NÊÇÎRA KEWA .. Diyarîye bo þehîd û birîndarê Þeva newrozê ..
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 25 ãÇÑÓ 2008
Mijar: Helbest



XEMGÎNÊ REMO

Avdarê …
Dîsa wekî her car
Te kezî û biskên xwe
Li destpêka buharê
Vekirin
Û pora xwe
Bi xwîna çend hevendan
Þiþtin …
Te dîsa dil û cergê
Çend dayîkan biriþtin …?


Kolanên qamiþlo
Bi avê nayêne þiþtin
Þaredarî lê razayîye
Tenê nêçîrvanên tarîyê hiþyarin
Û dem dîsa
Dema nêçîra kewaye …
Di þevên newrozan de
Gulên ji xwînê diiþkivin
Û govendî yên me
Li van kolanan
Ji hilm û bihnê serxweþin
Dilgirtî yên newrozêne
Û newroz
Bi xwîna wan serê xwe diþo…

Erê newrozê …
Keça ciwan
Te çima nehiþt
Ev bazana bi te þabin ..?
Tu dizanî ku yekî ji wan
Tacek ji morîkên
Kesk û sor ê zer ristibû
Wê diyarî daba serê te …
Yê din kiras û xiftanek
Ji kulîlkên rengîn amade kiribû
Ku bi ser bejin û bala tede
Berda …
Yekî jî
 Dilê xwe kiribû gerdenî
Wê bi gerdena te vekra …
Erê newrozê …
Gula ciwan
Hîn jî dawîya karwan
Ji êþa birînên xwe
Bi ser tede dinalin ….

Wax ..wax …!!
Ji vê ahenga di þevê de …
Li van berbûyên di nîva rê de
Li vê bûka di paþ perdê de
Bi rohilat re
Berbûyên me
Belav dibin li çol û beyara …
Û bûka me
Zû bi zû destê xwe
Nade wan
Qelenê xwe destine
Li hemî avdara ….

  22 / 3 / 2008 /







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1001