Bi giştî siyaseta Turkiyê ya derve (Xeleka yekem) Kurtelêkolîn
Dîrok: ÇáÃËäíä 31 ãÇÑÓ 2008
Mijar: gotar



 Dr.Ebdilmecît Şêxo

Piştî cenga cîhanê ya yekem (1914-1918) Mistefa Kemal Ataturk komara Turkiyê di sala 1923 an de damezrand, ewî berxwedaye ku Turkiyê ji nasname, şarastaniya îslamî bidûrxîne û siyaseta Ttukiyê ji welatên ewropî ve nîzîk bike. M.K. Ataturk xwest rêbaz û dêmokratiya welatên ewropî bişopîne, lewra jî ewî karmendiya Şêxê  Îslamê, dadgehên olî li Turkiyê ji holê rakirin. Di sala 1928 an de ewî li şûna tîpên erebî, tîpên latînî di zimanê turkî de bi karanîn, dîsan ewî fermana wergerandina pirtûka Quranê ji zimanê erebî li ser zimanê turkî derxist. Herweha jî M.K.Ataturk kumên Osmanî û Çerkesan bi kumên Ewropiyn guherîn.


Turkiyê dewletek ji dewletên pêşîn bû, ku ewê avakirina dewlata Îsraîl pejirand, ewa di sala 1952 de dibe endamê  "Hevpeymana  Etlesî " û di sala 1955 an de  ewa dibe endamê "Hevpeymana Bexdadê", di sala 1959 an de Turkiyê  daxwaza endametiya xwe di hundir "Bazara ewropî ya hevbeş" de kir, her dîsan jî di sala 1987 an de ewê ji dewletên ewropî xwest ku di nav wan de bibe endameke fermî, lê dewletên ewropî daxwaza wê  bi pêk ne anîn, lê ewanan bi Turkiyê re negotin jî, em endametiya te  napejrînin

Tevî ku em dibînin ku M.K. Ataturk û paşê  destlatdarên din li Turkiyê çiqas berxweda bûn, xwe nîzîkî dewletên ewropî bikin, tevî ku pêwendiyên dewletên ewropî bi Turkiyê re hebûn û hîn jî hene,  lê ji ber ku Turkiyê dewleteke îslamî ye; dewletên Rojava herdem bi çavên gumankirî li nasnama wê ya nûh temaşe dikirin û hîn jî dikin.Lê ji sedemên herî giring ku "Yekitiya dewletên ewropî"  endametiya Turkiyê di nav xwe de napejrînin, di van xalên jêrîn de diyar diyar dibin.

1-Rewşa aborî ya Turkiyê:  Hejmara hemwelatiyên komara Turkiyê niha pirtirî 64 melyonan  e,

li gor texmînan hejmara rûniştvanan dê di sala 2020 î de bibe 100 melyon. Pirbûna hejmara wanan li nik dewletên ewropî cihê metirsiyê ye, ewanan dizanin ku Turkiyê di warê darayî de li şûn e, ewa hîn di sala 1998 an de  % 400  di warê diravî de bi binketi bû. Ewa di sala 1997 an de bi 80 milyar Dolr dêndar bû.
Ji ber vê jî, dewletên ewropî ditrsin ku rewşa aborî û pirbûna hemwelatiyên Turkiyê ziyanê bigînin rewşa aborî û rewşa rûniştvanên welatên wan.Wek nimûne, niha pirtirî du melyonan ji hemwelatiyên Turkiyê  tenê li Almanistanê dijîn, Almaniya û dewletên din ditirsin ku hejmara wanan hîn pirtir bibe û  astengên aborî û rûniştvanî li nik wan jî peyda bibin .
2-Cidabûna asta şaristaniyê di navbera dewletên ewropî û Turkiyê de.3- Ewropa baş dizane ku %98 ji hemwelatiyênTurkiyê musliman in.Lewra jî di hevdîtina partiyên dêmokrat yên xaçeperst, roja 4.03.sala 1997 an de daxûyniyek hate weşandin; di wê daxûyaniyê de weha hati bû: " Pejrandina endametiyaTurkiyê di "Yekitiya ewropî "de ne ji nîzîk û ne jî ji dur de gengaz e, pirojeya Ewropa pirojeyeke bajarvanî ye û cidabûneke şaristanî di navbera Turkiyê û Ewropa de heye, lê em bi xurtî piştvaniya hevkariyê bi Turkiyê re dikin ." 4-Turkiyê û Yonanistan ne lihev in; mafê Yonanistanê mîna endamekî di "Yekitiya ewropî "de heye ku "Vîto" li dijî wergirtin û pejrandina endamên nûh di "Yekitiya ewropî "de bi pêk bîne. Herweha jîYonanistan gelek caran di "Yekitiya ewropî"  de dikane alîkariyê ji bo Turkiyê rawestîne. Tevî ku Emêrîka pir caran dixwaze zorê bibe serYonanistanê ku ewa helwesta xwe di "Yekitiya ewropî" de li dijî Turkiyê biguhêre, lê ta niha  ewa hîn nikane akamên xwe rasterast li Yonanistanê bike . 5- Di Turkiyê de dêmokratî gelek kêm e.6-Kêşa kurdî li Kurdistanê ne hatiye çareserkirin.6- Cenêral û Leşgerên dewleta Turkiyê destên xwe davêjin nav jiyana siyasî.
Piştî ku dawiya şerê sar û rûxwendina Sovyetistanê hat û piştî şerê kendavê siyaseta derve yaTurkiyê hate guhartin, ewa bervê xwe dide van herêmên mezin; Belkan, Kafkasê, Asiya Navîn û dixwaze roleke giring di van herêman de bilîze. Lê di siyaseta Turkiyê ya derve de du rêbazên sereke û cuda henin;1- Rebazek rêzanî, kevneşopî-ataturkî ye. Nûnerên vê rêbazê dibêjin; Turkiyê komarek ewropî ye û divê ewa were ewropîkirin.lê tevî vê nirîna jorîn jî, dîsan hin serokên  partiyên vê rêbazê henin, mîna Mesud Yalmaz, serokê "Partiya Niştimana Dayik" û  Tanso Tişîler seroka " Partiya Riya Serast" li ser rêbaza straticiya ola îslamî dipeyvin , weke nimûne; Tanso Tişîler di 16.09.1996 an de gotiye :" Eger Turkiyê dixweze bibe pirek di navbera Rojhilat û Rojava de, pêwîste Turkiyê bizanibe ku Rojhilat lingeke wê ye." 2-Rêbaza ola îslamî ye. Berê partiya  "Refah" bi seroketiya Nicimdîn Erbekan nûnertiya vê rêbazê dikir, lê Cênêralên Turkiyê ewa di bin wî navî de ji holê rakirin yan qedexekirin û niha partiya  "Elfedîle" bi rêbertiya Ordegan ketiya dewsa partiya "Refahê".  Nûnerên vê rêbaza îslamî weha rast dibînin ku dewleta Turkiyê pêwîste hêdî, hêdî xwe ji bin bandor û dezgehên welatên Rojava rizgar bike.
Di ber van herdu rêbazên bingehîn re hin partiyên ne sereke henin, dixwazin sudan ji herdu rêbazên  sereke bibînin, lê diyar e ewanan ta niha bê hêz û karîger in. Divê em li vir vê rastiyê jî bêjin ku çiqas cidabûn di navbera van rêk û rêçikên jorîn de  heye, lê ewanan hemû di baweriyekê de ne ku pêwîste Turkiyê di herêmê de rola seroketiyê li şûn dewletên Ereb û Îranê bilîze.

xxxxxxxxxxxx

Sedemên aloziyan di navbera Turkiyê û Yonanistanê  çi ne?
Di dîroka berê û ya niha de tête diyarkirin ku sedemên ne leheviyê di navbera herdu dewletên dirawsê de pir in; mêjoyî, şaristanî, siyasî û erdnîgarî ne. Turgut Ozal hîn di dema xwe de, di salên nodî de carekê goti bû; em parola" Osmaniyên Nûh" ji sernûve radikin. Li hember parola Turkiyê,Yonanistanê jî parola "Mîgiya Loaldiya"(Ramana Gewre)"rakir. Paşê "Partiya Yonanî ya Sosyalîst"(PASOK) careke din destlatdariya Yonanistanê kir, ewê jî parola "Hêlînî " hilda jor, lewra jî hevdijayetî di navbera "Osmanperestan" û "Ramana Gewre" de  ango "Hêlînîperest de "ji nûve bi xurtî hate vejandin.
Piştî ku "Yekitiya Yogislaviya" jî têkçû, pirsgirêkên netewî, olî li Bosne û Hirsik, Kerwatiya, Mekîdoniya, Albanistanê  û li Kosovo peyda bûn. Di vir de Yonanistan mîna "Ertedoksênbawermend" dibêje; rola "Ertedoksiyê" di rêzaniya derve de ji bo wê pir roleke sereke dikane bilîze ji ber vê jî, ewî hevpeymanên siyasî –ortrdoksî bi Rosiya, Bolgariya, Serbiya li dijî pêla Îslamperestan li Turkiyê girêdan.
Li aliyeke din jî berjewendiyên Turkyê, Muslimanên Kerwatiya, Bosne, Albaniya, Mekîdoniya û Bulgaristanê rastî hev hatine. Hîn bi rexberî vê yekê jî,Turkiyê, Yonanistanê tawanbar dike û dibêje; ku ewa Turkên ku li Rojavayê Tiraqiya dijîn(120 hezar bûn) ji aliyên netewî û olî de diçewsîne.

 Turkiyê û Yonanistanê li ser "Derya Îçe" jî, ji zû de li hev nakin, di vê derbarê de gelek hevpeymanên navdewletî hatin lidarxistin, li gor wan hevpeymanan sînorên deryayî ji bo herdu welatan,Turkiyê û Yonanistanê hatin destnîşankirin. Ji wan hevpeymanên giring jî ev bûn; "Hevpeymana Lozanê" di sala 1923 an de, "Peymanek"di navbera Îtaliya û Turkiyê  di sala 1932 an de,"Peymana Parîsê " di navbera Îtaliya û Yonanistanê di sala 1947 an de .
Her weha jî Yonanistan baregehên leşgerî li (12) giravên " Deriya Îçe" ava kirine, Turkiyê bi tundî li dijî van baregehan radiweste, li aliyê din Yonaistan dibêje; ku Turkiyê baregeha  balefiran ya leşgerî li nîzîkî "Deriya Îçe"  berfereh dike.
Di sala 1976 an de  peymanek li Siwêsra hate ragîhandin. Li gor wê peymanê pêwîste Turkiyê û Yonanista  "Zêrê reş" ji giravên "Deriya Îçe " dernexînin, lê Yonanistan ji xwe re mafeke rewa dibîne ku sudê ji giravên xwe bibîne, lewra jî ewê "Neft " ji giravên wê deryayê derdixist.
Di sala  1982 an de yasayek giştî  derbarê  "Deriya Îçe" ronî dît, lê Turkiyê nexwast û hîn jî naxweze wê yasaya giştî bipejrîne û bi ser vê de jî, ewa gefûguran dideYonanistanê û jê re dibêje, eger tu destlatadariya xwe li ser  "Deriya Îçe " pirtîrî 12 Mîlan bikî, emê leşgerên xwe bişînin hemû giravên vê Deryayê.
Perlemana Yonanistanê di meha Gulanê, sala 1995 an de biryar istandi bû ku hemû giravên "Deriya Îçe" têxe bin destlatdariya xwe, vê biryarê hîn alozî û astengî di navbera herdu dewletan de kûrtir kir.

Hîn astengiyeke din pir mezin û dijwar di navbera herdu dewletan de heye; ewa jî kêşa Qubrisê ye.
Girava Qubrisê ji sala 1517 an de  di çarçewa "Împiratora Osmaniyan" de bû,  li gor peymana Birêtaniya û "Dewleta Osmanî"  di sal 1887 an de, girava Qubrisê dikeve bin  destlatdariya Birêtaniya, û li gor hevpeymanên  "Sîverê ", (1920)  û lozanê (1923 9mafêTurkiyê di Qubirsê de nema dimîne .
Di sala 1960 î de  Qubrisê  serxwebûna xwe istand, lê li Qubirisê % 20  Turk in .
Di sala 1974 an de Turkiyê ji %38 ji rûberê Qubris dagîr kir,  ew beşê dagîrkirî jî bi samanên xwe yên  xweristî pir dewlemend e. Di sala 1983 an de  Qubrisa dagîrkirî xwe mîna komareke serbixwe ragîhand, lê ta niha eva komara ji aliyên dewletên cîhanê de bi awakî fermî ne hatiye pênasîn .Bi ser vê de jî  "Yektiya ewropî " Qubiris mîna berendemekê  di nav xwe de pejirand.  Ev gavavêtina jî ji bo Yonanistanê  serkewtineke mezin bû, lewra jî Turkiyê tirseke mezin dide Yonanistanê û ji wê û ji cîhanê re  dibêje;  eger  Qubris di " Yekitiya ewropî " de bibe endameke fermî, emê beşê Qubrisê ya dagîrkirî têxin çarçewa dewletaTurkiyê. Herweha jî Turkiyê gefgurên din dide Qubrisê û dibêje, eger ewa rakêtên  Rusiya li ser erdên  xwe bi cîh bike, dê Turkiyê hêrişeke leşgerî bibe ser Qubrisê . Bi vî rengî  dewleta Turkiyê ya Ataturk û Îslamperest siyaseta xwe ya derve li gor berjewendiyên xwe û bê rêzlêgirtin ji gelên dirawsê re berdewam dike.

Dumahîk heye

  31.03.2008







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1008