Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Çi zû û çi dereng.. çi ye?

 


  Tengezarê Marînî

Ma dereng e ku bêriya te bikim, bêriya wan demên xweþ, gava me bi behwerî, maç li pey maç dida hev, li wir evîn li ser bayekî hevînê hênik xwe radabû? Niha dereng e, berbibaketin, hêsan, þêt,  hestên min î nenas, nemukurhatin, tu, ez û evîna...
Carekê zelal bûbû, keçikên bi spehîtiya spêda te, dîn in. Dêmên te, çavên te, kenê te, hemî rengê suruþta ciwan in, demên bi te re xîveta belatînkên xeyalên min, dixwazim li nik te bim. Herdû destên xwe li te bialînim, mîna ez li armancgeha xewna xwe bim, tu, evîna te , bizane, ji te hez dikim.


Bi savayîya zarokane, herdem xwê, herdem birîn dubare, tu dilê min parpar dikî,
xwîn diherrike, ji ber te,
veçiriya,
qetiya.
Tu hest nakî, tu çingalekî li ser dideynî.
Birame, xweþiyê bo te çêdike, birame,
tu wisa dixwazî, lê ne wisa ye.
te got, naxwazim te biazirînim.
Tu çima wisa dikî?
Dîwarê li derdora min bilind e,
  min xwe bo te pirr vekiribû,
min dilê xwe diyarî te kiribû,
behwerî bi te anîbû.
Niho.. þûþa dilê min þikest,
henasên min neman.
Berbi paþ de dizîvirim,
naxwazim hest bi birînan bikim,
nema dikarim, nema dikarim û ji te jî.
Dereng e! min pir þaþî kirin... dereng!
Min hizir nekiribû... hestên min li vir bûn, têgehiþtî.
Birîndar im- hizra demjimêrên buhurî dikim. Bi kû ve çûn? Weha xweþ bû...! tênagihim! nikarim! ez bixwazim jî neþêm... têbigehim!
Dixwazim te ji bîr bikim! Belê hizra te dikim.  
Ez xwe wisa vala hest dikim...
ji te hez dikim!!!
Tenê rêçek heye, ya te lê bibînim. Na, min rêçeke din dît. Asîman dûr diyar e û em neþên bigihinê. Teqez, berovajî wê, tu û ez. Em, di agir, qeþem û mirinê re de silav in. Kî behwer dikir? Me êþ dît, perîþanî hilmand û dilê min…?!
Te zingilê xwîna min li dergehê dilê xwe nekir mêvan.
Mîna ba, evîn weha be, weha bêden, wisa pak û weha kovî!
Tîra wê, agah li xwe hebe, tu þaþ nebî û li te nekeve!
Mîna ba, xedar e,
ji hinan re zelal e, ji hinan re çirav.
agah li hingavê xwe hebe,
eger na, çareseriyeke xerab e.
Dixwazim yekê tenê bo te bibêjim,
gazina li pey evîna winda neke,


Mîna ba, evîn e, diçe û tê? Çima ?
-Evîn helbest e
komgora hesta ye?
Eger
ne tu û ne ez gunehkar bin, dê çi bibe?
Dê çi bibe, eger evîn ne peyva ferhengan be!
û ba atmosfêrek be!
Hest bi bayî dikim.
Çima min sar dikî?
Giyanê min þikestî, li her deverê reþ.
Asîman tirsnak, ewrên sipî û guneh, nekûriya jînê, naxwaz im binasim
Her roj wê teqz dikim, dema dipirsim
 ….dema xwe dixapênim

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark