Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: Daxuyaniya Komîta Serkirdayetiya Rêxistina Ewropa ya YEKÎTÎ ser girtina Ismaîl Umer

 


Roja 09.12.2007, dora katjimêr 24.00 hevalê me mamoste Ismayîl Omer (59), serokê partiya me, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, ji aliyê hêzên ewlekeriya dewletê ya rêjîma Bees a þoven û totalîter li bajarê Qamiþlo bi awayekî tund, remekî û deryasayî hate girtin. Ta nuha jî ew girtî ye, rewþa wî jî ne diyar e.
Armanca vê girtinê, helbet, ew e ku rêjîm hewil dide Tevgera Rizgarîxwaza Kurd bitirsîne û xebatkarên gelê me, bi van þêweyên zordar û hovane, biceflîne, da ku hem xebata netewî bête qelskirin, hem jî Kurd dest ji xebata niþtîmanî, ya ku kurd hêz û stûna herî xort in tê de, berdin.


Bi vî rengî rêjîm hewil dide ku xebata li dijî totalîteriyê û li pênawî avakirina welatekî demokrat, ku tê de her mirovek azad be û hemû hêmanên netewî yên civaka Sûriyê azad û wekhev bin, pûç bike.
Lê bila deshilat jî, hemû kesên li dijî guhartin û serastkirina civak û dewletê jî, baþ wê yekê zani bin ku ev gelê ku tevî hemû zor, pest û kiryrên þoven û nijadperest, tevî bi dehan þehîd û bi sedan girtinên remekî û hovane dest ji xebatâ xwe ber ne dayî, helbet, wê bi girtina serokê partiya me jî dest ji xebata xwe ya pir dadmend û rewa bernede. Berevajî wê, ev kiryar hemû ji xebat û berxwedana me re dibin ardû û hêzeke xortkirinê. Emê tu carî dest ji xebata li dijî totalîteriyê û li pênawî avakirina welatekî demokrat, ku tê de gelê kurd hemû mafên xwe yên netewî li ser xaka pav û kalên xwe bi dest xîne, bernadin.
Em, weke Rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, vê girtina remek bi tundî þermezar dikin. Di heman demê de em bang li hemû hêz û rêxistinên demokrat û azadxwaz û bervedêrên mafên mirovan dikin, da ku ew jî ligel me dengê xwe ji bo serbestberdana hevalê me û hemû girtiyên nêrîn û ramanê bilind bikin. Herweha hêvî ew e ku pestek li rêjîma Sûriyê ya þoven û totalîter, li pênawî jiholêrakirina girtinên remekî, rêzgirtina li mafên mirovî û azadiyên bingehîn û parastina rûmeta hemwelatî, bête kirin.
- Azadî ji bo hevalê me mamoste Ismaîl Omer û hemû girtiyên bîr û ramanê
- Bijî azadî, demokrasî û wekhevî

10.12.2007

Komîta Serkirdayetiya Rêxistina Ewropa ya
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê ­- YEKÎTÎ

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark