Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Koşka Mîran Ava ye

 


  Mihemed Hemo

Koşka Mîran avaye û wê her ava be.
 Çinkê bingeha wê koşkê bîr û bawariya hozanan e, her kevirekî wê ji pîtek ê ye, stûnên wê rastî ne,banê wê ji zimanekî ter e,ji ter bûn jîyanê ,pencereyên wê dûrbînên riyên serkeftinê ne .
Loma Koşka Mîran bûye birca çavdêriya çar aliyên Kurdistanê naherifê û naroxê, roj ji rojê bi nerxtir dibe.
Li wê koşkê Mîr Celadet gotiye : Ziman şerta heyînê ya pêşine û li wê koşkê Mîr Dr.Kamîra gotiye:Miletekî dîl ko zmanê xwe winda ne kiriye ,wek girtiyek e ko mifta zindana xwe bi xwe re hilaniye.
û gotî:


Ev Lor û Bextîyarî Baban;
Kurdmancin û Hewreman û Zazan;
Kurdên,ji welatê Rom û Sûrî,
Kurdên Ecem û Îraq û Sûrî,
Kurdên ji welatê jor û jêrîn,
Serçav bilind û zexim û nêrîn,
Yek bextin hemo ne bextiyarn,
Ser erdê dinê , lîyan û jarin.
……………………………
Hawar:4.Tîrme 1932
Dengê wan Mîran Li Koşka Baban jî jengvedayî û bi hestên bilindtir ronakbîrên Baban û Soran bi hawara Mîran hatine û welam dane,
Kurê Silêmanî Hamid Ferec di dawiya pîrozname ya xwe ye ji Hawarê re, ev daxwazî kirî :Reca ekeyn le me u diwa hewl biden bo tewhîdî lehcatî ta ku hemo kurdî wek yek îstîfade le(Hawar)tan bikin . Amedeyn bo hemo xizmetkarî ten.Eytir yarîde û dewmî(Hawar)tan le Yazdan teleb dekeyin…..
Hawar-3.Hizêran.1932   
Kurê silêmanî  bi nave Serjibîr ew bi xwe nemir Îbrahîm Ehmed e ;ji har re gotî:Le Hawar de giyanekî bilind ,dilekî be hêz ,çingeyekî asinên gerdenekî azad û daminekî pak ebînin ke hemoyan le leşekî de girdbûnewe û bi dengekî berz (Hawar)eket û etê:
“Dilê min ji bo hej kirina Kurdistanê ye,xerîteya min ji bona  arîkariya Kurdistanê ye,xwîna min ji bo naşir û rijandinê ye…
Le Hawar.. de le naw bergeyî ew govare kurdîye de hîwayî jîyan eçêjîn,xunçey Azadî be xwînî geşewe bon ekîn dilekî be hêze le tengane perwerde kirawe de ebînin ..le Hawra kurdîkî taze gencî yekî azad .. jîyanekî şîrîn ebînin boyeyî wêste şev û roj (Hawar) bekeyn û le yazdan biparînewe û bilên.
“Bijî Hawar ..Bimîne xêwiyî Hawar”
Ta ku dengî Hawarman ekete perdey kirdgar destî xwîna û îman dawînî dujmin egrî zarî wişk û tîno man awî îlim û fen û zanistî enoş.Ewsa be çingî esinîn û ku he tucarîkî dujmin derbihînin toley bav û birayî xoman bisendîn ...eytir ….bijî Hawar a ….bimîne xêwî Hawar….
  Serjibîr
    Hawar-7-1932
Van nemirên ku bi xwîna xwe bi hestên kurdayetî,ji gelê xwe re nîvsîne ku gelê Kurd Yek e , daxwaz û hêvî ji hev kirine ku zmanekî yekgirtî bînin meydanê û di wê riyê de cane xwe dan û ta henasa dawiyê jî daxwaz û şîretên xwe kirine ku gelê Kurd yeke.
Lê di roja îro de di vê dema gelê Kurd bûye xudanê hukomet û dezgeyên dewletê, hin ronakbîrên me bi zanebûn û hin jî ji nezanî, di rêyên teng re daxwaza perçebûna gelê  Kurd dikin. Ew kes zaravekî ji b o gelê kurd pesin dikin û zaravên din jî didin bin pêyan û kwîrdikin .
Yan bîrnabin ku hemî zarav ji kokekêne ew jî kurdîye yan jî adestekê dujminin, di xwezin ji Caşetiya xwe nemînin,caşetiya xwe di vê riyê de bibin serî.
Eger weha jî ne be, çima daxwaza zimanekî Kurdî yekgirtî nakin ?
Wek ku wan nemirên pêşin daxwaz û xebat ji ber zimanekî yekgirtî de kirine.
Mînak:Mîr Celadet Bedirxan ,Tewfîq wehbî ,Pîrût,Refîq Hilmî ,Hevindê Sorî,Dr.Kamiran Bedirxan,Cegerxwîn ,Osman Sebrî,Aladin Secadi, Şakêr Feteh,Husên husnî Mukriyanî,Hîwa Mukriyanî,Mihemed Elî Ewnî,Elî Sîdo Goranî û gelekê din.
Van nemiran hemiya di kovara Hawar de xebat û daxwaza zimanekî kurdî yekgirtî kirine lê nikarîn bibana xudî deselat û dezgeh ta ew piroje bibirana serî.Îro Kurd xudî deselat û dezgehene ,çima emê daxwaza zimanekî Kurdî yekgirtî dewlemend nekin ,emê bi nirînên teng daxwaza serkeftina zaravekî bi tenê bikin.Bi taybet di sala borî de çi ji aliyê hin ronakbirên bukur ve ,çi ji aliyê ronakbîrên başûr ve ,ew nirînên teng derdiketin.
Di sala 2001 ê de gava ez hatim bajarê Silêmanî ,me dikir û nedikir ku em karibin ronakbirên wan bînin rê ku karibin rojname yan koverek bi herdu zaravên kurmancî bi derxin ji nimûna Hawar ê; lê ew nedihatin rê.  
 Îro vê malpera hûn tê de, li bajarê Silêmanî ye di vê malpera P U K media de, ev beşê kurdî bi pîtên latînî belav dibe em dikarin bêjin ji malperên dewlemend e.
Di sala çûyî de ev beşa li P U K media hate vekirin di wê salê de nêzîka 30 melyon xwendevan serdana beşê kurmacî kiribûn .Di vê dema nazik de pêwîst ronakbîrên Kurdistanê pirtir hev du binasin û li zimanê netewa xwe xudî bi derên, bîrbibin ji bo zimanekî kurdî yekgirtî.Ez hêvîdarim ronakbîrên Kurd bizanbin;                           
Mezinbûna gelê Kurd îro ,di mayîna zimanê wî da ye
Ji ber gelê Kurd bi sed salan bin dest maye ,bi dirêjiya wê bindestiyê jî zimanê xwe parastiye . Gelê Kurd dinav miletên serdest de nehatiye helandin, wek miletên din ku îro tenê navên wan miletan mane di mêjo de, lê zimanê wan nemaye weke miletê Somer, miletê Aramî , Fîrewnî û gelek miletên din.
Li dev zimanzanan û mêjonasan, ev parastina zimanê kurdî ,sirek pir mezin e û cihê mezinbûna gelê Kurde .
Divê gelê Kurd; bi xwe jî qedrê vê tiştî bizanibe ku bav û kalên me di bin destên koledaran de jî zimanê xwe windanekirin.
Piştî demek gelek dirêj, gelê Kurd; îro bûye xudiyê kiyanekî û xudî deshelat  û hukometekî kurdî.Gelê Kurd bi sed salan bindestbûn sînorên agirî di nav kurdistanê de danîn û kurd perç-perçeyî kirin,lê dîsa jî dujminên me nikarîn hestên gelê kurd dabeşbikirana û gelê kurd ji hev bikirana ,lê îro ev ronakbîrên hejar daxwaza dabeşkirin gelê Kurd dikin bêyî bizanibin çi dikin.
Lê bi baweriya min ronakbîren zana û kurdperwer û gelê kurd ku bi xwîna xwe Kurdistan parastine û rizgar kirin e û şehîd dane, rê nadin wê pirojeya seqet biçe serî.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark