Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kanî zimanê dayikê?

 


Salih demicer

    Berî ez vê kurte gutarê binivîsim. ez bêhnekê bi dengegekî bilind mijûl bûm û min bi xwe re got: divê ez bi durişm û siloganên germ,  li ser bikaranîna zimanê dayikê û hilbijartina   bêjeyên kurdî ji dêvla yên Erebî,  di axaftin û  derbirîna  hestan de ,  dest bi vê  gotarê nekim,çimkî  şêwekarî û hunera rengan , ewjî  wek mûzîkê ye. nasnameyeke xwe ye navnetewî heye. û ew bi xwe zimanekî serbixwe ye, ne wek  helbestê an romanê  an gelek hunerên din e ku bêyî ziman nagihin.


  Lê dîsa jî ez li xwe hayedar bûm ku dilgiraniya min di vê gotarê de,  ji zimanê kesê şêwekar e, ne berhem û tabloyên wî ne.
    dema ez bixwazim bi kesê şêwekar re  têkevim guftûgoyekê ,an sîmbolên ku bi rengan şanî min dibin bi ziman ji min re werin şîrove kirin, gelo pêwîste wê çaxe , ziman were pêkolkirin û rêz jê re neyê girtin?!! .
   ez tênagihim ,çima divê li hember her serkeftinekê têkçûnek hebe??
  Li tenişt her vejînekê rûxandinek li dar be??. 
  gelo dahênan serrast nabe, dema em dev ji têrm  û bêjeyên biyanî berdin,û bêjeyên sade û resen bi kar bînin??!.
  ev bû gelek car , ez li şêwekarne  kurd  rast têm ,an  di dezgehên ragihandinê de wan dişopînim ,ku zimanê wan bi rengekî  bêhûde têkçûyî û tevlîhev e,  ew zimanê ku ne yê Ereb jê radike û ne jî yê kurd têdigihe. nagihe asta zarê hemwelatiyekî  di himbêza dê û bavek î kurd de perwerde bûyî.
  Berî çend rojan  bernameya (tîşkî huner) ya di roj tv de tê pêşkêş kirin,rêportajek bi şêwekarê kurd xelîl Ebdulqadir re çê kir, û tîşkek da berhem û tablo û nerînên wî.
 bi rastî ez gelekî bi hunera wî şad bûm, ku mirovekî kurd wilo bi hostayî karibe rengan bi kar bîne û hestên xwe ye tenik û gur bi vê radeya bilind bi rengne zelal di tabloyên xwe de bereder bike.
  Ji bo vê yeke ne( lîhazessebeb) ez wî gelekî spas dikim û peşketinê  jê re hêvî dikim .
  lê tiştê ku min ji wî tucarî hêvî nedikir , zimanê wî bû!!!!? .
   Wî  zimanê Erebî bi şêweyekî  kurdî bi kar dianî. û zimanê kurdî jî tenê kiribû bêhnok û xalepirs di ferhenga zimanê deshelatê de .  
gelo wê çiqas xweşba eger zimanê wî jî wek tabloyên wî  zelalba??
   Bi rastî  çiqasî  ez bi rengên wî dilşad bûm, ewqasî ez bi zimanê wî xembar bûm.
  Dibe ku carna ciyawazî di wergerandin û bikaranîna hin têrm û bêjeyan de derkeve holê , bibe cihê li hevnekirinê û mirov ji neçarî peyvin Erebî  hilbijêre û têxe nav axaftinê  ji bo axaftin nebe wek waneyek e tu li şagirtek î dagire ,çimkî em bikin nekin em bi zimanê desthelatê daxbarin.
  Em vê yekê, têdigihin û di rewşne taybet de dipejirînin lê dema yek bi vî rengê lawaz û qels kurdî bîne ziman , rêzdariyê ji bînerê kurd re  negre, û di navbera du bêjeyên biyanî, bêjeyeke biyanî bikar bîne, wê çaxê emê bêgav bimînin ku gazinan jê bikin û kiryara wî şermezar bikin.
   Tiştê ku hîn mirov pê diêşe ewe ku bernameya Tîşkî huner ev hevpeyvîn wernegerand ser zimanê kurdî, û axaftina birêz Ebdulqadir wek kurdiya  standard pejirand.
  Gelo kurdên ku li Bakur û Rojhelatê kurdistanê dijîn çend hevok ji vê hevdîtinê  rakirin .ji bilî kêşandin û rengên bedew çi sûde ji axaftina mîvanê bernameyê wergirtin
   Vê hevpeyvînê  bîreweriya min vegerand  sê çar salan berê,  ku çend hunermendên  kurd li Bêrûd ê  pêşangehek   li dar xistin û Roj tv bi wan re hevpeyvînek çê kir.
    wan hunermendan jî wek mamoste Xelîl  zimanê kurdî bi kar anîn, ango sê par Erebî û parek kurdî .



  lê Roj tv, wê demê li vê yekê şiyar bû û kurdiya wan wergerad ser zimanê kurdî. Xuyaye vê carê pêwîstî ji wergerê re nedîtin. Gelo çima, ezjî nizanim?!.
    Piştî wê pêşangehê  bi demeke kurt  pêşangeheke din  li dar xistin. min xwest bi wan re hevdîtinekê çêkim .
  dîsa ziman bû problem di navbera me de, û ji nav çar hunermendan yekî tenê pejirand  ku bi kurdî  bersivên min bide,   yên din jî xwe dan alîkî , nexwestin biaxivin, nikaribûn hestên xwe ye nazik bi zimanê dayika xwe bînin der.
    Tiştê  ez dixwazim bipirsim, gelo ewqas zore  ku hunermendekî paye bilind û xwedan  behre, xwe fêrî zimanê  xwe bike??!.
 Ez dibînim şerme ku yekî kurd .rûyên kurdî bikêşîne ,     xwerista kurdistanê  ji berhemên wî re, jêder be , rahije êş û keserên kurdan e rojane. û hewil nede ku fêrî zimanê xwe bibe. 
   Di dawiyê de, ez dixwazim bêjim ku ev gazinên min ne vexwendineke ji bo nijadperestiyê, wek ku hinek dixwazin  wergerînin. belê ew pêşniyareke ji bo zelalkirin û pêşxistina zimanê dayikê.

        -dawî-  


 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark