Komela (Hêvî) Li bajêrê Dortmund ê avabu
Dîrok: ÇáÃÍÏ 13 ÃÈÑíá 2008
Mijar: Nûçe



Mahir Berwarî

Piþtî demek dirêj komele û civatên Kurdistanî ya li bajarê Dortmund, lawaz û ji karkeftin, her tinê bi nav hebun, bê çalakî û bizav di cih da mabun, komeka xwîn gerim bi erk zanî ko vî barê fer û giran hilgirin û xwedî li Kurdistanî ya derkevin, rewþa civakî û kulturî ya Kurdistanî li bajêrê Dortmund û derdora pêþve biben.
Komela Hîvî, hîvî û bawerî da Kurdistanîyên Dortmund û derdora, li êvarî ya roja 12.04.2008, Komele bi rengekê fermî vekirin, Kurdistanî vexandin û li xwe komkirin.


Piþtî veceman û kombuna vexandî ya, peyva bixêrhatinê hate xandin ji layê birêveberî ya komelêve, bixêrhatin li vexandî ya, niwênerên partî yên Kurdistanê, mêhvan û Kurdistanî yên bajêrê Dortmund û derdora kirin, dilxweþî û sopasî yên xwe pêþkêþkirin bi amadebuna wan…

Li dûvda berpirsê komelê, bi kurtî qala çawanî, destpêk û hizra avakirna komelê û rewþa komelên Kurdistanî li bajêrê dortmund û ew alozîyên di kevne di rêka van komela da kirin, bi vekirî û bi bawerî da xoyakirin ko ev komele mala her Kurdistanîyekî ye, we ji ber pêtvî buna Kurdistanî ya bi komelên kulturî, me bi fer dît vê komelê ava keyn û bêxîne dixizmeta civat û doza Kurdistanê da, daxaz ji Kurdistanîya, rewþenbîr, nivêsevan, hunermend û zenginên Kurdistanî kir ku li dor vê komelê kombibin, bi komela xwe bizanin, alikarî û piþtevanî yê lê biken, soz dane cemawerî ko hemî þiyan û keda xwe bêxne di xizmeta vejandina komelê da û çiya jê bihê texsîrîyê neken we daxaza lêborînê li kêmasîyên heyin kir.

Partîyên vexandî ji baþur û rojavayê Kurdistanê peyvên pirozbahî kirnê li komelê xandin û ev kare bi karekê netewî û pîroz dazanîn, destxwþî lêkirin, amadeyîya xwe bu her harikariyekê diyarkirin û serkeftin jêra xastin…

Di piþka dawî da, komên muzîkê, muzik jen, dengbêj, bilorvan ji herçarparçên Kurdistanê bi mûzîka resena Kurdî, bi dengên zelal û xweþ vekirna komelê bi rews êxistin û kenî û girnijîn xistine ser lêvên civatê, hîvî di komelâ Hêvî da zêdekirin.

Komela Hêvî hazirîyeka baþ, xarin û vexarneka miþe û berfireh, pêþwazî û xizmeteka berçav pêþkêþî vexandî û civatê kirin, ev vekirna komelê hîvî peydakir, têkelî û dostanî zêdekir û bi serkeftî  û bi xweþî bi domahî hat…   
















Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1032