Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvīn: Avakira Komeleya Jinźn Kurdistanź Novīn Hersan: «GAVA MŹR XWE RIZGARKE - JINŹ BŻNPŹ NA KE»

 


  Bavê Barzan

- Bi sedema 8ê Adarê roja navnteweyî ya jinên cîhanê wek kurdek çalak ji bo mafê jinên Kurdistanê peyama ku Tu î roj bibêjî çi ye?
Peyama min ev e: Divê em baž bifikirin ku em ê çawa bikaribin bi žêweyek herî rast û durust ji bo rizgariya jinên me kurdan çawa alîkariyê bikin, çawa bi pirs û gelžên wan ên li civaka kurd mijûl bibin û çawa ji doza wan re her dem bibin pižtgir. Jin çi car bi wan gotin û klîžeyên li nav programên partiyan rizgar na bin. Î roj jin bi hezaran li civaka kurd dihêne kužtin. Ev bêmafiyek pirr mazin e. 


Divê em ji xwe bipirsin gelo em ê çawa bikaribin rê li ber vê bêmafiya mazin bigirin. Riyek ev e ku divê em kurd gerek xwe ji bandûra civaka kevin rizgar bikin. Gava jinên kurd li Ewrûpa jî werine kužtin, ev dihêt wê wateyê ku em her wek koledaran difikirin û her wek wan dikin. Koledarê ku Kurdistanê dagîr kirine, kurdan dikujin, lê em jî dirabin bi heman hovîtiyê jinên xwe dikujin.
Riyek din jî riya perwerdê ye. Bi riya perwerdeyê civak rohnî dibe û pêž ve dikeve. Me pirr gerek e ku kurd girîniya xwe bidin ser perwerdeyê. Lê di žûna azadiya perwerdebûna jinan, peya jin dixin di binê nîrê bindestiyê de û na hêlin, ku keç li dibistanan bixwînin û bibin xwedî kar ji xwe re û azadiya xwe ya aborî bi dest ve bihênin û bibin neferek serbest.
Erkê mazin di vî warî de li ser milê xwende û ronakbîrên me ne. Çawa ku ew dixwazin xwedîtî li nižtimanê xwe bikin, nižtimanê xwe rizgar bikin ji bindestiyê, her wisan jî divê ew vê rewža xirab a jinên me bibînin û ji bo derxistina wan ji bin barê bindestiyê, bi tundî bi alîkariya jinên kurd rabin.

- Wek siyasetmedarek çalak ku Tu bi salên dirêj li nav Partiya Sosyal Demokratên swêdî xebitiyî, gelo di rûberkirina azadiya jinên welatên cihêreng û di rewža azadiya jinên me kurdan de çi cudahî hene?
Peyv azadiya jinan bûye peyvek klasîkî û her kes vê dubare dike lê mixabin ku dîsan kes tê nagihê ku azadî mafê her mirovekî ye çi jin çi mêr. Di gotinên pêžiyan de xwež hatiye gotin, žêr žêr e çi jin e çi mêr e. Lê belê mirovên me yên negihažtî vê rastiyê dîsan ni zanin. Têgihîžtina vê pirr grîng e, çi jin be çi jî mêr. Ez ne tenê daxwaziya rizgarbûna jinên kurd dixwazim, ez her wisan jî rizgarbûna peyayê kurd jî dixwazim. Gava ’Wî ’ xwe rizgar kir, hingê serdestiya xwe li ser jinê na ke. Cudahiya di navbera jinên kurd û cîhanê di hêla serbestî û azadiyê de em dikarin bibêjin, ku jinên kurd li dereceya nêzîkê herî dawî ne. Ev çi car û ji hêla çi kesekî ve na yêt pejirandin. Ev bêmafiyek pirr mazin e. Sedema herî mazin a vê encamê yekemîn encamên dagîrkeriyê ne û faktora duduyan jî, faktora olperestî û feodaliya li civaka me kurdan e.

- Gelo li dîrokê jinên kurd serbest bûn? Qey bindestiya jinên kurd li serdema modern dest pê kir?
Mirov dikare bibêje ku jin ji rojgariya kevin ên dîrokê ve bindest bûne. Xelk û mirovên cîhanê dest ji toreyên kevin berdan. Lê tenê em kurd me dest ji toreyên kevnare ne berdeya. Zilam çi rê ne hižtine ji bo jinan li civaka me kurdan. Ma ev ne guneh e? Gava dunya alem xwe ji nezaniya berê rizgar dikin, çima em na kin? Çima em ji bo vê na bêjin êdî bes e? Dunya tev pêž ket, lê çima em li ciyê xwe man? Ji xwe ev bêmafî ne ku rê li ber me teng dikin. Ev bêmafî ne dibin sedem ku em ni karin civata xwe û welatê xwe ji bindestiyê rizgar bikin.

- Di civaka kurd de girîngiya ciyê jinên kurd?
Jina kurd xwedî kesayetiyek qehreman û serbilind e, nebez e, na tirse. Lê mixabin ev zordestiya ku ji hemû aliyan ve li ser ’Wê’ ne, derfetek ne daye jinan ku li civatê ciyê xwe bigirin. Jin nîvê civatê ne. Gava jinê civatê ne serbest bin, ev wilo dike ku civata kurd civatek nîvco dimîne. Ne civatek tam û têkuz e. Gava jin beždarê civatê bû, wê gavê civat rizgar dibe û ber bi pêž ve dihere.

- Te vê dawiyê bi sedema beždarbûna Mihrîcana Cegerxwînê nemir, serdana Bažûrê Kurdistanê kir. Wek afretek xwedî pêzanînan, xwedî xebata siyasetmedariya bi salan li nav civaka swêdî, kurdên rayedar ên li dewleta Federal a Herêma Kurdistanê, gelo wan ne xwast ku ji van pêzanînên te ji xwe re pižkek werbigirin?
Gava Cegerwînê nemir li bin zilm û dijwariyên dewleta Sûrî dijiya, me gelek hewil da ku em ev gencîneya kurdan ji nav lepên neyaran ji destê Sûriyê derxin. Me bi her awayî xwe da ber û bi dilxwežî jiyana xwe jî xist di xeterê de û me xezîneya xwe tevî pirtûkên Wî zindî hanî Swêdê. Ew serdem muxaberata Sûrî ne dihižt ku mêžek bê destûra wan ji Sûrî derkeve. Ez gelekî dilxwež im ku min wek jinek kurd ez bi alîkariya mamosteyê nemir Cegerxwînî rabûm û bûm sedem ku Mamosteyê nemir hat nav serbestî û azadiya li Swêdê. Bi vê sedemê beždarbûna mihricana Cegerxwînî ez pir dilxwež kirim.
Ev bû 20 sal in ku ez di nav hêzên siyasî yên swêdî de, li pileyên cihêreng, xebata siyasî û civakî bi rê ve dibim. Lê mixabin di vî warî de her çend welatê me pêwîstiya wê bi fikir û hizirên nuh hebe jî, dîsan li Bažûr kesî tižtek wisan ji min ne pirsî. Ev kêmasiyek pirr mazin e. Li Ewrûpa fikir bi pera ye. Lê em fikra xwe û her tižtê xwe žabaž dikin ji welatê xwe re. Lê hinek kes hene ku rê li ber van pêžketinan digirin. Wek afretek kurd ku xwediyê ev çend pêzanîna me, gerek li Bažûr pirsek yekî ji min heba.

- Peyama Te ya herî dawîn?

Divê em bikaribin ku xwe biguherînin. Divê em her dem ji rexneyan re vekîrî bin. Dîvê em her dem di liv û tevgerek dînamîk de bin. Neyarên me ne yek e ne dudu…
Ez di vê roja watedar de tevaya jinên kurd pîroz dikim. Divê em jinên kurd, di vê rojê de vê bihênin bîra xwe, ku em ê rojên li pêž xwe ji bo têkožîna wekheviyê çawan yekîtiya xwe çêkin.

NOVÎN HERSAN KÎ YE

Novîn Hersan ji bajarê Amûdê ye. Ev sih sal in kul i Swêdê dijî. Ev 20 sal in ku di nav partiya Sosyal Demokratên Swêdê li pileyên cihêreng karê siyasî û civakî dike. Di sala 1980’yî de Komeleya Jinên Kurdistanê ava kir, ku ev yekemîn komeleya mafên jinên kurdan li Ewrûpayê ye. Sala 1980 li Kopenhagenê û sala 1995’ê jî li çînê beždarê Konferansa Navneteweyî ya Yekîtiya Milletan a (UN) Jinan bûye.

Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3
Bi Tevahī Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark