Ez vê nivîsê ji bo kesên ku „Sînor“ li hemberî bêhnvedana wan dibin asteng, ku sînor mîna qencerekê di heskirina wan de diçike, dinivîsînim.
Ev nivîs ji bo bê dawiyên bê sînore, ji bo bê sînoriyên bê sînore.
Ji bo kesên ku dilê xwe bi okyanûsên ji baranên bihara welatê agir û rojê pakij dike û hestên xwe li ber tîrojên roja ji giravê ve derdikeve radixe û zûha dike, ye.
Ev nivîs ji bo kesên ku her roj bi dehan bexçeyên heskirina gulan di dilê wan de þîn tên û þaxên xwe li hemû newalên heskirinan vedikin, û jiyana wan vedigûherîne împaratoriyek evîndariya gulan.
Ez jî yek ji van kesanim.
Ez serhiþkê evîndariya „Gulê“ me, serhiþke evîna bê sînor û bê dawî me.
Dibêje xwedayan gotiye: Tenê di eþq û evîna bê sînor de serhiþkiyê bike, di bê sînoriyê de serhiþkiyê bike.
Ez jî evîndarê serhiþkiyên bê sînorim.
Xem xemla hestên min e
gul derdê mine,
hest debara min e,
evîn axîna min e,
bê sînorî jî jiyana min e.
Di bêzariya biyanîbûnê de dimîne hest, ku evîna te ne bê sînor be, dibe girtî yê hesretiyek ku di nava xwe de bi agirê rastiyan diþewitîne, bê yî girêdanek bê sînor ewê roj te venehewîne bedewiya xwe ya rojjînî.
Heta ku tu hemû cewherên xwe nexe nava serûwena bê dawîbûnê, tu yê nikaribe li ser textê jiyan rûnê û palde ser bahlîfa biwatebûnê û tu yê nikaribe dûxana agirê heskirinê bera bajarên dilê xwe bide.
Ji bo wê dibê her kesek rê li ber çemên avên heskirina xwe vekin û hestên bê sînor di paxla xwe de mezin bikin, bi lorîkên evîndariyê. Ji bo bîranîn nekeve xefka jibîrkirinê, ji bo ku kes bê hestên bê sînor nemîne
bira hemû tiþtên we „Bê Sînor“ be.