor pîroz be!
Dîrok: ÇáÃËäíä 14 ÃÈÑíá 2008
Mijar: Nûçe



 Cejna Çarþema Sor, bi navê din ‘Çarþema serê Nîsan ê’ li gorî bîr û beweriyên civaka me, roja afirîna cîhanê, peydabûna xêr û bereketa axê ye. Çarþema Sor roja destpêka aþtî û aramiyê ye. Xweza reng diguhere di wê rojê de.

Çarþema Sor, cejna civaka Êzdî ya herî mezin û watedare ku ji dîroka qedîm ve wek Sersala Kurdî tê pîrozkirin.          
Çarþema Sor, ji bo tevayiya gelê kurd çand, ziman û dîrok bi xwe ye. Ev cejin, nirxekî gelê kurd e. Parastin û pîrozkirin ji mafê her kurdî ye.


Li gorî mîtolojî û baweriya êzdiya, berê Cîhan hemû avbû. Bi diharbûna miliyaketên xwedê re dinya tê meyandin, wextê Tawus-î Melek ji ezmana dihar û nazilî erdê bûye, lewma jî li gelek ciyan wekî cejna Tawus-î Melek tê pîroz kirin. Þêxadî di gotareke xwede wuha dibêje.
   "Çarþem rojeke fadil e
  Tawisî Melek afirandiye  ji eþk û dil e
   Bar tê nebê kesê ku î xafile
   Deng yeke û hezar reng e“

Di vê cejnê de, basimbar (ji ben ê rengê kesk, sor û zer) tê çêkirin. Wate ya basimbar xêr, bereket, pêþîlêgirtina qeda û bela ye. Basimbar li destê jin, mêr, qîz, zarokan, zada, her tiþtekî pîroz û navdar ve tê girêdan. Meha Nîsanê, hem despêka þênbûna xwezayê ye û hem jî bûka salê ye. Di vê cejnê de, baqên kûlîlkên renge reng ji xemla Nîsanê bi her ciyekî pêwîst û girîng ve têne dalaqandin. Di meha Nîsanê de Kurdên Êzîdî bûka dernaxên, ji ber ku  bûka salê bixwe meha Nîsanê ye.

Di van rojên ku em cejna Çarþema Sor pêþwazî dikin, gelek bûyerên girîng li welatê me di qewimin. Hîna aþtî û azadî li ser axa welatê me peyda nebûye. Zor û zextên dewletê û zaliman berdewam in. Hêzên þerxwaz hin jî xwîna kurdan dirjînen û destên zarokên 14 Salî bi hovitî diþkênen.  
         
Di despêka salê de hêzên dagirker (Dewleta Tirk) xwestin bi navê operasyona dersînor welatê me cardin dagir bikin. Lê bes, hisabê mal û sûkê li hev derneketin. Bi berxwedana lehengiya Zapê têkçûn û ev berxwedana bê hempa ji bo gelê me bû moralekî gelekî mezin. Lewra di dema Newrozê de bi milyona gel rabû ser piya û hêjî li ser piyan e. 

Gelê me yê bi rûmet;

Êzdî di roja me de hêjî li çar aliyên cîhanê ji hemû mafên xwe yên xwezayî bê par, koçber, sirgûn û derbederin. Civaka Êzdî ne li ser axa welatê xwe û ne jî li dîasporayê, li tevaya deverên ku lê dijîn xwedî mafin. Ji ber ku li welatê me hîna jî aþtî û aramî tuneye.

Gelê me yê hêja;

Sala 2008’an ji bo gelê kurd sala diyarbûna çarenûsê ye. Ev sal sala diyarbûna nexþeya man û nemanê ye. Em jî weke beþekî gelê kurd, divê bi hiþyarî tevbigerin. Ji vê bonê em dibêjin; îroj ji her demê bêhtir pêdiviya me ji sazîbûn, rêxistinbûn û yekîtiyê heye. Li dijî hêzên þerxwaz em tenê dikarin bi hêza rêxistinbûn û yekîtiyê nirxên xwe yên olî, civakî û dîrokî xwe biparêzin û di rêza mirovayiya pêþketî de cih bigirin. Em hêvîdarin ku ev cejn ji bo gelê me bibe wesîleya aþtî, azadî û aramiyê.

Cejna Çarþema Sor li tevayiya Êzdiyan û mirovayiya aþtîxwaz pîroz be!
Bijî yekîtiya gelê kurd!

Meclîsa Federasyona Komelên Êzdiyan  
14.04.2008









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1034