Ronî ELÎ
Birûsk vedin..
Tav reþ bibin ..
Xurmîn û gurmîn bi hêz bibin..
Li newalan Av rêz bibin
Cerg û hinav werin sotin
Dev negerê bi yek gotin
Lê di dil de evîndarim
Rû reþ bibin
Ser xweþ bibin
Gulên evînê beþbibin
Tazî bibin nexweþbibin
Ku dil badin bi hovberî
Pêre têkevin berberî
Evîn bibe guneh û þerim
Pêwendî nemînê herdem
Lê di dilde evîndarim
Dil dîl bikin bi huner
Êrîþ bikin cot û fer
Da min ji dil bikin der
Bimrim bi hêrs û keser
Bes lê nemînê veger
Lê di dilde evîndarim
Dûr min biçê çav nebînin
Li ser dêman qet nexwînin
Navbera me kaþ û bend bin
Kospek, istirî, kelem bin
Salox neçin bersiv nebin
Jîn bîranîn û wênebin
Lê di dilde evîndarim
Ji dil naçê ji dil narim