Di þahiyan de ,
Di pêþbirkan de
Alên biyaniyan hildidim
Û dihejînim
Lewra tu xemgîn dibî
Lê . . tu dimînî pêçayî
Di nav quncikên dil de
Dimînî veþartî
Li ser singa min
Dimînî bazinek tirsayî
Di destê xwendekarekî de . . .
Yan þareka revandî ji destê serhildêreka
Cegerpola de .
Ey al !
Çendî îro xemgîn û dil kulî wek min
Bê dost û hevalî
Bi tenê yî . .
Rojek tê . . ew tenêtî biþke ,
Bêyî hildan
di nav hempa û hemrengên xwede ,
bi hejandina te
ax û ava min ,
zar û zimanê min ,
sêwî û xûniyên çiya
bêne naskirin .
hingî volkana hestan
wê li min biteqe ,
peyv û helbestên min
wê weke teyrokê bibarin ,û biherikin ,
ma kî dikare xwe li ber lehiya
hestan bigre ?
bila îro neyarên te pirbin ,
bila kîna xwe li te werkin ,
te qedexe bikin .
tîrêjên te . . venamirin ,
tu her û her jîndarî
di dilê min de dikî pirpir ,
di çavê min de bilind û ber ba dibî ,
di rewanê min de
sirûda xwe dixwînî .
ez û te . . evîn cêwî ne
bê hev najîn
ey al !
ez û te . . hevjînin ,
mana min . . bi hêviya hildana te ye ,
lewra . . bi kûve diçim
tu armanca minî ,
ger razim . . tu rûbalgehê minî ,
ger bimrim jî
tu perda darbesta minî .
* * * * *
DÊRIK – 5 / 2 / 2008