Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

jina kurd di şevbiwêrkeke koçika qamişlo de

 


   di şeva 25 ê sibatê de, û berya ko avdara têr cejin li zingilê xwe yê bi deng bixê, koçika Qamişlo ya çandeyî şevek ji bo mafê pîrekê li pêşîya pêşwaziya cejna jina cîhanî li darxist, bi mihvandariya çalakvana mafê pîrekê dr.Mîdya mehmûd di simînarekê de bi amadebûna gurûpeke berçav ji nivîskar û rewşenbîr û hin jinên xwedan şiyan di derbarê vê babetê de.


li destpêkê bi xêr hatin ji bal rêveberiya koçikê ji mihvanan re hate kirin û pîroz bahiyên cejna jinê li wan kirin û danasîn bi nivîskara simînar bêj dr. Mîdiya mehmûd hate dan, ya ko roleke wê ye berçav di vê derbarê de heye û gelek gotarên wê di malperên internêtê de belav bûne, ya xwedana lêkolîneke ber fereh li ser jîn û dîrok û pêmayên jina kurd ,û rola wê ya girink di jiyana kurdewariyê de û xebata kurdayetiyê de di hemî rewşên jiyanê de (civakî , aborî , netewî).

    di simînarê de mamosta mîdya bal kişand li ser karîna pîreka kurd bi çespandina jinîtîyê di jiyan û dîrokê de ko mil bi mil bi mêr re di hemî qonaxê jiyanê de hevbeşbû, û hevala wî ya bê dilman û bê westan bû, ta di hinek bûyeran de şûna mêr girtiye bi serkêşîya hozê û rêveberiya cengê jî, û bi nimûneyan tekes kir û nexasme ji gotinên mîjûristên cîhanî mîna Acata krîstî û basîlî niktin û ….
   û di têbûrînekê de li ser rewşa jinê ko îro di hinek astengiyan re di bihûrê ji sedemên cûrecûr (dest helat , sitemkarî,…) ko dihêlin barê jinê giran tir bi bê, di gel vê yekê jî hêjî jina kurd di mala xwe de û di dar û dezgihên jiyana xwe de xwedan kêmtirîn nakokîye li gorî miletên pêre hevbeş.
    li dawîyê û di şirovekirina  tewereke vekirî de di navbera mamoste mîdya û amadeyan de ya ko wê dûpat kir têrkirin û zengîn kirin ji lêkolîna wê re, û li paşê sipasîya xwe arasteyî amadeyan bi tevahî û koçika qamişlo bi taybetî kir li ser çalakî û derfetên ko têde hatin dan da ko kêşeya jina kurd têre hate ber fenereke maf û rêzgirtinê.

koçika qamişlo ya çandeyî
25-2-2008

 





 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark