Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kî ji kuştina şêx Meşoqê Xiznewî mifadare…

 

Diyar Ehmed


Bi rastî yê ku li bîr û ramanên şêx Meşoqê Xiznewî bi nêrê û li peyî şop û bizava wî bi kevê û herweha li dîdar û axavtinên wî guhdar bikê, bi hûr wan hilkewêşê, veçirê û vewejêrê wê zû bi gihê wê baweriyê ku kî şêx Meşoq kuşt û kî ji kuştina wî mifadare .


Şêx Meşoq dara rastiyê avadida, gotina durist û rasteqîn di civaka xwe de de belavdikir û tucarî ne di xwest yan ne di fikirî ku sînoran li dora xwe deynê.karî bi mêranî sînorên tirsê bi şikînê, û hişemendiya girtî û çavşikestî dirêşkan lê bide. danpêdan bi xetên sor nekir, lingê xwe li kêlikên destnîşankirî xist,dan erdê û ew xêz û xet derbaskirin.
Lê ev yeke kir û pêre canê xwe yê şêrîn û ciwan kir gorî geşkirina wê gotina rastebêj û bi xwîna xwe ya zelal û paqij dara azadî û rastiyê avda.canê mirovî ji her tiştî girantir û buhatire li cem mirov, şêx Meşoq canê xwe bi merdî û mêranî danî ser nava destên xwe, gula xwe ya bêhinxweş ji gulîstana dilpakan çinî, jena dilê xweragir û qehreman rawestand, jen diyarî da hêviyên avis û bingirtî. herdîsanê kes nikarê canê xwe bi hêsanî û rehetî bidê, xwe bi şewtînê, tunebikê ji bo çira azadî û wekheviyê bi mînê geş û gurr, û roniya wê giştir û xurtir bibê .lê divê mirov baş bi zanê ku dunya ji merd û cangoriyan xelasnabê .
Belê em miletên rojhilatê, serwer û serkirdên me destên xwe kirine di qirika miletên xwe de, hêstir di kanîkên çavan de ziwakirine, kel di zengeloran de xeniqandine,omîd hiştine sêwî, û ev milet talan kirine, hêvî, saman, xêr û xweşiyên wî tev de mêtine .
Şêx û maliyên me berevaniya sitemkar û kedxwaran dikin, bi rêya xwedênasî û oldariyê zikên birçî dirazînin û berjewendiyên kotek û dilgemaran di parêzin û reng û rûyê wan xweşik dikin .
Siyasetvanên me jî xwe di arava dîktator û zordaran de şuştine, hiştine bê bawerî di nav bera wan û milet de çêbibê .
Belê, ew dîwarê di nav bera wan serwer û wî miletî de hatî lêkirin, şêxê ciwan ew dîwar hilweşand, vajî tişta heyî kir û da xuyakirin ku ne her kesê bi mêranî di peyvê ne xwe peyayê dijmine û dijmin û neyaran ew ji xwe re çêkiriye û ji bo berjewendiya wî neyarî di bizive…na îro şêxê şehîd têwer û têgeha pîlankariyê li erdê da û  xwedanên hişemendiya tirsonek û mejî  xesandî rût û tazî kirin .lê ta ev yeke zelal û eşkere kir, dilê giran, jî yê ciwan, ramanên hêja qurban kir .
Şêxê dilpak dema ku ev rê girt, ewî di zanî giraniya metirsîn û kelemên di pêşiya wî de û herweha dafik û xefkên ku jê re wê di wê rêyê de bêne vedan .
Daxwazên wek heviyê, dadmendî û lêborîna olî di nav bera miletê Sûriyê de diweşandin û di got : (( ez berevaniya mafê gelê kurd li Sûriyê dikim ne ji ber ku  tenê ez kurdim,lê ji ber ku miletê kurd neteweke û ji mafê wê ye ku ew netewî jî wek netewa Ereb li ser xaka bav û kalan bi serbest û azadî bijî û beryara çarenûsa wî miletî gereke di destên wî de bê û reng û rûyê wê ew bidê zanîn û diyar bikê. )).
 şêxê qedirgiran her û her mafê mirovî di jiyanê de bi pirsa mirovatiyê ve girêdida û dida zanîn ku mirov mirove, çi pîreke û çi zilame, reşe yan sipî ye, ol û mezbebî wî çibê bila ewbê, kes ji kesekî çêtir nîne û kes ne di ser kesî reye û eger ev cudahî werê kirin jî, wê pîvan ew bê ka kî bêhtit di rêya xwedê deye, kî zêdetir xizmeta belengaz û perîşanan dike û xwe di westînê di ber geşkirin û xweşkirina rewşa mirovatiyê de, di pêvajoya xwe de jewendiya xwe ya teybet jî di çarçêweyê berjewendiya giştî de di bînê û di parêzê .
Kî di civakê de rastir, merdtir û cihê baweriyê ye, aramî û êmnahiyê ye, nezikreş be, bi xelkên hewîrdora xwe re alîkar û hevalbend be û ev yeke berdewam dikir û di got : (( xwedê mirov daye û hertiştê baş nîşanî wî kiriye û jêre daye xuyakirin ku ev rê başe li ser here û eva he şaşe neke û jê dûr bi keve, kes ne pire di nav bera xwedê û ebdê wî de û navbir di nav wende çê ne kiriye )). hin kesan maf dane xwe û xwe kirin dergehvan û ji xekê re gotin ku ew wê li ser pira ( sîratê) ya rast rawestin, pira xêr û gunehan ya ku ji camê rastire, ji mû ziravtire ji şûr tûjtire, ji agirê komir û daran gurtir û gerimtire, wê ew bin yên li ser pirê bi sekinin û berê xelkê bidin Buhiuştê yan jê Dojehê .bi van axavtin û peyvan xelik di tirsandin û jiyana wan ya şepirze û mişhet li wan tengtir û dilsartir dikirin.
Şêxê şehîd ronahiya wî ji nav kelşên nakokî û hevrikiya berjewendî û şopgirtina serweriya olî ya malbata xiznewî ji alîkî ve û ji aliyê dî ve girêdana berjewendî û têkiliyên malbatê bi rêjîmê re derket û veda û xwest wê perda reş û tarî li ber şavên xelkên bê guneh û perîşan rake, wê mij û moranê vedê û tariyê zelal bike, di demeka ku dîwarê herdu aliyan diderizî û bingehên wî dîwarê rizyayî û li benda hilweşandinê mayî bi xurtî di hejand .
Tîrêjên dilê şêxê cansivik di nava birînên qemûşgirtî re xwe berda kevanên hêviyên dilgerim û bergirtî de û li dora wan talan dida, mexel hatin û bêhin vedan, li hêviya çirûskek bingirtî di malzaroka pêşeroj û qûnaxeka nûtir de man, şêx Meşoq li gelek dergehan da û gelek rê şopandin, hevsarê omîdên bend kirî di ser serê wan de anî ew serbest berdan.
 şêxê ciwan bû parêzer û berevanê kar û xebata serhildana (12) avdarê, li peyî xwîna şehîdan nimêjkir, xwîna şehîdên wê pîrozkir, xwêhdana girtiyên wê himbêzkir, birînên birîndaran dermankir, dilê dayîkên şehîdan bi paşerojeka geş xweşkir, rêz li qehremanî û mêraniya girtiyan digirt û sitûnên konê girtiyan ragirt û ew dastan û lehingiya wan bi pesnin hêja û buhagiran nav kirin, û bi dengek zîz û zelal got : (( nema êdî hûnê bi bihîzin ku navê Girkê Hejîran wê bibê Til ElTîn )).
Rê û rêbazeka berfereh ajot, dergehê gotareka serdanî berbav û serastkir û li pêşiya xemxwar û dilbêşên kurdewariyê vekir, bi hêz û berhemê keda xwîna şehîdên (12) avdarê, bi xwêhdan, bi qehremanî. Bi xweragirtin û mêraniya wan şêr û pilingan ew rê û rêbaz girt û rêyên nû di singa civaka kurdî de qelaşt, peywendî nû avakirin girêdanin dî peydakirin, dergeh û bergehin dîtir çavnêrî xwe kirin û bê tirs got : (( erê hin ji (12) avdarê re di bêjin pîlankarî û fitnek bû hin dî di bêjin serhildan bû, raperîn û gehîr û kîn bû .
Kî çi dibêjê bila bêjê, ew di bîr û baweriyên xwe de azade, lê eger tu ji min di pirsê ez di bêjim serhildane…..serhildane .
Evê rastî û zelaliya wî, evê mêranî û dilpakiya wî bû cihê ne razîbûn û ne rehetiya sitemkar û şovînistan û herweha ya kevneperist û hişgeniyan, ew yeke bû egerê ku tîr û kevan ji çar aliyan ve, ji çar hêzên xurt ji xirakirin, dest û devgirtinê re lê hatin hev û canê wî yê paqij ji wan re bû nîşan û armanc .
Erê ew hêz ne wek hevin jî di gelek delîv û deran de lê di gelek derî û duriyanan de digihin hev, hevîrê bi hevîrtirşkê yek hişemendiyê hatine sitirandin, û her yekî bi rêya xwe xwestin ku vê stira geş vemirînin, ji ber hin ji wan aliyan ketin wê gumanê ku şêx Meşoq ronî ji wan dizî, tevî ku ji bîr dikirin, ku ew bi xwe di mij û moranekî de dijîn,jibîrdikin ku giryê Gurê çola bi halê wan tê û rûyê wan tarî bûye, kawî û bawî veket ne. alîn dî tava rojê li sirê xurtî û berdewamiya hebûna wan derket, peywendî û têkiliyên wan eşkere di bin, hêzin dî qirêj û gemara wan, bîr û ramanên wan zelalbûn, hêza dawî ya ku hersê hêzên dî dibin tirsa hêza wê de veket ne û nikarin gavên xwe zêdeyî sihika sêhwana li ser wan hatî vegirtin bavêjin, ew hêz bi xwe xal û nîşanên barkirin û ketinê xwe di ser rûyê wê de berdaye, û ketiye ber birhan û tayên mirinê lêdestdaye û di nava tariya kar û kiryarên xwe kirêt de bi şil û şehtî dibonijê .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark