Daxuyanî ji bo raya giþtî
Dîrok: ÇáÃËäíä 07 ÃÈÑíá 2008
Mijar: Nûçe



 Yekþema buhurî, ji seet 00.30 ve, hin kesên nediyar dest bi êrîþên li dijî Malpera Amûdê kir. Hewildanên wan berdewam kir ta ku ew seet 16.26 bi ser ketin û karî derbasî beþekî ji Malpera Amûdê bibin.
Di encama êrîþê de kesên ku dixwest serdana Malpera Amûdê bikin, dihatin þandin bo malpereke propagandayê ya Tirkên faþist. Wekî din êrîþkeran nekarî ti ziyanê bigihînin Malpera Amûdê. Ev tê wê wateyê ku wan nekarî Malpera Amûdê bi tevayî têk bibin, wan nekarî tenê faylekê jî têk bibin.


Li gorî lêkolînên ku du pisporên teknîka malperan ên kurd û swêdî pêk anîn, êrîþa ji navnîþana IP 88.253.134.136 pêk hatiye. Ji vê IPyê ne diyar e bê ev êrîþ ji kîjan welatî pêk hatine. Tiþtî eþkere ew e, ku êrîþkeran kêmasiyek di programa malperê de peyda kiriye û bi alîkariya hin program û vîrusên ku di internêtê de peyda dibin, derbasî malperê bûne û xerabiya xwe kiriye.

Tevî ku me ji mêj ve dikarî malperê dîsa vegerînin wek berê, me biryar da ku em weþ,ana wê rawestînin ta ku pisporên teknîkê ewlekariya malperê xurtir bikin û rê li ber êrîþîne nû bigirin. Hêviya me ew e ku mêvanên Malpera Amûdê dê bikaribin di zûtirîn dem de serdana malpera xwe bikin.

Em vê derfetê bi kar tînin ku em sipasiya hemû dost û hevalan bikin ku em di vê rewþê de bitenê nehiþtin. Em bi taybetî sipasiya herdu pisporên kurd û swêdî dikin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan ji do de di nav hewildanan de ne.

Birêvebiriya Malpera Amûdê
07.04.2008







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1018