KU BIBIHÎZE…
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 26 ãÇÑÓ 2008
Mijar: Helbest



Bêkes Reþîd

Vedenga ko ji þûna bêjeyê tê
Fonêma “ bûn “ ê vedijîne
Hemû tabûyan li paþ xwe dihêle
Xwe jî ji bo min dihêle
Fatûreya dawî ji mine
Nalet li xewa bê xewn be!!
Þîfrenin ramanîyî winda
Derdoreke veciniqî
Hertiþt li hember xwe
Sireke biyan rojgara enîyê diyardike
Nîþanin nû…
   …Dîrektîvin nû ji tirsê


Berî hin pêvekên ji derveyî lîsteya nîgaþan
Xwejibîrkirineke bi difre silavê dike
Wilo dahênan ji “ bûn “ ê!!
Çilo tu dibe?
Çilo tu min dibe?
Ji Qamiþlokê…
Ji mizgefta Qasimo ta xewna rewanekî
Ta rewþa þehîdekî
Nalet li rastîyê be ko carnan nabe xewn!!
Ji hêlekê diguhêzim
   …Ya ko tu jê bûye 
Axînê li devereke din datînim
Daxwazek encama xwe ji hêlê hildike
Bi formeke nû ji sîkeke kuþtî re
Di êþê de çikûsî
Ji bin konê xwe tiþtekî nave
Ne pesnkirina lehengekî…
Ne jî pasvanekî gorê !!
Ji vê devera min dibin
   …Ji vê devera ko ez nabînim
Celebin heyberîyî erjengkirî
Qaqlîbazên wexerkirinê li dûv bendewariyê
Revendin din ji wateyan di dîmenê de
Edî… êdî… êdî
Ko ev rûpel " ÊDÎ " yê tewaw bike
Ko ev valayî dawîdar be !!
Çi dawerê ji tevlîheviya vê derûnê re rakim?
Çi kêþan ji bandora vê nêrînê re?
Ey netiþt û hertiþt…
Ey hertiþtê netiþtî…
Ey xweda…
   …Û çi…?!!.

Bekes2can@yahoo.com

 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1002